Di meha 172emîn de Komkujiya Roboskî daxuyanî dan

Hewldana Ji bo Roboskiyê Edalet di meha 172emîn de ji bo qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê daxuyanî da û hat destnîşankirin ku berpirsên Komkujiya Roboskî diyar in û hate xwestin ku kujerên komkujiyê werin darizandin.

1 deqe xwendin
Di meha 172emîn de Komkujiya Roboskî daxuyanî dan

Hewldana Ji bo Roboskiyê Edalet bi boneya di meha 172emîn a Komkujiya Roboskî de li Cadeya Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên sivîl, rêveberiya DEM Partiyê ya Enqereyê, endam û rêveberên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê da pankarta li ser “Kujer bên ditîn, Roboskî car din teqez çênebê” dinivîsî hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Atîlla Dîrîm ve hat xwendin.

‘Berpirsên komkujiyê diyar in’

Atîlla Dîrîm anî ziman ku di 14 sal û 172 mehan de bi hezaran roj derbas bûn, hê jî berpirsên Komkujiya Roboskiyê ne diyar in û wiha got: “Di şêva 28ê kanûna 2011an de ji bo Roboskiyê komkujiyek pêk hat. Hat gotin ku xeletî çebûyê lê ew şev 19 ji wan zarok 34 mirovên me ji aliyên dewletê ve hatin qetilkirin. Ev kujer û komkujî ji aliyê saziyên dewletê ve hat nixûmandin. Heqîqet bi awayek sîstematîk hat tarîkirin. Li vî welatî bêzahiştin rewşek awarte nîn e, ev rewşek ji rêzê ye. Ji ber vê yekê ev yek rewş awayê rêvebirina dewletê ye.”

‘Saziyên dewletê kujeran diparêzin’

Atîlla Dîrim pirsa “Faîlên Roboskiyê li ku ne” kir û wiha axivî: “Di doza Gulistan Doku de jî ev tişt carek din zelal bû ku ya tê kirin nelêpirsîn e, saziyên dewletê kujeran diparêz in. 1100 hefte ne Dayikên Şemiyê li windayên xwe dibipirsin. Her çiqas bûyer wek ‘faîl nediyar’ hatin pênasekirin jî lê bi rastî jî faîl diyar in. Roboskî li vî welatê ‘hiqûq û dadweriyê’ pêk hat. Hiqûq û dadwerî ji bo kê heye û ji bo kî nîn e, diyar dibe. Heqîqet her çiqas bi derengî bê xistin jî lê wê di bîra civakê de were parastin. Em Roboskiyê ji bîr nakin.”

‘Roboskî ne qeza ye’

Atîlla Dîrîm da zanîn ku faîl tên parastîn û wiha got: “Wezareta Dadê heke dixwaze ku faîlên bûyerên nediyar bidarizîne bila pêşî li derdora xwe binêre. Em dîsa dibêjin ku Roboskî ne qeza ye di heman demê de berdewamiya bêcezakirinê ye û komkujiyên din e. Tişta ku em pê re rû bi rû dimînin bêcezakirina faîlan e, şer û bêedaletî ye. Em ê li dijî neheqiyan bi hev re têbikoşin û her 28ê mehê em ê pirsa kujerên Roboskiyê bikin.”