Dîrok û çîroka navê Amedê -1-

La Rue, P. D., Somer, J. & Mariette, P. (1651) Assyria vetvs diuifa in Syriam, Messopotamiam, Babyloniam, et Assyriam. Paris: Sumptibus Petri Mariette Lutetiæ.

1 deqe xwendin
Dîrok û çîroka navê Amedê -1-
La Rue, P. D., Somer, J. & Mariette, P. (1651) Assyria vetvs diuifa in Syriam, Messopotamiam, Babyloniam, et Assyriam. Paris: Sumptibus Petri Mariette Lutetiæ. [Map] Retrieved from the Library of Congress, https://www.loc.gov/item/2004629154

Deng bi zerikê ket çi rast û çi derew.


Min di nivîsekê de behs kiribû bê ka agahiya derew/nerast ya der barê qehweya bi navê “Chicorée au Kurde” de çawa di rojnameyan û wîkîpediyayê de (di ya îngilîzî û fransizî de jî) belav bûye. Di rastiyê de, tu eleqeya “Chicorée au Kurde” û “qehweya kizwanan” û “qehweya tirkî” bi hev re tune ye, lê yekî li derekê gotiye/nivîsandiye ku ev qehweya dibêjin “qehweya tirkî” berê qehweya kurdan bûye û paşê tirkan ji kurdan diziye û kiriye ya xwe… û agahiya derew wekî tîrekê ji kevana xwe derketiye.


Heke bêjin çi eleqeya vê û navê Amedê bi hev re heye, ez ê bêjin, eleqeya wan ew deng e ku bi zerikê ketiye.
Di meseleya navê “Amed” û “Amîd/Amîda”yê de, tiştekî wisa anîne serê me kurdan ku em êdî wisa difikirin û wisa bawer dikin, em bûne dizên sola xwe!


Bi rastî jî navê bajêr ê kevn “Amîd” û “Amîda” bûye û van çend salên dawiyê kurdan navê “Amed”ê lê kiriye? Bêguman na. Lê çima gava em kurd dibêjin “Ame(?)d” em devê xwe wisa xwar dikin ku xelk fêm neke ka me gotiye “Amed” yan “Amîd”?


Bersiv her çi be jî sedem hinekî tirs e… tirs jî liser vê axê para bêkes û bêxwedanan e. Dibêjin birûsk li nav komeke mirovan bixe, ew ê ji xwe re yê bêkes û sêwî hilbijêre. Ma ne ji ber ku kurd “sêwî” bûn navê dewleta Merwanî di qeydiyên serdestan de “Mervanlogullari” bû û heman qeydî îdia dikin, “Tirk ji dema Naram Sîn ve li Amedê bi cî bûne” û di ser de jî dibêjin navê “Diyarbekir”ê berê “Diyarbakır” bûye (ango ev nav ji “bakır”a tirkî tê) û ji ber alfabe û “şîweya erebî” bûye “Diyarbekir”. Lê em (bi saya gotareke mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç) ji Herodot dizanin, dîroknivîs jî derewan dikin.

Bi çend hevokan kurtedîroka bajêr

Li ser dîroka Amedê gelek pirtûk û gotar û tezên ji bo lîsansa bilind û ji bo doktorayê hatine nivîsandin. Bi xêra înternetê min xwe gihand gelek nivîs/pirtûkan. Mirov dikare bêje, ji bilî rêzenivîsên Xerzî Xerzan û gotara Prof. Dr. Canan Parla, hema bêje hemû gotarên din kopiyên beşên pirtûka Şevket Beysanoglu û wîkîpedyayê ne. Jixwe ligorî standardên zanistî yên Tirkiyeyê kesekî dikaribe “kopî/paste” bike dikare li ser hemû mijaran teza doktorayê jî binivîse.
Dîroka bajêr di hemû çavkaniyan de hema hema wisa ye:

  1. Bajar ji aliyê Hurî-Mîtaniyan ve hatiye avakirin.
  2. Qralê Asûran Adad Nirariyê 1’ê welatê Hûrî-Mîtaniyan dagir kiriye, li ser şûrekî ku ji dema wî maye “Amîd” dinivîse.
  3. Dîroknûsê Romayê yê ji Antakyayê Ammianus Marcellinus di pirtûka xwe de navê bajêr wekî “Amîda” nivîsandiye.
  4. Heta serdema îslamê navê bajêr “Amîda” bûye, paşê bûye “Diyarbekir”, di sala 1937’an de jî ji bo xatirê Ataturk navê bajêr kirine “Diyarbakır”.
  5. Îdiayeke dawiyê heye ku wekî îdiaya di pirtûka Şevket Beysangolu de ye (bekir/bakır). Li gorî vê îdiayê navê bajêr berê “Tîkranokerta/Dîkranagerd” bûye û paşê çend tîp guherîne û bûye “Diyarbekir”.

Li gorî encamên lêkolînên arkeolojîk, rast e ku bajêr ji aliyê Hûrî-Mîtaniyan ve hatiye avakirin. Lê agahiyên din? Ez niha ji we re bibêjim, hemûyan konê xwe li ser derewan ava kiriye, hûn ê bawer bikin? Na? Nexwe em bipirsin, kî şûrê Adad Nirarî dîtiye yan dizane li ku derê ye ku dibêjin li ser “Amîd” dinivîse? Erê, Ammianus Marcellinus “AMIDA” nivîsandiye, lê ma em nizanim hemû alfabeyên latînî wekî hev nayên xwnedin? Gelo “bir” bi kurdî çawa tê xwendin û bi tirkî çawa tê xwendin? Çima em ê “AMIDA”ya latîniya dema Ammianus Marcellinus bi tirkî wekî “Amida” û bi kurdî wekî “Amîda” bixwînin? Çima kes nabêje li gorî lêkolînên arkeolojîk Tîgranokerta/Dîkranagerd li ku derê ye? Çima kes behsa nivîsên ji serdema Asûran mayî nake?

Rastiya Tîgranokerta/Dîkranagerdê

Ez hema bi kurt û kurmancî bêjim. Ez ji gundê Cimzerqê me û navbera gundê me û bajarê Dîkran 2 km tune ye. Ji bo pesendkirina agahiyan û şêwirînê ez bi her du nivîskarên hêja mamoste Merdan Newayî û mamoste Mem Xerzan re axivîm ku ez û mamoste Newayî gundiyên hev in û mamoste Xerzan ji Telîba ye ku ev gund di nav sînorên Tîgranakertayê de ye. (Ji bo agahiyên hêja spasiya her du mamosteyên hêja dikim)

Gundiyên gundên derdorê ji berê ve ji kavilên Xirabajar gelek pereyên ku dibêjinê “polikên Dîkran” derxistine û ji berê ve ji wê derê re dibêjin “bajarê Dîkran”. Ev agahiya gundî ji berê ve pê dizanin, ji aliyê zanistî ve jî di encama lêkolînên arkeolojîk de hatiye pesendkirin.

Îdiayên li ser navê Amedê

Em hemû dizanin, îro di nav gel de “Diyarbekir” ji “Amed”ê zêdetir tê bikaranîn û heçî navê “Amed”ê ye, her çend beriya PKK’ê hebûye jî bi riya PKK’ê li seranserê Kurdistanê belav bûye. Ji ber vê yekê ye, gelek kesên dijberên PKK’ê ku hin ji wan yên xwe wekî “dijberên mêtingeriyê” pênase dikin jî navê “Amed”ê qebûl nakin û ji dêvla vî navî ve navê “Diyarbekir”ê tercîh dikin. Di ser de jî îdia dikinku navê bajêr “Amîd” bûye û dîroka navê “Amed”ê bi dîroka PKKê re dest pê dike.

Hin kesên din îdia dikin ku navê kevn “Amîda” bûye û bi zimanê asûriyan bûye. Wekî hemû nivîskarên tezên zanistî (?) çavkaniya îdiaya wan Şevket Beysanoglu ye ku wî nivîsandiye “Adad Nîrariyê qralê asûran li ser destikê şûrê xwe ‘Amîd’ daye nivîsandin”. Lê Beysanoglu di heman rûpelê de wisa jî nivîsandiye: “Di berhemên erebî de jî bi piranî wekî Amed derbas dibe.” Mixabin kes behsa vê nake… ji bilî Prof. Dr. Canan Parla û malpera walîtiya Amedê ku tê de nivîsandiye “li ser destikê şûrê hikumdarê asûran Adad Nirari I (1316-1281 B.Z.) Amîdî yan Amedî hatiye nivîsandin”.

Mixabin li gel vê agahiya walîtiya Amedê jî Weqfa Mezopotamyayê ku bi pirtûkçeya xwe ya li ser gramera kurdî zirareke mezin da standardbûna kurdî, di wê pirtûkçeya xwe de di lîsteya navên bajarên Kurdistanê de “Amed” nenivîsandiye. Li gel ku Batman (Êlih) û Entab (Dîlok) bi du navan hatine nivîsandin, bajarê Amedê (di rûpela 27’