DFG û MKG: Domandina xeta Çapemeniya Azad deynê stûyê me ye
Di daxuyaniya DFG û MKGê, bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin de hat gotin ku “Mezinkirina têkoşîna wan a heqîqetê, xwedîderketina li bîranîna wan û domandina xeta Çapemeniya Azad deynê stûyê me ye.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyaniyeke hevpar a nivîskî belav kir. Di daxuyaniya MKG û DFGê de wiha hat gotin: “Pênûsên rojnamegerên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bibîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.”
‘Dê her tim di bîra çapemeniya azad de bin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 6ê Nîsanê wekî roja bibîranîna rojnamegerên ku li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine kuştin hatiye îlankirin û wiha hat gotin: “Ev dîrok ji ber rojnameger û nivîskar Hesen Fehmî Beg di 6ê Nîsana 1909an de li ser Pira Galatayê hatiye kuştin, hatiye hilbijartin. Komeleya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) di sala 1997an de 6ê Nîsanê wekî ‘Roja Rojnamegerên Şehîd’ destnîşan kir. Lê belê di sala 2005an de, navê vê rojê wekî ‘Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin’ hat guhertin. 6ê Nîsanê roja bibîranîna rojnamegerên hatine kuştin e. Ev rojnameger ji ber li dû heqîqetê bûn hatine kuştin. Rojnamegerên ji ber rastî derxistin holê, ji ber bûn dengê gel û ji ber tarîtî teşhîr kirin hatin kuştin, wê her tim di bîra têkoşîna çapemeniya azad de bijîn. Em di şexsê rojnamegerên hatine kuştin de dîsa bi bîr dixin ku bi rojnamegerên hat xwestin pênûsa wan bên şikandin, di heman demê de hat xwestin heqîqet jî bêdeng bê hiştin. Lê belê zext, gefxwarin û polîtîkayên bêcezahiştinê tu carî nikaribûn kevneşopiya çapemeniya azad bidin sekinandin.”
‘Erka me ye ku em têkoşîna wan mezin bikin’
DFG û MKGê anî ziman ku pêdivî pê heye li bîranîna şehîdan xwedî bê derketin û wiha berdewam kir: “Kesên li ser vê axê, li pey rastiyê çûne her tim bedel dane, lê wan qet dev ji rastiyê bernedane. Îro, em hemû rojnamegerên ku hatine kuştin bi rêz û bi minet bi bîr tînin. Mîrata wan, berxwedana wan û têkoşîna wan a ji bo rastiyê rêya me ronî dikin. Pênûsên rojnamegerên ku hatine kuştin neketin erdê û ew ê nekevin erdê. Erka me ye ku em têkoşîna wan a ji bo rastiyê berfireh bikin, li bîranîna wan xwedî derkevin û xeta azadiya çapemeniyê bidomînin.”


