Di navbera DYA û Çînê de rageşiya 'Panama'yê mezin dibe
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, pênc welatên Amerîka Latîn û Karîbîk welatê Çînê sûcdar kirin ku li ser Qenala Panamayê 'bazirganiyê siyasî' dike. Di daxuyaniya hevpar de piştgirî ji Panamayê re hat dayin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Bolîvya, Kosta Rîka, Gûyana, Paragûay û Trînîdad û Tobago daxuyaniyeke hevpar dan û bi gotinên tund polîtîkayên Çînê yên li ser Qenala Panamayê rexne kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYAyê de hat ragihandin ku çalakiyên Çînê "Hewldaneke aşkere ya ji bo siyasîkirina bazirganiya deryayî ye" û hat îdîakirin ku ev yek gefê li serweriya welatên herêmê dixwe. Di belavokê de hat gotin, Panama ji bo sîstema bazirganiya global xwedî roleke krîtîk e û divê li derveyî zextên derve bê hiştin.
Di belavokê de hat gotin: "Her cûre hewldanên ku dixwaze zerarê bide serweriya Panamayê, ji bo me hemûyan gef e."
Rageşî piştî wê yekê bilind bû ku Panamayê kontrola du bendergehên şîrketeke ji Hong Kongê dewir wergirt. Ev biryar xwe dispêre hukmekî meha çileyê ya Dadgeha Bilind a Panamayê.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio meha derbasbûyî Çîn sûcdar kiribû ku dest daniye ser du keştiyên bi ala Panamayê. Çînê jî ev îdîa red kir û Washington tewanbar kir ku "sûcdariyên bêbingeh diafirîne."
Daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên li ser ji nû ve kontrolkirina Qenala Panama ji aliyê DYAyê ve, nîqaş hîn mezin kir. Qenal ji aliyê DYAyê ve di dema Serokê berê Jimmy Carter de bi peymanekê radestî Panamayê hatibû kirin.


