DYAyê ji Iraqê xwest komên çekdar ên alîgirê Îranê ji holê rake
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi Îranê ve bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Washingtonê kir.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê ragihand ku ji bo êrişên milîsên alîgirê Îranê yên li ser berjewendiyên DYAyê yên li Iraqê şermezar bike, bang li Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Washingtonê kiriye.
Berdevkê wezaretê daxuyanî li ser mijarê da û diyar kir ku wê êrişên li ser berjewendiyên DYAyê qebûl nekin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê ti êrişa li ser berjewendiyên xwe qebûl neke."
DYAyê ji hikumeta Iraqê xwest, ku li hemberî milîsên alîgirê Îranê yên li Iraqê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û ji bo jiholêrakirina van koman gavên pêwîst biavêje.


