Koma koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

Koma 8emîn a koçberên Efrînê yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman gihîşt Efrînê.

1 deqe xwendin
Koma koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de, koma 8emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve ket rê. Koma 8an a ji hezar û 700 malbatên Efrînî pêk dihat û li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman, gihîşt Efrînê.

Ji bo vegera li warê xwe koçber, îro serê sibê li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê hatin ba hev û ber bi Efrînê ve bi rê ketin û gihiştin Efrînê.