Di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê de modela demokratîk dê bê nîqaşkirin

Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Em bi vîna jinan komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” konferansa Amedê ya rêveberiyên xwecihî li dar dixe. Di konferansê de dê li ser berpirsiyariya şaredariyên DEM Partiyê, ji bo modelek demokratîk û komun nexşerêyek rêbaza xebatan nîqaş û pêşniyar bên kirin.

1 deqe xwendin
Di Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê de modela demokratîk dê bê nîqaşkirin

Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Em bi vîna jinan komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” konferansa Amedê ya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk a giştî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Duh jî konferansa jinan a rêveberiyên xwecihî pêk hatibû. Hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan, siyasetmedar û gelek kes beşdarî konferansê bûn. Di konferansa ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan axivî.

‘Cezakirina Mehmet Siddik Akiş derhiqûqî ye’

Canan Kebenç Ozkan di destpêka axaftina xwe cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û hevşaredarê Colemergê Mehmet Siddik Akiş re silavên xwe şand. Canan Kebenç da zanîn ku di 31ê Adara 2024an de gelê Kurd bersiveke zelal da pergala qeyiman û bi armanca parastina vîna xwe di 78 şaredariyan de serkeftinek bi dest xist û wiha got: “Bi serkeftina ku di 78 şaredariyan de hatiye bidestxistin re, di rastiyê de pêvajoya destwerdana pergalê ya li dijî xwedîderketina vîna gelê Kurd jî bi awayekî ji nû ve dest pê kir. Me bi 3ê Hezîranê re, bi hev re rejîma qeyûm a sêyemîn jiya û em bûn şahidê wê. Di 3yê Hezîranê de hevalê me Mehmet Siddik hate binçavkirin û hêj dema binçavkirinê bi dawî nebûbû û tu biryareke darazê nehatibû dayîn, bi awayekî derhiqûqî qeyim tayînî ser Şaredariya Colemêrgê hate kirin û hevalê me ji dozeke ku bi salane dewam dike, 10 sal in tê darizandin û hema bêje wê di demboriyê re rû bi rû bimîne, bi 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Piştî ku dadgeha îstinafê biryar xera kir, duh dîsa rûniştina doza hevalê me hebû û divê bi eşkereyî bê gotin ku vê dadgehê derbeyek li dijî vîna gelê Kurd, li dijî vîna gelê Colemêrgê kiriye û biryareke siyasî girtiye. Hevalê me dîsa heman cezayê 19 sal û 6 mehan li hevalê me hate birîn û bi vî rengî hate xwestin ku rejîma qeyim a li Colemêrgê were domandin. Ev yek bêhiqûqî ye, ev biryareke derhiqûqî ye. Di heman demê de tevî ku biryareke derhiqûqî ye, helwesteke li dijî ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e jî. Heke gel wê di nava aştiyê de, di bingeheke azad, wekhev û dadmend de bi hev re bijîn, divê gelê Kurd bi vîna xwe bijî, bikaribe nûnerên xwe yên hilbijartî diyar bike û em ji vir dixwazin destnîşan bikin ku em vê derbeya ku li vîna gel hatiye xistin qebûl nakin. Piştî 31ê Adarê me bi hev re ji nû ve dîsa rejîma qeyim dît. Niha 10 şaredariyên me bi rejîmeke qeyim heye û divê em li vir diyar bikin ku em li bendê ne gavên pêwîst werin avêtin da ku qeyim werin vekişandin.”

‘Ev rejîma heyî berdewamiya rejîma kastîk e’

Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku rejîma qeyim divê demildest bi dawî bibe, gel bikaribe bi vîna xwe xwe bi rê ve bibe û wiha got: “Di rastiyê de yek ji daxwazên herî mezin ên aştî û demokrasiyê ev e. Dema Rêberê Gelê Kurd Ocalan dîrokê dispêre nakokiya dewlet û komunê, di rastiyê de li van xakên ku civaka dayiksalarî lê zayiye, li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li erdnîgariya Kurdistanê, di bingeheke demokratîk de gel bi çanda komunê hebûna xwe domandine, zimanê xwe ava kirine, çanda xwe ava kirine û jiyanek ava kirine û xwe gihandine roja îro. Di xala ku em îro gihîştinê de, li van xakên ku civaka dayiksalarî lê zayiye û şîn bûye, li van xakên ku komun lê zayiye û şîn bûye, ev rastiya qestî û kujer di heman demê de li van xakên ku derb li civaka dayiksalarî xistine, bi pêş ketiye. Îro ev rejîma ku em tê de dijîn, berdewamiya vê rejîma kastîk û kujer îfade dike.”

‘Berpirsiyariyeke me ya mezin heye’

Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku gelê Kurd sedsaleke bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin lê bi têkoşîn û serhildan înkara hebûna xwe qebûl nekiriye û wiha got: “Gelê Kurd her dem parastina hebûna xwe îspat kiriye û têkoşiyaye. “Bi têkoşîna ku zêdetirî 50 sal in tê meşandin re û bi bangewaziya di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî, weke ku Rêber Ocalan diyar kiriye, gelê Kurd pirsgirêka xwe ya hebûnê daye qebûlkirin, niha jî dora azadiyê ye. Ev yek jî encama têkoşîna 50 salan e. Gel her dem xwedî li vîna xwe derketin û ji bo vîna xwe têkoşiya. Şerê înkarkirina Kurdan ku 100 sal in didome, gelek krîz û pirsgirêkên civakî jî bi xwe re anî. Ji asîmîlasyona çandî bigire heta polîtîkayên koçberî û xizaniyê, ji şerê taybet bigire heta polîtîkayên qirkirina civakê û qirkirina ekolojîk, civak bi krîzên piralî re rû bi rû hate hiştin. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyên DEM Partiyê.”

Modela Demokratîk: Komun şaredarî ye û şaredarî komun e

Canan Kebenç Ozkan di dawiya axaftina xwe de gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bibîrxist û wiha bilêv kir: “Tespîteke Rêber Ocalan hebû; digot ‘şaredarî tevgera rizgarkirina rûyê erdê ne’. Dema wî ev tespît dikir, di rastiyê de destnîşan dikir ku şaredarî di warê çareserkirina pirsgirêkên civakî û peydakirina pêdiviyên civakî de xwedî îmkan û derfetên çiqas mezin in. Îro em wekî hilbijartiyên rêveberiyên xwecihî, eger em ê komunan ava bikin û eger em ê pergalekê ava bikin ku gel di warê çareserkirina pirsgirêkên xwe de vîna xwe tev li bike divê her kes xwedî gotina xwe be. Bêguman ev yek wê bi destê komunan pêk were. Komun pergaleke ku civak di nav de ye û destilatê parçe dike ye. Hiyerarşî lê tune ye û her kes bi xwe dibe kirde û di heman demê de beşdar e. Îro dema em dibêjin ‘komun şaredarî ye û şaredarî komun e’, divê em modela demokratîk a ku di warê çareserkirina pirsgirêkên civakî de koka xwe ji civaka dayiksalarî digire jî bi hev re nîqaş bikin. Em neçar in ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, hem ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, hem jî ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, nexşeyeke rê û rêbazan derxînin holê. Em ê xebatên xwe du salî binirxînin, rexnedayîna xwe bidin, lê di heman demê de xeta polîtîk a pratîk a serdema nû jî diyar bikin. Em ê bi encama konferansa xwe tevkariyek xurt li avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin. Em hêvîdarin konferansa me bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd neteweyên din.”

Konferans piştî axaftina Canan Kebenç Ozkan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.