Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê yê Stenbolê de girse di bin wêneyê Abdullah Ocalan de meşiya

Li Stenbolê di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de girse di bin wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de meşiya.

1 deqe xwendin
Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê yê Stenbolê de girse di bin wêneyê Abdullah Ocalan de meşiya

1ê Gulanê, li seranserê cîhanê wekî Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran tê pîrozkirin. Li Stenbolê jî bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) 1ê Gulanê bi dirûşma “Ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek û biguherînin” li Îskeleya Kadikoyê tê pîrozkirin.

Di pîrozbahiya 1ê Gulanê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “PKK gel e li vir e” hate berzkirin. Meşa bi boneya 1ê Gulanê tê lidarxistin didome.