Dûran Kalkan: Yên li ber guherînê rabin dê winda bikin

Kalkan diyar kir ku ew bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin, weke tevger di mijara guherîn û veguherînê de bi biryar in û got dê Tirkiyeyê ji aliyê demomkratîk ve biguherînin û yên li ber vê rabin jî dawiya dawî wê winda bikin.

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Yên li ber guherînê rabin dê winda bikin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a li Televîzyona Medya Haberê bû û li ser êrişên îdeolojîk ên li dijî Tevgera Azadiyê, şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê û rewşa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. 

Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Dema em têkildarî pêvajoyê li nirxandinên giştî dinêrin, dibêjin ku Tevgera Azadiyê tiştên ketine ser milê xwe pêk anîne, lê belê li aliyê hember gavên nehatine avêtin hene. Gelo çima ev gav nayên avêtin? 

Di sala 28an de ez berxwedana Îmralî ya Dîrokî û Rêber Apo silav dikim. Têkildarî pêvajoyê, Rêber Apo jî bi wesîleya 8ê Adarê û Newrozê daxuyanî dan. Helwesta xwe nîşan da. Daxwazên xwe vegot, tiştên bêne kirin anî ziman. Tevgera me jî tiştên ketine ser milê xwe, pêk anî. Em di aliyê îdeolojîk û stratejîk de nêzî vê pêvajoyê bûn. Em tên guhertin, veguhertin. Em ê bên guhertin jî. Rêber Apo jî ev yek anî ziman. Vegera vê rewşê nîn e. Ji bo me vegera guhertin û veguhertinê nîn e. Em ê bên guhertin û em ê Tirkiyeyê jî rû bi rûyê guhertina demokratîk bihêlin. Yên vê asteng bikin, wê winda bikin. Em di vê yekê de bi biryar in. Tevî ku me pêdiviyên vê yekê jî bi cih anîne; fesihkirina partiyê, bi dawî kirina têkoşîna çekdarî, pratîkên cur bi cur li holê ne lê belê hîna xisûsên weke helwesta rêxistinê zelal nîn e û hwd, tên gotin. Eleqeya xwe bi rastiyê ve nîn e. Divê mirov zelal îfade bike, pirsgirêk hinekê çavkaniya xwe ji desthilatdariyê digire. Yanî me fêm nekir jixwe, carekê dibêjin pêwîstî bi lezkirinê nîn e, carekê dibêjin divê pir bi lez çêbibe. Bêîstiqrariyek heye, diyar e ku stratejîk nêzî pêvajoyê nabin. Di çarçoveya rojane, taktîk û siyasî de nêz dibin. Helbet nêzîkatiyeke wiha rast nîn e. Lê xeter e. Bûyerên li Rojhilata Navîn diyar in. Encamên şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku 35 sal in diqewime, li holê ne. Statukogeriya netew dewletê hat çi rewşê. Sîstemên netew dewletê ji dema rêveberiya Seddam û heta niha ketin çi rewşê. Pêşeng û damezrînerên vê sîstemê di rastiyê dewleta tirk bûn. Yanî hegemonyaya sîstemên netew dewletê ya ku niha tê xwestin were hilweşandin, bi rêya Tirkiyeyê hate avakirin. Modela ewilî Tirkiye bû, yên din versiyonên wê bûn. Yanî Îran hat, Tirkiye jî tê. Jixwe Tirkiye di nava van bûyeran hemûyan de ye. Lê belê nedîtina vê yekê û hewldana sûdwergirtina ji siyaseta rojane, xwexapandinek mezin e. Yanî ev tê wê wateyê ku şer rast nayê fêmkirin. Ji ber vê yekê xeterî nayê dîtin. Tê gotin ku plansaziyeke 50-100 salî ye. Lê belê tiştek wisa nîn e. Her tişt li gorî berjewendiyên siyaseta rojane ye. Helbet ev şaş e. Ev yek sûdê nade xwediyên wê jî. Gel û civakên Tirkiyeyê wê ji vê yekê zirarên mezin bibînin. Eger ev rewş neyê guhertin, li Tirkiyeyê guhertin û veguhertina demokratîk çênebe, eger komar nebe komara demokratîk, eger pêşiya entegrasyona demokratîk neyê vekirin, biryarên qanûnê li ser bingehê demokratîk neyên dayîn, yanî nêzîkatiya mîna sedsala borî em sedsaleke din jî bimeşînin şaş e. 

Wisa bendewariyek heye ku dibêjin, em li encamên şerê Îranê binêrin belkû ji me re deriyek were vekirin. Jixwe desthilatdariya tirk her dibêje, em alîgirê xizan û mazlûman in. Lê rastî ne wisa ye. Her tim alîgirê yê xurt û serwer in. Hewl didin bi yê serwer re li hev bikin. Baas û Îran jî hinekê dijberî siyonîzmê bûn, lê belê pîvanek wan hebû. Li Tirkiyeyê ew jî nîn e. Yanî ti pîvaneke exlaqî nemaye. Di vê astê de ne. Weke ku bi her kesê re şer dikin, lê ne wisa ye. Li paş perdeyê bi her kesê re li hev dikin. Têkildarî Sûriyeyê bi Îsraîlê re li hev kirin. 4ê çileyê li hev kirin, di êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Ji raya giştî vedişêrin. Berê xwe gihandina tiştan hinekî kêm bû, peywendiya mirovan kêm bû, lê belê ma niha veşartina tiştan pêkan e! Her kes xwedî çavkaniyên agahiyê ne. Civaka Tirkiyeyê bila qet bi çapemeniya wir nexapin. Rastî berevajî tiştên hatine nivîsandin e.

Her tim ji bo veşartina rastiyan li dijî civakê şerê psîkolojîk ê taybet tê meşandin. Her tim nêzîkatiyeke bi hesap heye, li gorî rewşa pêşveçûna şer siyasetê dikin. Dibe ev hesap sedsala borî kêr hat, lê eger dihesibînin ku wê cara duyem jî kêr were, xwe dixapînin. Eger vê carê kêr neyê, wê berdêlê wê ji bo wan giran be. Ez dixwazim vê bêjim. Ev ne gef e. Rastî çiye, ew e. Berê jî wisa bû. Ji bo ku raya giştî, civak fikrên me bizanin, me bi aşkere îfade kir. Gelek nîqaş meşandin. Lê belê rast û têrker nîqaş nakin. Bi kurtasî em li benda nêzîkatiyeke stratejîk bûn. Bendewariya raya giştî ew e. Her kes me jî rexne dike. Zexta li ser me pir e. Rexne ji derdorên cur bi cur tên. Divê gavên qanûnî bên avêtin. Rêber Apo qonaxa duyemîn a pêvajoyê îlan kir. Wê demê divê pêdiviyên qonaxa duyemîn bên bicihanîn. Têkildarî vê yekê tişta ketî ser milê me hat bicihanîn, em bi cih tînin. Lê belê, ji wî alî tim wisa mijûlkirin û ji demê re hiştin heye, derengxistin heye. Piştre jî li ser çapemeniyê şerekî psîkolojîk tê meşandin, ‘wê teslîm bibin, Tirkiyeya bêteror pêş dikeve, em ê qanûn derxin wê ew hemû werin, wê yek bi yek werin’ … yanî bi vî rengî gelek tişt tên gotin. Ev mirov tahrîk dikin. Divê wisa nebe. Divê ev rewş were astengkirin. Erê, her kes li benda qanûnan e. Serokê meclîsê di nava liv û tevgerê de ye. Rapora komîsyonê jî hebû. Divê qanûnên ku Tirkiyeyê bikin demokratîk, hebin. Ev ê pêşiya siyaseta demokratîk veke. Wê entegrasyona demokratîk pêk bîne. Yanî di vî alî de ti pirsgirêka me nîn e, em ji bo guhertin-veguhertinê amade ne. Lê belê tiştên ku divê aliyê din pêk bîne hene, ev di destê me de nîn in. Çi pêwîste di vî alî de, erê divê hîn zêdetir were nîqaşkirin, hîn zêdetir têkoşîn pêwîst e, yanî têkoşîn girîng hatin dayîn tên dayîn. 

Divê ev jî dubare were gotin, Rêber Apo di bin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de zêde tê hiştin. Divê ji zûde derketiba, di aliyê hiqûqî de jî wisa ye. Dibêjin, gelo wê mafê hêviyê çêbe yan nebe. Lê belê rewşa heyî bêhiqûqî ye. Divê ev were guhertin. Divê demildest, Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite. Ji dervey vê tiştek din nîn e ku pêvajoyê ber bi pêş ve bibe. Her kes vê dibêje. Rêber Apo jî anî ziman. Me jî gelek caran got. Biryara me ya kongreyê jî wisa bû. Raste, me biryar girtin, lê me bi zelal îfade kir ku hêza bicihanînê di destê kê de ye. Ji destpêkê ve me helwesta xwe zelal nîşan da, em dikarin çi bikin çi nekin. Tiştên ku Rêber Apo divê pêk bîne, em ê çawa pêk bînin? Ev ne pêkan e. Yên ku dixwazin pêvajo pêş bikeve, bila dest ji gotin gelo wê ji çiyê yek bi yek werin… berdin, rewşa Rêber Apo wê çi be? Rêber Apo wê bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad, yan na? Pirsgirêk ev e. Pêşiya her tiştî ev ê veke. Eger wisa bikin, wê pêşiya pêvajoyê vekin, wê siberoja Tirkiyeyê ronî bibe. Eger wisa nekin, wê her cure tiştên xeter biqewimin. Em nizanin wê çi çêbibe jî, lê tiştên baş naqewimin. Yekane çavkaniya tiştên baş ew e ku Rêber Apo bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad. 

Civaka kurd, bi taybetî jî jin vê xeteriyê dibînin. Li ser vê esasê çalakî tên lidarxistin. 19ê vê mehê meşa Gemlîkê heye. Ji çalakiyên beriya vê re jî pêşengî kirin. Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin? 

Kurd hemû dibînin. Hemû beşên civakê dibînin. Helbet jin di vî alî de hîn zêdetir hestiyar in. Lê belê ne tenê kurd, her kesê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze vê yekê dibîne, îfade dike. Dinivîsin, nîqaş dikin. Cîhan hemû vê dibîne. Çep, sosyalîst, akademîsyen, derdorên karker û kedkaran, sendîka hemû dibînin. Ji 10ê Cotmeha 2023yan û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd kampanya tê meşandin ku ev ji aliyê raya giştî ya sosyalîst û demokratîk ve hat pêşxistin. Ev kampanya dewam dike. Tişta ez dixwazim bêjim, ew e ku her kes rastiyê dibîne û helwest jî nîşan dide. Her ku diçe ev helwest zêde dibin. Yanî kesên ku divê bi baldar nêzî vê yekê bibin, ji nedîtî ve tên. Di derdorên siyasî de jî kesên vê dibînin, pir in. Piraniya partiyên muxalefetê jî vê dibînin. Di rastiyê de derdorên desthilatdariyê behsa vê yekê dikin. Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî pir xweş diaxive, tiştên baş dibêje. Yanî mirov nikare tiştên ku ew dibêje, red bike. Lê pratîka wê nîn e, pêk nayê. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî carna daxuyaniyên girîng dide. Lê tenê weke gotin dimîne. Lê belê hin berdevkên AKPê hene, hema bêje jehrê diavêjin. Weke ku dijminên sondxwarî yên kurdan e, weke endamên şerê taybet in ku tenê ji bo tahrîkkirina kurdan û derdorên demokratîk, li wir hatine bicihkirin. Navê wan pêwîst nake, jixwe her kes dizane kî çiye. Li pêşberî çapemeniyê ne jixwe. Niha gava pratîk nîn e, nêzîkatiya stratejîk nîn e, helwest nîn e, îradeya siyasî ya ku pêşiya vê veke nîn e. Nêzîkatiya stratejîk nîn e. Nêzîkatiya taktîk a demkî heye. Ev yek wê ji Tirkiyeyê re karesatê bîne. Me timî ev yek anî ziman. Helbet civak jî çalakiyan dike. Civaka kurd piranî nêzî sedî 100 tevlî banga Rêber Apo ya 27ê Sibata 2025an a Aştî û Civaka Demokratîk bû, xwedî li vê bangê derket. Di 8ê Adarê de jinan ev yek nîşan da. Di Newrozê de jî hemû civaka kurd li her çar aliyên cîhanê ev yek nîşan da. Bi deh milyonan mirovan Newroz pîroz kirin û îlan kirin ku Newroz, Newroza Azadiya Rêber Apo ye, referandûmek çêbû. Her kesê dît ku desteka gel a ji bo Rêber Apo çend e. Bi rastî jî referandûmeke ji vê mezintir nîn e. Ev tenê ji bo çendek pîrozbahiyan nebû, beriya wê jî çalakî hebûn. Çalakiyên bi ruhê yekîtiya neteweyî ji bo xwedî derketina li Rojava jî hatin lidarxistin. Piştre jî dewam dike. 

Jin ji bo aştiyê hîn bêhtir hestiyar in. Aştî pêşiya azadiya jinan vedike. Di şeran de herî zêde jin û zarok zirar dibînin. Her kes vê dibêje. Lewma bang û manîfestoya aştiyê, bang û manîfestoya jinan e. Civaka demokratîk jî wisa ye, civaka komunal e, civaka azadîxwaz a jinan e. Civaka komunal a jinan temsîl dike. Lewma jin pêşengiyê ji têkoşîna civaka demokratîk re dike. Li her derê wisa ye. Mîna ku şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ji Kurdistanê destpê kir û belavî her derê bû, niha hîn zêdetir bandor dike û weke şoreşeke jinan pêş dikeve. Meşa Gemlîkê jî xeleka vê ya hatî plankirin e. Îro meşa Gemlîkê, sibê meşa Enqereyê, roja piştre meşa Stenbolê, jinên kurd jixwe qet nasekinin. Timî di nava çalakiyan de bûn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin. Li qadan bi aşkere îfade kirin ku azadiya Rêber Apo, azadiya jinan, gelê kurd û mirovahiyê ye. Helbet civak û jin wê hîn zêdetir têbikoşin. Divê em pêvajoyê, weke pêvajoya têkoşînê fêm bikin. Divê em hîn zêdetir têbikoşin. Ev hemû wê çalakiyên di çarçoveya demokratîk de ne. Li ser vî bingehî ez Meşa Gemlîkê silav dikim. 

Di pêvajoyeke wiha ya ku aştî tê axaftin, ji bo aştiyê çalakî tê lidarxistin de, em dibînin ku êrişên nîjadperest zêde dibin. Divê mirov vê çawa fêm bike, rêyên çareseriyê çine? 

Niha li bin netewperestiya li Tirkiyeyê pêş dikeve, ev heye. Dibînin ku pêvajo, pêvajoya guhertin-veguhertinê ye. Yanî sedsala borî, êdî bû dîrok. Hinek dibêjin sedsala şoreşan. Eger mirov ji aliyê kurdan ve jî lê binêre, di rastiyê de sedsala qirkirinê bû. Yanî her kes li gorî xwe dinirxîne. Lê hinekan ji vê yekê sûd wergirt, bi taybetî ev mêtingerî, netewperestî, nîjadperestî û şovenîzma tirk ji vê yekê sûd wergirt û bû hêzek. Li Tirkiyeyê gelek cihên rêveberiyê bi dest xistin. Yanî derdorên rantê yên ku ketine nava dewletê. Derdorên ku ji şer tîmar dibin. Ev niha dibînin ku pêvajo pêvajoya guhertin-veguhertinê ye, êdî nikarin mîna berê hespê xwe bidin bezandin. Dikevin rewşeke wisa ku wê hesab bidin. Ditirsin ku hesabê sedsala borî bidin. Lewma bi tundî li dijî aştî û demokratîkbûnê radibin. Kî behsa aştî û demokrasiyê dike, bi tundî êriş dibin ser. Ti pîvaneke wan nîn e. Yanî rewşa wan, wiha ye. Yanî ji vê rewşa ku bi mêtingerî û netewperestiyê hatî avakirin, sûd wergirtin û niha jî ditirsin ku wê derfet ji destê wan biçin û hesab bidin. Hewl didin pêşî li vê yekê bigirin. 

Dema mirov behsa netewperestiya kurd bike, erê, ev hinek ji ber rewşa Rojava derketin. Hîn kesan digotin, PKK xwe fesih kir, ma ev nirx wê wisa li holê bimînin, gelo em ê bikarin lê bibin xwedî û hwd. Hin kes hene ku dixwestin ji vê sûd werbigirin, para xwe ji vê bigirin. Kesên wisa berjewendîxwaz hene. Yek ji asta netewperestiya kurd, berjewendîxwazî ye. Çi gotin, qaşo bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tiştên ku ji meha çileyê ve qewimîne nîşan daye ku ‘teoriya Rêber Apo neketiye pratîkê, bi ser neketiye, çareseriya netewa demokratîk pêk nehatiye, çi karê kurdan bi ereb, tirkan û yên din re heye, kurdan ji dervey kurdan çi dostên din nîn e’, yanî bi vî rengî êriş dibin ser xwişk-biratî û tifaqa gelê kurd a bi gelên din re. Ew jî ji vê helwestê sûd werdigirin. Têkildarî vê yekê divê hemû civaka kurd pir zelal be. Netewperestî xeteriya herî mezin, zirara herî mezin e. Eger kurdan bikin dijminê gelên din, ev yek wê zirara herî mezin bide kurdan. Ji ber ku kurdan nekarî bi gelên din re tifaqê bikin, berê bi ser neketin. Ji ber ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îngilistan û hwd bawer kirin, ev yek hat serê wan. Yanî kê da qezenckirin, kê da windakirin, divê mirov baş bibîne. Niha erê pratîka Rojava tê nîqaşkirin, me cara din behs kir. Wê hîn zêdetir jî were nîqaşkirin, ev ê bi pêvajoyê re çêbibe. Em ê ders derbixin. Kurdên Rojava ji ber ku bi ereban, tirkmenan, ermenan, suryaniyan, çerkezan re têkilî ava kirin, li rojhilatê Firatê netewa demokratîk pêş xistin winda nekir, ji ber ku heman xet belavî rojavayê Firat, Şam û Helebê nekirin, belavî tevahiya Sûriyeyê nekirin rû bi rûyê vê encamê man û winda kirin. Divê mirov ne yekîtî û tifaqa wan a bi gelên din re rexne bike. Divê mirov vê rexne bike ku çima ev yekîtî û tifaq sînordar hiştin. Tişta ku bi kurdên Rojava dayî windakirin, ev rewş bû. Halbûkî divê xeta netewa demokratîk belavî hemû Sûriyeyê kiriban. Ji Helebê heta Şamê, divê bi Sûriyeyê re jî sînordar nemaba. Divê belavî hemû qada ereban kiriban. Tişta ku bi kurdan bida qezenckirin, ev bû. Gava ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherandiba şoreşa herêmî, ev gav bû, lê ev gav nehat avêtin. Lewma divê mirov baldar be. 

Kurdên Bakur jî divê baldar bin. Bila baweriyê bi hin peywendiyên derdorên siyasî, hin hêzên di nava dewletê de neyînin. Gelo dikarin li ser Komara Demokratîk û xwişk-biratiyê bi gelên Tirkiyeyê re tifaqa stratejîk çêbikin yan na, bila li wê binêrin. Herwiha rewşa li Başûr li holê ye. Çi çêbû, ji Kerkûkê heta gelek cihên din di destê rêveberiya Başûr de bû. Ma di rojekê de nîviya başûrê Kurdistanê winda nekirin? Ne ji bo demokratîkbûna kurdîtiya li Başûr, ne jî ji bo demokratîkbûna Iraqê, ti tevkarî nekirin. 30 sal derbas bûn, hîna bi tirsa tunebûnê re rû bi rû ne. Bi taybetî kurdên li Rojhilat jî, divê ders ji vê yekê derbixin. Dema ku azadî di demokratîkbûna Îranê de dîtin, hingê wê bi ser bikevin. Eger wisa nekin, bila ji parçeyên din ders derbixin. Bila ji paşeroja Rojhilat jî ders derbixin. Di paşeroja Rojhilat de jî tiştên heman qewimîn. Yanî netewperestiya teng, her tim dide windakirin. 

Kurdan ji ber netewperestiya teng winda kir. Ji ber dostatî, têkilî û xwişk-biratiya bi gelan re winda nekir. Her tim ji ber vê dostatiya bi gelan re pêş ket. Konfederasyona Med wisa bû. Selahattîn Eyûbî li ser vê esasê meşiya. Yanî em li dîrokê binêrin û ji xwe re dersan derbixin. Yanî em li dîroka kurd binêrin. Dibe dîroka kurd hatibe nixumandin. Rêber Apo jî dibêje, dîroka kurd a nixumandî. Lê belê bi têkoşînê re ev nixumandin hat rakirin. Rastî êdî hîn zelaltir tên dîtin. Divê em ji dîrokê ders derbixin. Divê em di aliyê dîrokê de xwedî zanist bin. Lewma divê ti kes bi van netewperestan nexape. Bi temamî divê bizanin li ser xeta yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiyê tevbigerin. Tişta ku bi kurdan bide qezenckirin, teqez ev xet e.