Dîtin û (lê)nêrîn
Gelo we vî sernavî nihêrî got, ev çi ye lo me nexapîne û hûn ê dev jê berdin nexwînin? Eger wisa be hûn ê derfetê lênêrînê ji destên xwe bikin; gotin ji min. Tîka heye heta dawiyê vê nivîsê bixwînin.

Gelo we vî sernavî nihêrî got, ev çi ye lo me nexapîne û hûn ê dev jê berdin nexwînin? Eger wisa be hûn ê derfetê lênêrînê ji destên xwe bikin; gotin ji min. Tîka heye heta dawiyê vê nivîsê bixwînin. Ez bawer dikim ku hûn ê aliyekî rastiya ji aliyê nêrînê ve destê xwe bikin. Bi çavekî piçûk li van her du lêkerên masûm nenihêrin, binê wan dagirtî ye, mantiq û felsefeyek tê de veşartî ye ku eger hûn bikaribin lê binêrin. Belê mijara me tam jî ev e; ku hûn bikaribin lê binerin!..
Dîtin û (lê)n(ih)êrîn; nêrîn, du lêker in. Di navbera wan de têkiliyeke weke lêkerên bûn û kirine heye. ‘Bûn’ bi otodînamîzmê yanî jixweber dibû lê lêkera ‘kirin’ê ji aliyê dînamîzmeke jiderve ve derdiket meydanê. Min ev mijar di 30’ê hezîranê hejmara 128’an a rojnameya Xwebûnê de pêşkêşî xwîneran kiribû.
Dîtin weke ‘bûn’ kiryareke jixweber e. Mirov bixwaze jî nexwaze jî dibîne bes tenê çavên mirov girtî nebin. Çi ber çavên mirov bikeve mirov dibîne. Ji ber vê jî dîtin çalakiya çavan e. Nêrîn, lênêrîn, lênihêrîn kiryareke nejixweber e, motora nêrînê zanîn e, arastekirina hiş û mêjî ye, belkî hest e, evin e û hwd ango tiştek an jî hewcedariyek ji nav mirov, mirov diniçine û araste dike. Ji ber vê jî nêrîn çalakiya mêjî ye, hiş e, dil e. Nêrîn di encama daxwazê de derdikeve. Kesek nexwaze tiştekî binêre dikare nenêre. Lê kesek nexwaze jî dibîne. Dîtin an nedîtin di bin kontrola mirovan de nîn e. Lê nêrîn di bin kontrola mirovan de ye, mirov bixwaze dinêre. Ji ber vê jî çavên dîtinê û çavên nêrînê ne yek in. Dibe ku çavên dîtinê kor bin lê çavên nêrînê her tim zanînê diteyisînin.
Ji ber ku nêrîn karê hiş û mêjî ye, di nêrînê de mantiq heye, analiz heye, nirxandin heye, dawiya dawî felsefe heye.
Em dikarin bêjin di dîtin û nêrîna heywana de jî heman rewş heye. Dîtin jixweber e lê nêrîn ji hiş û mêjî zêdetir çalaki û karê ajoyan e. Ajo dîrektîfê didin çav lê dinerin. Weke mînak; xetere, birçîbûn, revîn, tîbûn û hwd ajoyan arasteyî madeya ku hewceyî pê heye, dike.
Mirov têgihiştina dinavbera dîtin û nêrînê de dikare wiha bide fêmkirin. Em du mirovan bigirin dest. Her du jî mirovekî kincên wî qelişî dibînin. Heman tiştî dinêrin lê di navevbera vegotinên her duyan de ferq heye. Yê ku bi çavên dîtinê ve lê dinêrê tenê kincên qelişî dibîne. Lê yê ku çavên nêrînê lê dinêre di şexsê kincqelişî de xizanekî/ê, rebenekî/ê dibîne. Di rewşa yê pêşîn de tenê dîtbarî heye lê di yê duduyan de analiz, nirxandin û lêpirsîn heye. Yê ku tenê bi çavan dibîne pirsa çi, çima nake, mêjiyê wî/wê di vê kûrayê de nîn e. Lê yê din bi çavê mêjî, hiş û analîzê ve lê dinêre, jixweber di serê wî/wê de pirsên çi, çima çêdibin û bersivên van pirsan dibe encamê û digihîje analîzeke wiha; ev kes xizan e. Dibe ku ne xizan be lê anazlîzek heye, fikrek di hiş de çêbûye îhtimala rastiya wê zêde ye. Bi vê rêbazê em dikevine nav mantiq û felsefeyê. Mantiq qinaetkirina vê agahiyê ye. Jixwe bi zimanekî hêsan felsefe dayîn û şîrovekirina bersivên pirsen çi, çima ye. Ango em dibînin ku di nêrînê de ji bilî


