Di sala 2025an de 7 hezar û 900 koçber mirin
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di sala 2025an de li seranserê cîhanê nêzî 7 hezar û 900 koçberan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Li gorî rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) windahiya li ser rêya koçberiyê di asteke bilind de ye. Di sala 2025an de nêzî 7 hezar û 900 koçberan jiyana xwe ji dest dan, yan jî winda bûn.
Li gorî daneyên ku ji sala 2014an û vir ve têne komkirin, zêdeyî 80 hezar koçberî jiyana xwe ji dest dan, yan jî winda bûn.
IOMê diyar kir ku daneyên 2025an nîşan didin ku "helwesta neserketî ya global a li ser rawestandina mirina dikare pêşî lê bê girtin" dewam dike. Rêxistinê ragihand ku tenê ji destpêka salê û vir ve hezar û 723 kes li ser rêya koçberiyê mirin an jî winda bûn.


