‘Divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe’

Rojnameger Aslan Aslan êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û peymana ku di 29ê Çile de hat îmzekirin nirxand û got: “Meseleya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di peymanê de heye, lê ev peyman tenê lihevkirineke. Ji bo ku niştecihên wan deveran karibin vegerin cihê xwe, divê beriya her tiştî dewleta tirk çeteyên xwe ji wan deveran vekişîne.”

1 deqe xwendin
‘Divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe’

HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dikin di 6ê çileyê de êrişî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Piştre êriş berfireh bûn. Di 29ê Çileyê de, di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de peymanek hat îmzekirin. Tevî vê jî li Kobanê dorpêçê dewam kir. Têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî de rojnameger Aslan Aslan nirxandin kir.

Aslan Aslan da zanîn tevî ku Peyman di navbera HSD û HTŞê de hat îmzekirin jî dorpêça li Kobanê dewam dike û wiha got: ”Pêşî ez dixwazim li ser peymanê biaxivim. Yanî peyman ne her tişt e. Ji ber ku aliyekî wê yê hiqûqî û destûrî tineye. Ji bo sekinandina şer hat çêkirin û peymanek siyasî ye. Çawa ku em qala hikûmeteke demkî ya Şamê dikin, ev peyman jî demkî ye. Lê divê dîsa jî kurd jê sûdê bigrin. Her tiştê xwe li gorî peymanê bi rê ve nebin. Dîsa jî siyaseta xwe û projeyên xwe bidomînin. Yanî mirov nikare her tiştî li gorî peymanê bimeşîne. Dorpêça li ser Kobanê jî parçeyekî vê siyaseta Şamê ye. Heta ku ji wan were wê xalên di peymanê de dereng bixînin. Divê rêveberiya li Rojava her tim xwedî alternatîf be. Yanî her carê divê planên wan ên B û C hebin. Rojhilata Navîn di nava şerekî de ye û navenda wê jî Kurdistan e. Di nava vî şer û aloziyê de rojane siyaset û hevsengî diguherin. Di êrişên dawî de jî me dît ku bawerî bi hêzên navneteweyî nayê. Ji bo vê yekê divê kurd ji ti hêzan hêviyan nekin. Divê ji hêza xwe bawer bin. Alîkariyên ji Bakur ji bo Kobanê xwedî qîmet bûn, lê dewleta tirk destûra wan neda ku derbas bibin. Dewleteke ku şerê te dike heye û em nikarin jê daxwaza alîkariyê bikin. Yê ku bû sedema vî şerî dewleta tirk bi xwe ye. Yanî dijminatiyê dike û mirov nikare ji dijminê xwe li benda qenciyekê be.”

‘Koçber li hêviya vegerê ne’

Aslan Aslan destnîşan kir ku li gor peymanê divê niştecihên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vegerin warên xwe lê belê tevî vê peymanê jî hîn mexdûriyeta koçberan dewam dike û wiha pê de çû: “Wekî ku min di destpêkê de jî got; rast e meseleya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî di peymanê de heye, lê ev peyman tenê lihevkirineke. Ji bo ku niştecihên wan deveran karibin vegerin cihê xwe, divê beriya her tiştî dewleta tirk çeteyên xwe ji wan deveran vekişîne. Lê em dibînin ku dewleta tirk ketiye ku derê jê derneketiye. Her carê dixwaze dagirkeriya xwe berfireh û mayînde bike. Ji sala 2011an û vir ve li Sûriyeyê şer û alozî heye. Heta niha jî safî nebûye. Yê ku herî zêde bû sedema vî şerî jî dewleta tirk bi xwe ye. Ji ber destwerdanên dewleta tirk milyonan kes ji Sûriyeyê koçber bûn. Dîsa bi dagirkeriya wan re Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wêran bû. Xwediyê resen ê wê xakê koçber in. Di êrişên dawî de jî ji Heleb, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê jî koçberî çêbûn. Niha qala sed hezaran kesî tê kirin ku ji cih û warê xwe bûne. Li herêma Cizîrê li dibistanan dimînin û li benda vegera cih û warê xwe ne.” 

‘Kurd bûn yek’ 

Aslan Aslan bal bir ser yekîtiya gelê kurd û wiha dewam kir: “Bi êrişên li ser Rojava re di nava kurdan de yekîtiyek derket pêş. Kurdan li qadan yekîtiya xwe pêk anîn. Vê yekê jî herî zêde dewleta tirk û neyarên kurdan aciz kir. Ji bo vê yekê jî ENKS xistin tevgerê. ENKS ji destpêkê ve şaxek girêdayî dewleta tirk e. Gelek caran bi dîmen û peyaman hat dîtin ku zimanê dewleta tirk bi kar tîne. Rabûn û bi tena serê xwe çûn Şamê. Rêveberiya li Rojava aşkere kir ku haya wan ji çûna wan çênebûye. Her wiha diyar kirin ku ev yek zerarê dide yekîtiya kurdî. Yanî tam tişta ku dewleta tirk dixwaze. Ji bo vê yekê dîsa siyaseta dewleta tirk di dewrê de ye. Yên ku naxwazin kurd bibin yek wê her tim hebin, lê divê ENKS yekîtiya kurdan a li qadan bibîne û vegere ser siyaseteke rast.”

‘Siyaseta Almanyayê berjewendiyên dewleta tirk diparêze’ 

Aslan Aslan têkildarî girîngiya xebatên di qada dîplomasiyê de jî wiha got: “Kurd û kurdistanî li derveyî welat xwepêşandanên mezin kirin û hîn jî dewam dikin. Bi şev û roj li qadan çalakiyan pêk tînin. Li aliyekî jî hevdîtinên dîplomatîk dimeşînin. Cara pêşî ye ku ewqas tevlibûn di çalakiyan de heye. Kurdan yekbûna xwe û yekîtiya xwe îspat kirin. Vê yekê bala cîhanê jî kişand. Yên xwedî wijdan ketin nava liv û tevgerê. Hin parlementer û rewşenbîrên Ewropî ji bo Rojava dengê xwe derxistin. Êrişên li dijî Rojava ket rojeva hin parlementoyên welatên Ewropayê jî. Ez bawer dikim bandora wan jî çêbû. Jixwe kurd çiqasî bandorê li raya giştî ya Ewropayê bikin wê ewqasî karibin encamê bi dest bixin. Lê di vê pêvajoyê de kovara Der Spiegel a Almanyayê li ser çalakiyên ji bo Rojava nûçeyek dijber parve kir. Li gorî wan çalakiyên keziyan ên jinan di encama şaşitiyekê de derketiye. Li vê derê em dîsa dibînin ku siyaseta Almanyayê berjewendiyên dewleta tirk diparêze. Vê kovarê bi serê xwe ew nivîs parve nekir. Xuyaye ku xwestiye siyaseta Almanyayê yan jî helwesta wê nîşan bide. An jî nefesekê bide dewleta Tirk. Nûçeyek ji bo nijadperestiyê bû û xizmeta çeteyan kir. Milyonan jin li seranserê cîhanê beşdarî çalakiyên keziyan bûn û vê yekê bandorek mezin çêkir. Çi derdê Almanya ye ku vê yekê berevajî bike. Li şûna ku çeteyên hov teşhîr bikin, radibin çalakiyên li dijî çeteyan teşhîr dikin. Li vê derê tişta tê dîtin; rewakirina êrişan heye.”

‘Komploya duyem a 15ê Sibatê bû’

Aslan Aslan têkildarî rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser geşedanên dawî yên li Rojava wiha got: “Di peymana dawî de derket holê ku Rêber Apo bandora xwe nîşan daye. Yanî bi saya Rêber Apo şer sekinî. Dewleta tirk tevahiya Rojava dabû ber xwe û dixwest dagir bike. Rêber Apo talûke dît, lê dewletê nedidît. Hêzên navneteweyî dixwestin şerekî kurd û tirkan derxînin û pêvajoyê jî bidin dawîkirin. Eger bi vî rengî bûya wê şerekî demdirêj dest pê kiriba. Lê Rêber Apo pêşî lê girt. Ev komployeke duyemîn a 15ê Sibatê bû. Rêber Apo bi xwe ev got. Fermandar û rayedarên Rojava jî wê demê gotin ew ê li ber xwe bidin û dev ji axa xwe bernedin. Yanî komployek mezin hebû û dixwestin bi dewleta tirk dîsa vê komployê bimeşînin. Gelê kurd li dij komployê sekinî û komplo vala derxist. Eger ne ji Rêber Apo bûya ewqas berxwedan û seferberî nedibû. Rabûna kurdan û çalakiyên ew çend girseyî bi gotinên Rêber Apo çêbûn. Ji ber ku Rêber Apo jî di meseleya Rojava de tawîz nedan.”

‘HTŞê jî siyaseta DAIŞê meşand’

Aslan Aslan bal bir ser belavbûna talûkeya DAIŞê û wiha got: “Talûkeya DAIŞê ti carî bi dawî nebû. Her carê şaneyên wan ên veşartî hebûn. Wekî din li qadê jî dewleta tirk û HTŞ hebûn. Di êrişên dawî de jî bi hev re tevgeriyan. Dema ku HSDê şerê DAIŞê dikir, koalîsyona navneteweyî hevkarî bi kurdan re kir. Yê ku DAIŞ şikand HSD bû. Lê piştî deh salan heman koalîsyonê vê carê bi DAIŞê re hevkarî kir. HTŞê jî siyaseta DAIŞê meşand û hê jî dimeşîne. Niha jî koalîsyonê siyaseta xwe guhert û destê xwe xist destê DAIŞê. Ma ne DAIŞê dixwest li Reqayê dewletekê ava bike û HSDê xeyalên wan têk birin. Hêzên navneteweyî piştî 10 salan DAIŞ birin Şamê û ji wan re dewletek çêkirin. Yên li Şamê jî zihniyeta DAIŞê ne. Çawa ku Amerîkayê Talîban li Afganistanê kir desthilatdar, li Sûriyeyê jî HTŞ anîn ser desthilatdariyê.” 

Xerakirina goristanan dagirkerî ye 

Aslan Aslan li ser hilweşandina goran û talankirina malên kurdan jî wiha got: ”Dema ku dewleta tirk hebû, DAIŞ tine bû. Tiştên ku vê dewletê di salên 1990î de bi serê kurdan anîne, heman tiştî îro DAIŞ dike. Di salên 90î de leşkerên artêşa tirk serê gerîlayên şehîd jê dikirin û wêne parve dikirin. Di sala 2014an de DAIŞê jî heman wêne parve kirin. Dema ku dewleta tirk şehîdgehên kurdan xera dikirin DAIŞ tinebû. Îro DAIŞ heye û heman tiştî dike. Wê demê mamosteyên wan dewleta tirk e. Xerakirina goristanên kurdan û talankirina malên wan siyaseta dagirkeriyê ye. Dewleta tirk diçe ku derê ala xwe li vir diçikilîne, yanî dibêje ev der di bin dagirkeriya min de ye. DAIŞê jî heman tişt dikir. Me ev dîmen û wêne ji sala 2015an û şûnde li bakurê Kurdistanê dît. Şehîdgehek nema ku xera nekirin. Li Nisêbîn, Cizîr û Sûrê çawa malên xelkê talan dikirin. Îro jî heman tiştî li Rojava dikin. Yanî heman zihniyet e û derdê wan ew e ku kurd her tim birîndar û koçber bin.”