DYAyê li Pasîkîfê li keştiyekê xist
Li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê keştiyek bi gumana qaçaxçîtiya narkotîkê bû hedefa êrişa hêzên DYAyê. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh (24 nîsan) ragihand ku di çarçoveya operasyonên wan ên li dijî narkotîkê de keştiyek bi gumana ku bazirganiya narkotîkê dike, hat hedefkirin. Hat diyarkirin ku di êrişê de ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê hat kirin, 2 kes hatine kuştin.
Fermandariya Başûr a DYAyê daxuyaniyek li ser Xê parve kir û diyar kir ku êriş li ser agahiyên îstîxbaratî hat kirin û kesên hatin kuştin jî wek “narko-terorîst” hatin pênasekirin.
Li gorî AFPê, bi vê êrişê re, di operasyonên hewayî yên DYAyê yên di bin navê "têkoşîna li dijî qaçaxçitiya narkotîkê" de têne kirin, hejmara kesên hatin kuştin bû 182.


