Komar bi vî halî nameşe

Siyasetmedar vexwînera Konferansa Komara Demokratîk Gultan Kişanak têkildarî konferansê diyar kir ku di vê serdemê de demokratîkbûn bi qasî nan û avê pêwîst e û got: “Astengiya li pêş demokrasiyê neçareseriya pirsgirêka kurdî ye. Em ê bi her alî mesela kurdî biaxivin. Komara ku rastiya gelê kurd û gelan esas bigire dikare demokratîk bibe.”

1 deqe xwendin
Komar bi vî halî nameşe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê sibata 2025a de banga Aştî û Civaka Demokratîk kiribû. Li ser bangê PKKê xwe fesix kir û çek şewitandin. Dîsa hêza xwe ya leşkerî ji Tirkiyeyê vekişand. Piştî van gavan meclisê komîsyonek ava kir. Lê piştî komîsyonê rapor pêşkêşî meclisê kir, heta niha gavên şênber ji aliyê hikûmet û dewletê ve nehatine avêtin. Ji bo gav bên avêtin, bi pêşengiya rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan dê, di 13-14ê hezîranê de, li Stenbolê Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn de de bê lidarxistin. Di konferansê de dê ji çareseriya pirsgirêka kurdî heta aştiya civakî, ji demokratîkbûnê heta pirsgirêkên nasname û baweriyan gelek mijar bên nîqaşkirin. Li dawiyê jî wê nexşerêyeke bi navê ‘Banga Demokratîk a ji bo Sedsala Nû’ bê aşkerekirin. Vexwînera Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn Gultan Kişanak têkildarî armanc û girîngiya konferansê pirsên Azadiya Welat bersivandin.

Çi pêdivî bi konferanseke wiha hate dîtin?

Pêvajoya ku em niha tê de ne, nîşan dide ku demokratîkbûn êdî bi qasî nan û avê pêwîst e. Pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê yên piştperdeya dîrokê hene. Di sedsala borî de Tirkiyeyê ev pirsgirêk çareser nekirin. Hem barê giran ên pirsgirêkên borî, hem jî rageşiya siyasî ku ji ber pirsgirêkên rojevî, mecbûr dike ku gavên demokratîk bêne avêtin. Dîsa geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn neçar dike ku Tirkiye di aliyê demokratîkbûnê de deriyekî nû vebike. Demek dirêj e gelek beşên civakî yên li Tirkiyeyê dijîn, di aliyê demokratîkbûnê de daxwazên wan hene. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bendewariya kurd, elewî, karker, jin û ciwanan heye. Ji bo em van hemû pêdiviyan bi berfirehî nîqaş bikin û li çareseriyê bigerin pêwîstî bi nîqaşeke wisa heye. Dîsa ji bo siberojê em bi hev re perspektîfekê deynin holê, pêdivî bi nîqaşeke hevpar heye.  Konferans ji ber vê pêdiviyê pêwîst e. 

Girîngî û wateya vê konferansê çi ye?

Em dixwazin kesên cuda yên civakê bînin cem hev û ji bo çareseriyê nîqaşeke hevpar bikin. Em bi hev re perspektîfeke hevpar ku siberoja me hemûyan eleqeder dike bi pêş bixin. Em bêhtir hev fêm bikin û pêdiviyên hev bibînin. Ji bo em perspektîf û nêrînên hev fêm bikin, konferans pir bi wate ye. Em hevî dikin ku di van nîqaşan de perspektîfeke hevpar a demokratîkbûnê derbikeve. Di heman demê de, ji bo civakê bike kirdeya demokratîkbûnê dê bibe bingeha vexwendinê. Ev konferans di heman demê de bang û vexwendina hemû beşên civakê ya ji bo demokratîkbûnê ye. Ji bo demokratîkbûnê banga girtina berpirsyariyê ye. Em hêvî dikin ku piştî vê konferansê li deverên din ên welêt bi beşên cuda yên civakê re van nîqaşan berdewam bibin û beşên cuda yên civakê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de xwe wekî aktorên sereke bibînin.

Di konferansê de dê çi bêne nîqaşkirin? 

Di konferansê de, dê sedsala borî ya komarê, pêvajoya avakirina komarê, geşedanên piştî avakirina komarê û pirsgirêkên ku îro em dijîn bêne nîqaşkirin. Lê em dixwazin siberojê û sedsalên pêş me jî biaxivin. Derbarê sedsala borî gelek nîqaş hatin kirin. Belgeyên dîrokî hatin bidestxistin. Bêguman em ê li ser sedema pirsgirêkên heyî yên sedsala borî jî biaxivin. Lê zêdetir em ê li ser perspektîfa avakirina demokratîk a hevpar bisekinin. Di vê konferansê de 3 sernav hene. Em ê hinekî dema borî û piştperdeya dîrokî ya komarê, hinekî rewşa îro û bi giranî jî em ê li ser siberoja hevpar û siberoja xwe ya demokratîk biaxivin. Pirsgirêka kurdî li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê astengiya herî bingehîn e. Ji ber vê yekê em ê li ser raboriya pirsgirêka kurdî, rewşa îro ya pirsgirêka kurdî û di siberoja Tirkiyeyê de meseleya kurdî biaxivin. Em ê li ser çareseriya pirsgirêka kurdî a bi rêbazên demokratîk jî di konferansê de biaxivin.  Ji bo çareseriya hevpar em ê bi her alî meseleya kurdî nîqaş bikin. 

Komara Tirkiyeyê çiqas demokratîk e, ku ne demokratîk be çima? 

 Li Tirkiyeyê mixabin komar demokratîk nebû. Meseleya demokratîkbûnê wekî pirsgirêka sedsalî li pêş me li benda çareseriyê ye. Em derbasî sedsala duyemîn a komarê dibin. Lê ev pirsgirêk hîn bi awayekî ku can/ruh distîne li pêş me radiweste. Bersiva pirsa ‘Komar ava bû, lê çima demokratîk nebû?’ a herî baş, hêzên ku komar ava kirin, xwedî hişmendiya yekperest bûn. Hemû beşên civakê nedîtin û xwestin netewe-dewletek yekperest ava bikin. Ev jî bû sedem ku komar demokratîk nebe. Hişt ku pirsgirêkan ava bike. Aqilê dewleta ku li ser civakê bibe amûrê tepisandinê û civak têxe yek qalibî, dê pirsgirêkên demokratîkbûnê bijî. Di tevahiya cîhanê de pêdiviya komarê li ser esasê pêdiviyên civakê derketiye holê. Armanca komarê, ew e ku gel tev li rêvebiriyê bike û monarşiyê têk bibe. Di peymanên civakî de, zagon û qanûnên ku civak hêzê di destê xwe de digire û îktîdarê bi sînor dike cih digirin. Ji bo komar demokratîk bibe, pêdivî bi Destûra Bingehîn a ku hêza desthilatê bi sînor bike heye. Hêz jahrînî dike. Eger hêza desthilatê neyê sînordarkirin, li ser serê civakê dibe destpot. Armanca Peymana Civakî jî ew e ku hêza dewlet û desthilatê bi sînor bike û vîna civakê derxe pêş. Mixabin dema li Tirkiyeyê komar ava bû, ev pergal dijberî demokrasiyê bi pêş ket. Devlet pîroz hatiye ditin û hêza civakê hatiye sînordarkirin. Di komarên demokratîk de desthilat û dewlet tên sînordarkirin û vîna civakê esas tê girtin. Li ser esasê pêdivî û bendewariyên civakê desthilat kar dike. Di komara demokratîk de ya esas civak û gel e. Ya xwedî vîn civak e. Bêyî vîna gel feraseta rêvebiriyê ne pêkan e. Li Tirkiyeyê, ji nasname, bawerî û rengên cuda ditirsin. Mixabin rejîm bi tirsa ku ‘dê parçe bike’ li meseleya kurdî dinihêre. Lê meseleya kurdî tenê dikare bi naskirinê çareser bibe. Dikare bi firehkirina sînorê azadiya mafan û tevlîbûna demokratîk bê çareserkirin. Ji ber ku rastiya gel a dîrokî heye. Komara ku vê yekê esas bigire dikare demokratîk bibe. Yek ji meseleya li pêş demokratîkbûna komarê neçareseriya meseleya kurdî ye, ya din jî meseleya redkirina baweriyan e. Ji ber ku civakên li ser vê axê dijîn xwedî bawerî, nasname û çandên cuda ne. Mixabin ji ber hişmendiya yekperest sed salên komarê bi êş û jan derbas bû. Yek ji astengiyên li pêş demokrtaîkbûna komarê jî hişmendiya mêrê serdest e. Dewlet wekî dewleta mêr hatiye avakirin. Li pêş vîna siyasî ya jinê astengiyên pir mezin hatine avakirin. Jin ji bo van astengiyan rabikin têkoşiyane û têkoşîna xwe didomînin. Jin dê bibin kirdeya herî girîng a avakirina komara demokratîk. 

 

Tirkiye bi komara heyî çiqas dikare bi rê ve biçe?    

Pir aşkere ye ku komar bi vî halî nameşe.  Xitimî ye. Tirkiye bûye welatê qeyrana demokrasî, qeyrana mêr û qeyrana aboriyê. Bi gelê xwe re şer dike. Rewşa heyî nîşan dide ku komar êdî bi vî awayî nameşe. Ji ber vê yekê veguhertina demokratîk a komarê êdî mecbûrî ye. 

Li Tirkiyeyê gel çiqas xwe bi rê ve dibin? 

Cihê ku demokrasî lê tune be, komar nikare li ser piyan bimîne. Cihê ku gel nikaribe tev li rêveberiyê bibe û nikaribe xwedî gotin be, mirov nikare komarê li ser piyan bihêle. Tenê bi hilbijartinê komar li ser piyan namîne. Li Tirkiyeyê sedema qeyranên hilbijartinê nebûna demokrasiyê ye. Demokrasî tenê bi sindoqan hatiye sînorkirin. Qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Wekîlên tên bijartin, têne girtin. Vîna gel tê xespkirin. Midaxaleyên ku îro li dijî partiyên siyasî têne kirin, nîşanî me didin ku rejîma komarê ya dûrî demokrasiyê heye. Komar tenê li ser hilbijartinê hatiye avakirin. Di esasê xwe de komar vîna gel e. Divê vîna gel bandora xwe li rêvebiriyê bike. Lê qanalên demokrasiyê girtî ye. Divê peymana civakî ya ku dewlet û civak çawa dikarin bi hev re bimeşe bê avakirin. Ji bo gel tev li rêvebiriyê bibe, divê gel li ser rêvebiriyê venêrtinê bike. Divê gel xwedî hêz be ku bikaribe rêvebiriyê biguherîne. Divê rêvebirî li şûna zilmê li gel bike, xizmeta gel bike. Divê ti hêz li ser vîna gel zextan neke.  Heta demekê benda ji sedî 10 ya hilbijartinê li pêşiya gelê kurd hat avakirin. Lê piştî gel ev bend derbas kir, vê carê wekîl û şaredarên ku gel ew hilbijartibûn hatin girtin. Eger gel xwe bi rê ve bibe, divê komar rêgezên demokrasiyê esas bigire. 

Astengiyên li pêş komara demokratîk çi ne? 

Astengiya herî mezin a li pêş komara demokratîk hişmendiya heyî ye. Divê di aliyê zihnî de komar demokratîk bibe. Divê pir rengî û pir nasnameya civakê wekî gef neyê dîtin. Dijberî vê yekê divê ji bo komarê wekî dewlemendî bê dîtin. Ji bo vê yekê pêdivî bi guhertinên demokratîk heye. Divê rejîm ji gel netirse. Bêhtir gel tev li rêveberiyê bike û cudahiyên civakê wekî dewlemendî bibîne. Ji bo komara demokratîk guhertina hişmendiya ku hurmetê li vîna gel digire mecbûrî ye. Pêwîst e ku hem dewlet di aliyê hişmendiya demokratîk de xwe biguherîne, hem jî civakê di aliyê hişmendiya demokratîk de xwe biguherîne. Eger li Tirkiyeyê hin pirsgirêk çareser nabin, sedema vê yekê avakirina berberî û dubendiya di nav civakê de ye. Hêzên desthilatê li ser van civakên parçekirî serdestiya xwe dimeşîne. Pêwîst e ku beşên cuda yên civaka Tirkiyeyê hev nas bikin, qebûl bikin û hurmetê nîşanî vîna hev a azad bidin. Îro dema li Tirkiyeyê mijara perwerdeya zimanê zikmakî tê axaftin, desthilat bertek nîşan dide û dibêje ‘ji sedî nizanim çendê çivakê li dijî perwerdeya zimanê zikmakî ye’. Lê yê vê hişmendiyê di nav civakê de çêdike desthilat bixwe ye. 

Veguhertina komara demokratîk dê çawa ava pêk were? 

Komara demokratîk dê di pêvajoyekê de bi pêş bikeve. Di demeke kurt de pêk nayê. Lê divê mirov ji nuqteyekê dest pê bike.  Berî her tiştî divê di hişmendiyê de guhertin çêbibe. Divê ev guhertin rengê xwe di ziman, polîtîka û ewlehiyê de bide xuyakirin. Li aliyekî divê hişmendî bê guhertin û li aliyê din gavên pratîk bêne avêtin. Îro ji bo pirsgirêka kurdî li ser zemîna demokratîk çareser bibe, pêvajoyeke demokratîk ku di 27ê sibatê hatiye detpêkirin heye. Bi vê bangê zemîna çareseriya demokratîk ava bûye. Ji bo bi rêya aştiyane pirsgirêka kurdî çareser bibe, divê gavên pratîk bêne avêtin û zagonên tevlêbûna demokratîk bêne derxistin. Deriyê tevlêbûna siyaseta demokratîk li hezaran kesên ku hatine terorîzekirin bê vekirin. Ji bo vê yekê divê zagon bêne çêkirin. Bêguman ev hemû pirsgirêkan çareser nake. Lê dê rêya demokratîkbûnê vebike. Dîsa divê karên ku bi tedbîrên îdarî bêne kirin hene. Di aliyê zihnî de guhertinek çêbibe û desthilat di vî alî de helwestekê nîşan bide, gelek gavên bên avêtin hene. Mînak girtiyên nexweş dikarin bêne berdan. Dikarin biryarên DMMEyê pêk bînin û dawî li rejîma qeyûman bînin. Dikarin kesên ji kar hatin avêtin vegerînin ser karê wan. Divê astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinkirinê û azadiya ramanê bên rakirin. Dîsa di gelek mijarên din de desthilat gavan biavêje. Divê desthilat vînekê nîşan bide û rêya demokratîkbûnê vebike. Şert û merc çêbûne. Divê desthilat derfetan ava bike. 

 

Nûçeyên Eleqedar