Rewşa mirov

Delalek jin, ji me, ji qurcika dilê me, dipirse; ji notî vir ve (ji salên 1990î û vir ve li ser vê axê, li Kurdistanê); goristanên komî, çalên asîtê çi ne, cenaze li şikêran li çi digerin? Kîjan wijdan mirovan dixe vî halî, rewş çi dibe bila bibe! Dayikên şemiyê çi dixwazin, kê çi bersiv da wan!

1 deqe xwendin
Rewşa mirov

Rojekê min li çar mirovan guhdarî kir, wan qala çar çandên cuda kirin, tev jî li ser rewşa mirov.

Mirov matmayî jî dimîne û rewşkek asayî ye jî. Ka mirov çi ye! Em çi li rewşa wî/ê bar dikin, çi barî lê dikin, lê rastî-heqîqet... Kîjan e rastiya wî/ê.

Li gorî baweriya ermenan; kevir girîng e, kevir dilê hişkbûyî ye, dilê hişkbûyî. Mirov ji axê hatiye dê here axê. Di navbera kevir, ax û mirov de têkiliyek jiyanî heye, diyalektîka jiyanê… 

Baş e, dil çawa dibe kevir! Bi kîjan zordarî, zilm û tundiyê! Ev çawa nedilrihmî ye. Rihmê bar kir ku derê ku dil dike kevir. Ev çawa wijdan e! Ku mirov tiştên li jiyanê bûyîne dide ber çavan, ne dûrî aqilan e. Baş e mirovînî û mirovhezî ma li ku! Wijdan bi ku ve dikeve! Çawa cîran dibe kujerê cîran, kujer, kujerê bira… rihma dil lê li ku! Li gor rewşa kujerî, tecawiz û tunekirinê rihm bar dike ku! Rihm bi ku ve diçe! Ji dil re tenê kevirbûn dimîme… ji min û ji te, em çi navî li vê rewşê bikin? Rewşa li Amerîkayê ya dawîn rûyê kê sor dike! “Belgeyên Epsteîn” emelê kê ne, ev çi bêexlaqî û rezîltî ye?

Erê, guhertina mekan a bi darê zorê jî tundî ye. Mirovhezî, heziya canlidarî ma li ku! Şewata gundan a mirovan û koçberî, kuştin û tecawiz sûc û gunehê kê ne? Bila ev pirs li vir be!

Li gorî psîkolog ango ruhzaneyan; jiyan bi mirinê re duelo ye, derba kê lê bê. Li ser vê axê, yanî li ser rûyê dinyayê dad ango dadmendiya mirinê tune ye. Sînor di navbera mirin û jiyanê de şolî ne, nexuyayî ne. Em gişk mirov in û rewşa me çi be, zayîn û mirin ne di destên me de ye. Roja ku em tên ser rûyê dinyayê bi mirinê re dikevin berberiyê, em jê direvin, dixwazin wê bi dûr bixin; derman, xweşî, xwarin, şer… Lê ew her bi ser dikeve û em mirin û jiyanê tevlihev dikin. Mirin ser bi seriyê ji qebûl nake, kengî kêfa wê bixwaze! Tim em mirov wehîd in, zêdeyî jî jiyan mîna zilindar e, tehl e,  nexasim ji bo me bindestan…

Çavên me jî têr nabin, encam kulmek ax… Ê… em hatin çi, çûyin ji bo çi? Bila ev jî pirsek be!       

Meleyek ji me, ji nav me kurdan, ji dilê me dipeyive; wehşeta li hember cangoriyan, wehşeta li ser cenazeyên kurdên berxwedêr, helwesta dewletê ya li hember miriyan dê çawa bê ravekirin, îzaha vê çi ye! Zilma li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê… Karwanê êşê ye Cizîr! Ji dewsa cenazeyê mirov ha ji te re 5kg hestî! Hiştina bêavî, av… erê av. Hurmeta li hember beşerê Xwedê / Xweda ev e! Ev ê mirovatî!  Temam şer jî heye, neyartî jî… Jinxasî û mêranî jî heye, bêbextî û xayîntî jî. Lê mirin, li hember mirî ka wijdan! Ma dil nebe kevir dê bibe çi! Tew cangoryên ji çar parçeyên welêt li Kobanê tên cem hev, mizgîna azadiyê, mizgîna hebûnê ji bo kurdan! Kî dikare vê romanê binivîse! Ka însanetî li ku ye? Bila dijmirovî xelat be ji bo we… Pirs bûn sisê!

Delalek jin, ji me, ji qurcika dilê me, dipirse; ji notî vir ve (ji salên 1990î û vir ve li ser vê axê, li Kurdistanê); goristanên komî, çalên asîtê çi ne, cenaze li şikêran li çi digerin? Kîjan wijdan mirovan dixe vî halî, rewş çi dibe bila bibe! Dayikên şemiyê çi dixwazin, kê çi bersiv da wan! Wendahî, wendahiyên mirovan çi ne, tê çi wateyê… Tew texrîbkirina goristanan! Birina hestiyan ji cihê wan û xistina wan a bin peyarêyan li bajarê qedîm ê xwedêgiravî navenda şaristaniyê! De bipeyivin serdestno, mêtingerno, ev e şaristaniya hemdem!  Erê dilo, ma dawiya derewan li ku ye! Ev e pirsa çaran!

Bersiv ma li cem serdestan, ka ew jî mirov in gelo! Lê ku ne mirov in, çi ne! Rewşa mirov çi ye? Bersiv ma li gel we, li gel wijdanan, li gel çanda rengîn! Çanda rengîniya biharê, bihara rûNewrozîn! Newroz; agir û ruhgermiya afirîna jiyanê! Jiyanek wekhev û azad! Derman yekîtî!

Ê me, axa me, dilê me çar parçe ye, em ê bikin yek. Bersiva çar pirsan yek e. Welat, ax yek e Kurdistan yek e… Êş, elem û keser dê bibin hêza afirînê!

Em pîrozî û qenciyê dixwazin, li mirov bar dikin, lê rewşa heyî ya her serdeman ne ev e. Tim tarîtî û xerabî serdest e. Helbet ne xwerû, lê bi zêdeyî. Kur-keç dê û bav diavêjin kolanê; dê û bav jî zarokan. Kujeriya jinan bûye ji rêzê, mirovahî tev qurbana wan. Kes jî xwe bêguneh nabîne, tev jî bawermend! Em hêviya xwe wenda nakin. Hêvî di mirov de ye, mirov hêvî bixwe ye jî… Lê tim, her tim ewrên tarî li ser gerstêrka me ya girover a keskeşînî. Xerabî dibare, hovîtî, tev jî li ser navê xwedêgiravî pîrozî, pîroziya afirînerê mezin…

Bila berê xwedîwijdanan li Kurdistan, li kurdan, li Rojava be, li Kobanî…

Jinên kurd ronahî, şervan û mirovparêz in. Hêvî li wir e…

Keziyên wan ên hûnandî bi êşkêşîn, lê bi hez, bi hêz û ruhfedayîtî hevî, azadî, yekîtî û evînê diafirînin, yekîtiya kurdan û ya mirovahiyê jî…

Ronayî û felata keziyên jinên kurd bişopînin, wijdanên xwe bişon ji qirêjiyê. 

Hêvî jin, jiyan, azadî ye.