Di gulanê de 41 jin hatin kuştin

Li gorî çeteleya meha Gulanê ya JINNEWSê 16 jin hatine kuştin û 25 jin jî bi guman hatin kuştin.

1 deqe xwendin
Di gulanê de 41 jin hatin kuştin

Jin û zarok her roj tên kuştin, kuştinên bi guman zêde dibin, bûyerên destdirêjiyê jî her diçin zêde dibin. Desthilatdarî bi gotinan destkeftiyên jinan hedef digire û bi biryar û qanûnên derdixin vê girantir dikin. Fesixkirina Peymana Stenbolê, rakirina mafê nefeqeyê û hedefgirtina qanûna hejmar 6284, cesaretê dide gumanbaran. 

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hema hema her roj jinek an du jin tên qetilkirin, zarok dibin hedefa tundiya mêr. Tevî vê jin dest ji mafên xwe jiyana xwe berdandin û bi biryarbûnek mezin li dijî tundiyê têkoşîna xwe didomînin.

Li gorî daneyên meha Gulanê ya JINNEWSê; di Gulanê de 16 jin û 2 zarok hatine kuştin û 25 jin bi guman hatin kuştin. 

 4 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin ve, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê xalê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, jinek ji aliyê biraziyê xwe ve hatin kuştin.

 Li Kayseriyê 1, li Burdurê 1, li Meletiyê 1, li Antalyayê 1, li Konyayê 2, li Stenbolê 1, li Mersînê 1, li Çanakkaleyê 1, li Kirklareliyê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Agiriyê 1, li Konyayê 1, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 1, li Kirşehîrê 1, li Denîzliyê jinek hat qetilkirin.