Dozgerê Îzmîrê der bare A.K de ji ber por honandinê îdîaname amadekir
Xwendekara lîseyê ya bi navê A.K. ku li Îzmîrê ji ber li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenek ku porê xwe tê de dihûne weşand, di 5ê sibatê de hatibû binçavkirin. Îdîanameya ku derbarê A.K. de hat amadekirin hat qebûlkirin.

Xwendekara pola 12an A.K., di çarçoveya kampanya ku di dema êrîşa li ser Rojava hatibû destpêkirin ku porê şervanek jin ji aliyê çeteyan hatibû birîn, dîmen û wêneyek ku porê xwe dihûne li ser hesaba xwe ya medyayê parvekiribû.
Dozgeriyê van parvekirinan wekî "propagandaya rêxistinê" bi nav kir. Dadgeha Cezayê Zarokan a 2yemîn a Îzmîrê îdianame qebûl kir. Rûniştina yekem dê di 3yê Adarê de saet di 15:00an de pêk were.
Parêzerên A.K. daxwaza berdana wê kirin. Lê belê, dadgehê biryar da ku girtina wê bi hinceta gumanên xurt ên sûcdariyê û îhtîmala revîna wê, bidomîne.


