Di agirê li Kenyayê de herî kêm 16 xwendekar mirin

Li bajarê Gilgil ê Kenyayê, agir bi wargeha xwendekarên keç ket. Herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

1 deqe xwendin
Di agirê li Kenyayê de herî kêm 16 xwendekar mirin

Li Dibistana Keçan a Utumishiyê, nîvê şevê agir bi wargeha xwendekaran ket. Li gorî çavkaniyên polîsan, di şewatê de herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku şewatê bi dema herêmî saet di 03:30î de destpê kir. Li dibistana ku bi 100 kîlometreyî li bakurê paytext Nairobiyê ye, agir bi wargeha xwendekaran ket.

Tîmên Xaça Sor a Kenyayê jî beşdarî karên rizgarkirinê bûn. Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kipchumba Murkomen û rayedarên polîsan çûn herêmê. Serokê Daîreya Lêpirsînên Krîmînal a Kenyayê Muhammed Amiin lêpirsîna li ser sedema rûdana şewatê li cih lêkolîn dike.

Beriya niha jî gelek caran li wargehên xwendekaran şewatê rû dabûn. Di îlona 2024an li nêzî bajarê Nyeriyê agir bi wargeheke xwendekaran ketibû û 21 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2001ê de jî li herêma Machakosê ji ber şewatê 67 xwendekarên lîseyê jiyana xwe ji dest dabûn.