Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe çalakî pêk anîn

Li Stenbolê Rêxistinên Rojnamegeran xwestin hempîşeyên wan Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz, Muslum Koyun û tevahî rojnamegerên girtî bên berdan.

1 deqe xwendin
Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe çalakî pêk anîn

Di 3yê Sibatê de operasyona qirkirina siyasî li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê hat lidarxistin. Rojnameger Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di operasyonekê de hatibûn binçavkirin û girtin. Nêzî 5 meh in Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun, girtî ne û tenê di derbarê Muslum Koyun de îddianame hatiye amadekirin. Hevalên Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên girtî û piştgiriyê bikin li Tunela Taksîmê daxuyanî dan.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî, OHD û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Rojnameger Hêlîn Ozgun daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de peyama rojnamegerên girtî hate xwendin. Rojnamegerên girtî diyar kirin ku ew ji meha Sibatê ve girtî ne û wiha gotin: “Li dijî girtinê em di girtîgehê de rojnamegertiyê dikin. Ev 4 meh in îdianameya me di holê de tune ye. Êrişên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibe lê em jî paş ve gav navêjin. Pênûsa me ji aliyê hevalên me ve hate hilgirtin. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin.”

 

Hêlîn Ozgun diyar kir ku diyar kir ku ew dixwazin hevalên wan yên rojnameger werin berdan û got: “Hevalên me, kedkarên ETHAyê 128 roj in di girtîgehê de ne. Ev nêzîkî 5 meh in li ser girtina wan derbas bûye, lê hîn jî li dijî wan tu îdianame nehatiye amadekirin. Em dizanin ku hevalên me ji ber ku rojnamegertiyê kirine hatine girtin. Wan dengê têkoşîna jinan bilind kirin, li ser komkujî, xizanî, berxwedan û rastiyên ku gel dijiya dikirin nûçe. Wan rewşa Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, karkerên ku ji bo mafên xwe li dijî sermayeyê li ber xwe didin, ciwanên ku qadan tijî dikin û daxwaza edaletê dikin, kuştinên jinan û kesên LGBTÎ+ û polîtîkayên qeyûman anîn rojeva civakê. Tiştên ku nayên dîtin eşkere kirin û tiştên ku nehatine bihîstin eşkere kirin. Çêkirina nûçeyan ne sûc e.”

Di dawiyê de Helîn Ozgun da zanîn ku dê têkoşîna wan ya bi hempîşeyên xwe re bidome û wiha derbirî: “Divê hemû rojnamegerên girtî werin berdan. Divê hemû zextên li ser çapemeniya azad bi dawî bibin. Divê karkarên ETHAyê Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum werin berdan. Bijî rojnamegerî, bijî hevgirtina rojnamevanan. ETHA û rojnameya Atilimê tevî binçavkirin, girtin û her cure zext û astengiyan jî nayên bêdengkirin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.”

Daxuyani bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.