Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên Kurd were bihîztin
DGD-KON li dijî darvekirinên Rejîma Îranê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku Rejîma Molla ya li Îranê bi awayekî eşkere û sîstematîk siyaseta cudakariyê li dijî gelê kurd dimeşîne û got: “Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî yên kurd were bihîztin û hemû biryarên darvekirinê tavilê bên rawestandin”

Konfedesrasyon û Platforma Komaleyên Rojhilat u Başûrê Rojhilat (DGD-KON) li dijî êrîş û darvekirinên rejîma Îranê yên li dijî gelê kurd didomîne daxuyaniyeke niviskî parve kir.
DGD-KON daxuyaniyê bi sernavê “Li Îranê darvekirin û zextên pergalî ên Rejîma Molla li ser xelkê sivîl bi tundî tên meşandin nayên qebûlkirin” parve kir û da zanînku rejîma zext, îşkence û darvekirinê li ser sivîlan û gelê kurd ferz dike. Di berdewama daxuyaniyê de DGD-KON sepanên tên meşandin bi awayekî tund şermezar kir û wiha got: ” Di dîrokê de tê zanîn ku rejîmên otorîter ên ku nikarin pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, bi tundûtûjî û terora dewletê li ser gelê xwe radibin. Rejîma Molla ya li Îranê jî bi dehan salan e bi heman polîtîkaya hovane dimeşe; bi awayekî eşkere û sîstematîk siyaseta cudakariyê ya li dijî gelê Kurd dimeşîne û heta mafên herî bingehîn ên mirovan jî binpê dike.”
‘Rejîm zext, îşkence û darvekirinê zêde dike’
Di berdewama daxuyaniya xwe de DGD-KONê da zanîn ku di 3-4 salên dawî de taybetî li ser ciwanan girtin, îşkencekirin û biryarên darvekirinê yên rejîma mollayan zêde bûye û wiha pê de çû: “Ev ne bûyerên takekesî ne, lê siyaseteke fermî, plankirî û sîstematîk a dewleta Îranê ye. Yek ji nimûneyên herî dawî Naser Bakrzadehe ku sê sal in di zindana Urmiyê de bi îşkenceyên hovane re rû bi rû maye û niha bi cezaya îdamê re tê rûbirûkirin. Nameya wî ya ji zindanê, bangeke bi hêz e ji bo edaletê û rûmeta mirovahiyê.”
‘Darvekirin sûcê mirovahiyê, bêdengî jî hevkarî ye’
DGD-KONê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî sepanên Rejîma Îranê da û wiha got: “Pratîkên darvekirin, îşkence û cudakariyê yên rejîma Molla sûcên li dijî mirovahiyê ne. Bêdengiya li hember van sûcan rasterast hevkariya bi wan re ye. Em civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên demokratîk û hemû kesên xwedî wijdan bi tundî bang dikin ku tavilê tevbigerin. Divê dengê Naser Bakrzadeh û hemû girtiyên siyasî Kurd were bihîstin û hemû biryarên îdamê tavilêbên rawestandin.
‘Em ê çav li van sûcan negirin’
Di dawiya daxuyaniya xwe de DGD-KONê banga dawîkirina sepanên dermirovî kir û wiha got: “Bi lez û bez dawî li vê siyaseta hovane ya îdam û darvekirinê bînin. Ji polîtîkaya cudakariya neteweyî ya li dijî gelê kurd û hemû gelên din dest berdin. Dev ji vê pergalê ya zalimane berdin û pergaleke li ser bingehê edalet, wekhevî û qanûnê ava bikin. Ger hûn îro jî berdewam bikin, bedela wê ne tenê ya kesan, lê ya wijdana mirovahiyê ya giştî wê bibe. Em ê qet bêdeng nemînin. Em ê çav li van sûcan negirin. Em ê her dem li kêleka wan ên ku ji bo azadî, rûmet û mafên xwe têkoşîn dikin bin û dengê wan bilind bikin.


