Di merasima Salîh Muslim de dîmenê yekîtiyê derket
Rojnameger Ozgur Avzem ku merasima Cenazeyê Siyasetmedar Salîh Muslim şopand, anî ziman ku merasima cenazeyê Salîh Muslim Başur, Bakur û Rojava gihand hev û dîmenê yekîtiyê derket holê.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim di 11ê Adarê de li Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçikan di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim di 15ê Adarê de li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê. Şandeyên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şandeyên ji partî, kom û saziyên siyasî û civakî yên ji herêma Cizîrê jî di navde bi deh hezaran kes beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê bûn. Rojnameger Ozgur Avzem ku merasima cenaze şopand, li ser kesayeta Salîh Muslim û merasima cenaze çavdêriyên xwe parve kir.
Rojnameger Ozgur Avzem ewil Siyasetmedar Salîh Muslim bibîr anî û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo Rojnamegeran tişta herî zahmet şopandina merasima cenazeyên şervanan e û wiha got: “Dema em li vir karê rojnamegeriyê dikin, em dibin şahidê êş û azara malbatên şehîdan. Divê mirov di aliyê hest û mejî de xurt be. Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha, gelê Rojava nêzî 20 hezar şehîd dane. Her malbatek herî kêm şehîdekî-e wan heye. Dema em wêne û dîmenên merasima şehîdan dikişînin, em wêneyê heqîqeta jiyanê dikişînin. Ji ber ku ji bo armancekê û rûmeta mirovahiyê canê xwe didin.”
Şev û rojên wî yek bûn
Ozgur Avzem, da zanîn ku heta niha beşdarî gelek merasimên cenazeyan bûye û wiha got: “Di hemû merasima cenazeyan de êş, hest û ruhê pêşwazîkirinê yek bû. Tu cudakarî tune bû. Gel jî dema cenaze pêşwazî kirin du cudahî û ferq newistin nava cenazeyên şehîdan. Lê Şehîd Salîh Muslim hemû temenê we di rêya têkoşîna aştî û azadiyê de da. Bi têkoşîna xwe gelê Bakur, Başûr û Rojava anî gel hev. Bi ked û têkoşîna xwe her kes bandor kir. Di merasima cenaze de jî ev ruhê yekîtiyê derket holê. Şehadeta wî li her çar parçeyên Kurdistanê xemgîniyek mezin ava kir. Bi salan kedek mezin da. Têkoşînek bêhempa da. Di dilê her kesî de wekî remza têkoşîna Rojavayê Kurdistanê cih girt. Bi tevgera xwe, bi dilnizmî û nêzîkatiya xwe û bi jiyana xwe ji bo her kesî bû mînak. Di dilê her kesî de şopek şoreşgerî hişt. Di jiyana her kesî de şopek hişt. Di pêşketina Şoreşê de risteke wî ya mezin hebû. Bi taybetî di xebatên dîplomasiyê de kedek mezin da û wêrekiyeke mezin nîşan da. Ji bo têkoşînê bi her awayî xwe bi rêxistin kiribû û ji bo şoreşê amade kiribû. Ji bo şoreş li hemû bajaran pêş bikeve, şev û rojên xwe kiribû yek û her dem di nava seferiyê de bû. “
Ozgur Avzem, destnîşan kir ku Salîh Muslim hefteyek beriya şehadeta xwe serdana Kobanê kir û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd û bi taybetî gelê Kobanê ji ked û têkoşîna wî re rêzdariyek mezin nîşan da. Civakên ereb, suryan, asûrî û ermeniyan jî hurmet nîşanî ked û têkoşîna wî dan. Demek dirêj nehatibû kobanê. Herî dawî hefteyek beriya şahadeta xwe li Kobanê malbata xwe ziyaret kir. Hat bi Hevjîna xwe Dayika Ayşe re bîranînên xwe axivîn. Dayika Ayşe digot ‘Bavê Welat wekî şervanekî Rêber Apo ye. Hemû jiyana wî li ser rêça şehîdan e.’ Salîh Muslim hemû têkoşîn û xebatên xwe ji bo azadiyê bû. Jiyaneke wî ya derwêşî hebû. Bi felsefeya ‘Bijî û bide jiyandin’ têdikoşiya. Ev felsefe di jiyana Salîh Muslim de bûbû parçeyek. Salîh Muslim û Ayşe Efendî ji sala 1979an heta niha bi hevre soz dane û di nava têkoşîna azadiyê de ne. Piştî soz dabûn Rêberê Gelê Kurd her tim di nava têkoşînê de cih girtin. Heta dawiya temenê xwe bi girêdaneke şoreşgerî tev geriya.”
Peyama yekîtiyê derket pêş
Ozgur Avzem, da zanîn ku Salîh Muslim piştî merasima bi heybet li tenişta gora kurê xwe Şehîd Welat hat defin kirin û wiha lê zêde kir: “Kurê wî di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Di merasimê de ji bakur û başûr şandeyeke mezin hatin amade bûn. Bi deh hezaran beşdarî mirasima cenaze bûn. Dema Salîh Muslim oxir kirin peyama xurtkirina yekîtî û berxwedanê dan. Peyama hevgirtina siyasî û civakî dan. Di merasimê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî hat xwendin. Di peyamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Salîh Muslim wekî cêwiyê Sirri Sureya Onder pênase kir. Di şehadeta herdu kesan de jî kesên dervê têkoşînê jî bi bandor bûn. Hemû kesên dijber û li dervê têkoşînê anîn gel hev. Çawa ku şehadeta Sirri Sureya Onder, kurt, tirk, tirkmen û nasnameyên din anîn cem hev, şehadeta Salîh Muslim jî hemû nasnameyên cuda anîn cem hev. Malbat û eşîrên li dijî hev anîn cem hev. Ev dîmenê di merasima cenaze de derket holê, nasname, karakter û jiyana Salîh Muslim a ji bo aştî û azadiyê nîşan da. Wî ruhekî yekûnê û aştiyê ava kir. Ev ruhê ku wî ava kir tu carî nayê ji bîr kirin. Ruhê yekîtî û xurtkirina berxweranê derket pêş. Salîh Muslim xebatên yekîtî, aştî û demokrasiyê dimeşand. Hem di nava eşîran de, hem di nava malbatên welatparêz de û hem jî di nava nasnasname û baweriyan de xebatên dîplomasiya aştiyê dimeşand.”
Ew wekî remza aştiyê nas kirin
Ozgur Avzem destnîşan kir ku Salîh Muslim di dilê hemû eşîr û malbatan de cihekî taybet girtibû û wiha got: “Salîh Muslim ji bo her malbat, eşîr û civakên cuda xwedî cihekî taybet bû. Her kesî wekî sembola aştiyê nas dikir. Di çavê her kesî de wekî remza aştiyê bû. Ji ber vê yekê di merasimê de jî peyama ku derket pêş, mezinkirina xeta siyaseta aştî û civaka demokratîk û mezinkirina têkoşîna azadiyê derket holê. Bi taybet şandeya ku ji Bakur hatin, wekî siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî û Hevjîna Salîh Muslim Ayşe Efendî soza bilindkirina têkoşîna wî dan. Şandeya Bakur li Kobanê rastî eleqeyek mezin hat. Bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazî kirin. Ji ber hatina şandeya ji bakur kêfxweşiyek hebû, li aliyê din ji ber şehadeta Salîh Muslim xemgîniyeke mezin hebû.”
Ozgur Avzem, herî dawî bal kişand ser taybetiya Kobanê jî û wiha axivî: “Kobanê ji bo gelî Kurd cihekî taybet e. Ji ber vê yekê kesên nû hatin Kobanê bandoreke mezin li ser wan kir. Kobanê di dilê her kesî de cihekî taybet e. Kobanê bi têkoşîna Şehîd Gelhat, Arîn Mîrkanan, Zehra û Masîroyan, Vîyan Peymanan û herî dawî Şehît Salîh Muslim cihekî taybet di dilê her kesî de hişt. Ji ber vê yekê Kobanê bû sembola kela berxwedanê. Kobanê bi ked û têkoşîna van lehengan xeta berxwedanê wekî mîrateyek mezin hişt. Kesên hatin merasima cenaze Kobanê di wan de kelecan û ruhekî cuda ava kir. Salîh Muslim di dilê her kesî de wekî kesayeteke derwêş cih girt û ruheke ava kir. Di dilê her kesî de tovê jiyana watedar ava kir.”


