Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Komeleyên Elewiyan, partiyên sosyalîst û rêxistinên demokratîk li meclisa Tirkiyeyê ragihandin ku wan li dijî binpêkirinên mafan, kuştin û revandina Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayê dane destpêkirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng neminin.

1 deqe xwendin
Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Komeleyên Elewiyan, partiyên sosyalîst û rêxistinên demokratîk, li dijî binpêkirinên mafan, kuştin, revandin û tundiya li ser Elewiyên li Sûriyeyê li meclisê daxuyanî dan. Gelek nûnerên partiyên siyasî û parlamenter jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Celal Firat ve hat xwendin.

Celal Firat diyar kir ku ew dixwazin  li Sûriyeyê mafê jiyanê yê Elewiyan bê parastin û Elewî bixwe bikarin pêşeroja xwe diyar bikin. Celal Firat da zanîn ku kampanyaya îmzayan a navneteweyî ya ji bo parastina mafê pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn, bi dawîbûna êrişên li ser welatiyên sivîl ji raya giştî re parve dikin û wiha axivî: “Di serî de Elewî, Durzî, Xiristiyan û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bi êrişên HTŞê re rû bi rû ne. Sûcên li dijî mirovahiyê yên HTŞê û komên cîhadîst her ku diçe zêdetir dibe. Ew sûcên mirovahiyê ji aliyê saziyên navneteweyî û saziyên li Sûriyeyê ve jî hatine belgekirin.”

Celal Firat anî ziman ku di sala 2025an de Elewî û pêkhateyên li Sûriyeyê bi qirkirinê re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Êrişên li ser jinên Elewî hatiye asta xetereyeke mezin. Ew yek parastina jinan dike hewcehiyeke bingehîn.” Celal Firat daxwaza kesên îmze dane kampanyaya navneteweyî jî wiha rêz kir:

“*Divê Betûl Suleyman Alluş û jinên hatine revandin û girtin divê demildet radestî malbatên wan bên kirin.

*Divê di serî de jinên Elewî û revandina jinan û zextên li ser pêkhateyên li Sûriyeyê bi dawî bibin.

*Divê Komîsyoneke serbixwe ya navneteweyî bê avakirin û derbarê sûcên HTŞê û komên giredayî wê de lêpirsînek were destpêkirin.

*Divê êrişên li ser welatiyên sivîl û qirkirina bawerî û netewîeyan bi dawî bibe.

*Divê ji aliyê mekanîzmayên serbixwe çavderiya binpêkirinên mafan were kirin û derbarê berpirsan de lêpirsîneke bibandor were destpêkirin.

*Divê rêz ji mafê pêkhateyan a pêşaroja xwe bi xwe diyar bikin re bê girtin û hemwelatiya wekhev û mafên bingehîn bên misogerkirin.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jin û mafên mirovan, saziyên demokratik û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî binpêkirin mafên mirovî yên li Sûriyeyê bêdeng neminin.”