Divê modela alternatîf di jiyana civakî de misoger bibe

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya li ser dîroka têkoşîna azadiya jinên kurd wiha got: ‘’Di serdema sedsala 21ê de, dawaza jinan a herî sereke azadî ye. Ji bo azadiyê jî divê jin yekîtî û tifaqa xwe çêbikin û bikaribin azadiya xwe, zarok, xweza û civakê biparêzin. Modela alternatîf a ku bi felsefeya hevjiyana azad û jineolojiyê ku bi teşiya jinan hatiye ristin, dê jiyana civakî misoger bike. Wê demê jiyana birûmet û azad watedartir dibe.”

1 deqe xwendin
Divê modela alternatîf di jiyana civakî de misoger bibe

Jinên kurd ên şoreşger, li dijî dîroka baviksalar a ku bi destê kujerên kastîk û modernîtaya kapîtalîst hatiye nivîsandin, bi ristina teşiya heqîqetê dîroka azadiya jinan derxist holê û ew ji nû ve vejand. Jinan bi dayîna têkoşîna 50 salan berxwedan honand û jiyaneke azad a alternatîf afirand. Her wiha jinên kurd bi civakê re hevpeymaneke nû danî, di her beşan de zanîngeh, akademî, gundên jinan jinwar ava kirin, di qada navneteweyî de torên jinan ava kirin û îro jî bi pêşxistina zanista jineolojiyê pêşengiya modernîteya demokratîk û civaka demokratîk dikin. 

Em li ser dîroka jinên kurd ên şoreşger, bîrdoziya rizgariya azadiya jinan bi endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya re axivîn.

Dîrok çi ye, têgiha dîrokê bingeha xwe ji ku digire û ji bo jinan çi îfade dike? 

Wateya dîrokê ew serpêhatî ne ku hatine jiyîn. Dema ku em li koka têgihê dikolin, em rastî vê heqîqetê tên. Wek têgih dîrok (dî-rok), yanî tiştên duh hatine jiyîn; rojên hatine jiyîn, rojên hatine dîtin û rojên hatine derbaskirin. Pênaseya giştî di têgiha dîrokê de ye. Em dikarin wek têgih dîrokê bi vî rengî pênase bikin. Tiştên di dîrokê de hatine jiyîn û derbas bûne, em şopên wê di roja me ya îro de dibînin û li pey şopên dîrokê dikevin. Lê ya girîng ew e ku em kîjan dîrokê diparêzin û kîjan dîrokê red dikin. Gelo dîrok çawa û ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin? Divê ya herî girîng lêpirsîna vê yekê be. Dema ku em wek jin, wek gelê kurd, li dîrokê mêze dikin, em dibînin ku dîroka me pir nayê zanîn, nayê naskirin û nehatiye nivîsandin. Dîroka ku hatiye wendakirin û tunehesibandin, ew dîrok jî dîroka jinan e. Ji ber vê sedemê em wek têkoşîna azadiya jinên kurd, yek ji karên me yê herî sereke ew e ku, em pirsa yekemîn ji xwe bikin. Em kî ne? Ji ku derê hatine? Çawa jiyane? 

Têkoşîna azadiya jinên kurd ên şoreşger çawa dest pê kir û jiyaneke çawa afirand?

Dema ku em li dîroka ku hatiye nivîsandin dinihêrin, dibînin ku dîrok ji dîtina nivîsê tê destpêkirin. Ev pênaseyeke şaş e û li ser esasê baviksalarî û desthilatdariyê hatiye pênasekirin. Lê dîrokeke komunal heye û bi taybetî jî dîrok dîroka jinan e ku hatiye bipêşxistin. Lê mixabin piştî jiyana komunal, zordariya mêran li ser jinan tê ferzkirin û di navbera jin û mêran de şerekî dijwar derdikeve holê. Em vî şerî di çîrokên mîtolojîk, lêkolîn û xebatên arkeolojîk de dibînin. Jinan her çiqas zor û zehmetî kişandibin jî, lê bi ruhê xwe yê berxwedêr jiyana xwe ya komunal ava kiriye û ruhê civaka demokratîk a exlaqî û polîtîk parastiye. Wek têkoşîna azadiya jinên kurd jî, ew di 1978an de bi xwedîderketina vê mîrateyê ketin rê û dest bi lêgerîna heqîqetê kir. Em dizanin hinekî taybetmendiyên gelê kurd hene. Kurdistan metînger e. Jin jî metîngerê metîngeran e. Piştî 1978an xwerêxistinkirina xweser hat avakirin û pêl bi pêl, hem di aliyê têgihî, hem di aliyê rêxistinî û hem jî di aliyê sazîbûnê de têkoşîna azadiya jinan bi pêş ket. Di serdema niha de jin şoreşê pêk tînin, analîzan dikin û zanista jinan jineolojiyê bi pêş dixin.

Bîrdoziya rizgariya azadiya jinan çawa bi pêş ket û niha di kîjan astê de ye? Hûn wek jinekê ku li ser zanista jinan jineolojiyê dixebitin vê mijarê çawa dinirxînin?

Her têkoşînek bîrdoziyekê dixwaze. Mirov li ser kîjan rê û rêbazê dimeşe û kîjan nirxan diparêze, bîrdozî wê diyar dike. Taybetmendiya jinên kurd ew e, her tim pratîkên xwe di ber çavan re derbas kirin, dahûrandinên wan kirin, li gorî wê têgih ava kirin. Ango pratîk, têgih û rêxistinkirin bi hev re dan meşandin. Li ser van esasan gav bi gav meşiyan. Di 8ê Adara 1998an de Rêber Apo bîrodoziya rizgariya azadiya jinên kurd diyarê jinan kir. Dema ku bîrdoziya rizgariya azadiya jinên kurd hat îlankirin, berî wê jî gelek gav hatin avêtin; xwerêxistinkirina xweser, arteşbûn, teoriya qutbûna ji pergala dewlet û baviksalariyê, ‘kuştina zilam’ hwd. Ev hemû hatibûn bipêşxistin û wek pêla duyemîn jî bîrdoziya rizgariya azadiya jinan hat bipêşxistin. Bîrdoziya rizgariya jinan ji pênc rêgezan pêk hat; welatparêzî, vîna azad, rêxistibûn, etîk û estetîkê. 

Rêgeza bîrdoziya rizgariya azadiya jinan a yekemîn welatparêzî ye, çima gelo? Welatparêzî ji bo jinan çi îfade dike?

Welaparêzî ji bo jinan çima girîng e? Taybet ji bo jinan welatparêzî wek rêgezekê hat diyarkirin. Têkiliyên jin, ax û jiyanê, xwe bi hevdu pênase dikin. Civakbûna mirovahiyê jî ku li dora jinan hatiye avakirin, li ser van esasan e. Axa ku mirov li ser dijî divê nas bike, çanda wê bizanibe, jê hez bike, civaka wê, erdnigariya wê nas bike û divê jin bizanibe ku ji bo çi têdikoşe. Ev rêgezeke bingehîn e ku hem bîrdoziya rizgariya azadiya jinan, welatparêzan û hem jî ji bo şoreşgeran rêgezeke sereke ye. Bêguman ji bo mirov welatê xwe biparêze jî hewce ye ku mirov birêxistinkirî be. Mirov bêrexistbûn nikare têbikoşe. Yek ji rêgezên bîrdoziya rizgariya azadiya jinan, vîn û fikra azad in. Eger vîn û fikir azad nebe, mirov nikare bi fikreke koletiyê têbikoşe û azadiyê bi pêş bixe. Ji bo têkoşîn û rêxistibûna xwe vîn û fikra azad jêneveger in. Yek ji rêgezên bîrdoziya rizgariya azadiya jinan a herî balkêş etîk û estekîk e. Xala etîk û estetîkê dikare di bîrdoziyekê de çawa cih bigire yan jî çi pêwîstî pê heye ku xala etîk û estetîkê di bîrdoziya rizgariya azadiya jinan de cih bigire? Rêber Apo piştre jî gelek caran binê wê xêz kir û got: “Estetîk herî zêde bi jinan ve girêdayî ye. Jiyaneke nexweşik ne hêjayê jiyanê ye. Jiyan bi etîk û estetîkê xweşik û watedar dibe. Kesên şer dikin azad dibin, kesên azad dibin xweşik dibin, kesên xweşik dibin tên hezkirin.’’ Em dikarin rêgeza etîk û estetîkê wiha formule û pênase bikin.

Jinên kurd ji asta têkoşînê çawa ber bi asta rêxistibûnê ve çûn?

Jinên kurd dema ku dest bi têkoşînê kir, rêxistbûna xwe ya xweser tunebû. Fikrên sosyalîzm û netewebûnê pêşdetir bûn. Jinan li ser van esasan li nav têkoşînê cih digirtin. Dema ku jin tev li rêxistinê dibûn jî ji astengiyan xilas nedibûn. Ji ber ku di nav têkoşînê de jî hişmendiya baviksalariyê li pêşiya jinan astegiyên herî mezin derdixistin. Ji bo jinan şans bû ku Rêber Apo bibû Rêberê têkoşînê. Rêber Apo dibêje; “Hewce ye jin artêşa xwe bi pêş bixin, ne ku jin ji nav gerîlla derkevin.” Li ser vî esasî ji 1993yan şûn de artêşbûna jinan bi pêş ket. Di 1999an de partiya jinan hat avakirin. Ev tê çi wateyê? Jin ne tenê têdikoşin, jin di heman demê de bernamzetên rêveberiyê ne û dixwazin ji civakê re rêvebertiyê bikin. Jin di Tevgera Azadiyê de wekî hêza rêvebirin û çareseriyê hatin dîtin. Jinan di hemû qadên jiyanê yên xweser de xwe birêxistin kir, sazî, kovar, rojname, ajans û televîzyonên û hwd. ava kirin. Pergala hevserokatiyê ji bo newekheviya di navbera jin û mêran de were çareserkirin, wekî rêbazekê hatiye pênasekirin. Ev rêbaz di encama tekoşîna azadiya jinên Kurdistanê de pêk hat û ev têkoşîn hê jî berdewam e.

Rêxistina ku jinên kurd ava kiriye, mirov dikare wê wek pergaleke alternatîf pênase bike? 

Ez dixwazim ji gotina alternatîf dest pê bikim. Gotina altenatîf me teng dike û hepis dike. Li hemberî tiştekî din tu tiştekî pênase dikî. Ev nêrîn dihêle ku em di nav dualîzmê de bimînin. Ji alternatîfê zêdetir derfetên azadiyê dide yan na? Eger em wê wisa pênase bikin, rêxistinbûna ku jinên kurd ava kiriye bi rastî jî derfetên azadiyê ava dike, hêvî dide mirov, hêvî dide mirov têbikoşîn û jiyaneke azad bi peş bixe. Di têkoşîna azadiyê ya 50 salî de gelek mînak hene. Ji Bakur heta Rojava jinên kurd şoreş pêk aniye. Şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinan tê pênasekirin. Jinên Rojava bi her awayî xwe birêxistin kir û ji pergala ku li wir hat avakirin re pêşengî dikin. Li Rojava zewaca bi zarokan re hat qedexekirin. Her wiha zewaca bi darê zorê û bi du jinan re jî hat qedexekirin. Êdî mêr nikarin der barê jinan de biryaran werbigirin. Ev bingeha dewlemend li ser esasê hevpeymana azadiya jinan hat avakirin.

Herî dawî ji bo siberoja jinan dixwazin tiştekî taybet bînin ziman?

Di serdema sedsala 21emîn de, dawaza jinan a herî sereke azadî ye. Ji bo azadiyê jî divê jin yekîtî û tifaqa xwe çêbikin û bikaribin azadiya xwe, zarok, xweza û civakê biparêzin. Modela alternatîf a ku bi felsefeya hevjiyana azad û jineolojiyê ku bi teşiya jinan hatiye ristin, dê jiyana civakî misoger bike. Wê demê jiyana birûmet û azad watedartir dibe.

Nûçeyên Eleqedar