Êdî dem hatiye ku Serok Apo mêvanan pêşwazî bike
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku kurd ji ber rojbûna Rêberê Gelê kurd rojbûna xwe dibînin 22 sal in tevî hemû astengiyan berê xwe didin Amara û got: “Em dixwazin êdî Serok Apo bixwe hezkirî û mêvanên xwe li Amarayê pêşwazî bike.”

Rêwîtiya Rojê 22 sal in bê navber didome. Her sal bi hezaran kurd berê xwe didin gundê Amarayê û dest bi rêwîtiya ROJê dikin. Gelê kurd rojbûna Rêberê xwe wekî rojbûna xwe dibîne. Ji 2004an heta niha, her sal 4ê Nîsanê salvegera rojbûna Abdullah Ocalan bi çalakî, meş, çandina daran û gelek bernameyên cuda tê pîrozkirin. Piştî darbeya 15ê tîrmeha 2016an, desthilata AKPê OHAL kir hincet û ji 2017an heta 2024an astengî derxistin û ketina gund qedexe kir. Lê her çend ketin û derketina Amarayê hat qedexekirin û wek herêma qedexe hat îlankirin, dîsa jî kurdan xwe gihand Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz kir. Îsal jî piştî Newroza ku li gelek navendan bi tevlêbûna milyonan hat pîrozkirin, kurd û kurdistanî ji bo Meşa Mezin a Amarayê xwe amade dikin.
Li ser girîngî û wetaya Meşa Amarayê û pêşwazîkirina 22 salan, em bi biraziyê Rêberê Gelê Kurd û parlamenterê Rihayê Omer Ocalan re axivîn.
Çima di rojbûnê de gel berê xwe dide Amarayê?
Rojbûna Serok Apo ji sala 2004an heta niha bi girseyî tê pîrozkirin. Em jî wekî malbat her sal pêşwaziya mêvanên Serok Apo dikin. Gelê kurd di jiyana xwe de zêde êş kişandine. Kurdan li çar aliyên Kurdistanê bedel dane. Li dijî qirkirin û kuştinan seknek nîşan daye. Kurd her tim ji ber çand, ziman û nasnameya xwe bi qirkirin û înkarê re rû bi rû maye. Ji rojên xweş bi paşve maye. Ji 4ê Nîsana 2004an heta niha her sal kurd Rojbûna Serok Apo pîroz dikin. Ewil li gelek bajarên Kurdistanê û gelek bajarên dîasporayê dihat pîrozkirin. Lê piştre roja 4ê Nîsanê gel berê xwe da Amarayê. Meşa pîrozbahiya rojbûnê 22 sal in didome. Meşa Amarayê cuda ye. Serok li Amarayê ji dayik bû. Ji malbateke karker û xebatkar ji dayik bû. Malbatake ku eşîra wî ya mezin tune ye. Îro felsefe û fikra Serok li her derê belav bûye. Kurd bi fikir û têkoşîna wî hatin qebûlkirin û bi taybetî bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ev rastî bêhtir îspatkirin. Hebûna nasnameya gelê kurd êdî nikare bê înkarkirin. Lê pirsgirêka azadiya civaka gelê kurd didome.
Kurd, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çima wek rojbûna xwe dibînin?
Heta 30-40 sal berê jî nasname, ziman, çand û hebûna gelê kurd dihat înkarkirin. Ji ber vê yekê hebûn ji bo gelê kurd mijareke girîng e. Serok Apo bi têkoşîn û keda xwe, hebûna kurdan di şexsê xwe de temsîl dike. Ji ber vê yekê 4ê Nîsana 1949an wekî rojbûna hebûna kurdan tê pênasekirin. Serokatî bi têkoşîna xwe hebûn û doza kurdan bi cîhanê da naskirin. Îro li çar aliyê cîhanê kurd tên naskirin. Di vê mijarê de keda Serok Apo û Tevgêra azadiyê gelek girîng e. Gelê kurd rojbûna Serok Apo wekî rojbûna xwe û wekî hebûna xwe dibîne. Ji ber vê yekê gelê kurd li rojbûna Serok Apo û hebûna wî xwedî derdikeve. Hebûna xwe di hebûna Serok Apo de dibîne. Di têkoşîna xwe ya 53 salan de 27 salên xwe li girtîgehê derbas kirine. Li girtîgeha Îmraliyê, bi fikir û ramana xwe ji bo azadiya kurdan têkoşiya. Dema navê Serok Apo derbas dibe, kurd li vir radiwestin û kûr difikirin. Kurdên çar parçeyan û dîasporayê, îro li dora fikrekê bûne yek. Ji ber vê ye ku kurd îro rojbûna xwe di 4ê Nîsanê de dibînin.
Ji 2004an heta 2008an astengiyên çawa derketin?
Di 2004an de li gel komeleya malbatên girtiyan û gelek saziyan dest bi pîrozkirina rojbûna Serok Apo hat kirin û ji wê rojê heta niha ev meşa pîrozkirinê didome. Ji 2004an heta 2008an gelek zehmetî hatin kişandin. Gelek astengî hatin derxistin. Pêşiya karwanan hatin girtin. Ceza li maşîneyan birîn. Nehiştin gelê kurd xwe bigîne Amarayê. Gel li dijî wan astengiyan berxwedaneke mezin nîşan da. Dema li girava Îmraliyê li ser tenduristiya Serok Apo êriş dihat kirin û tenduristiya Serok Apo dikete xetereyê, kurdan her salê bi navekî û bi remzekê berê xwe dida Amarayê.
Cudahiya salên 2008 û 2009an çibûn?
Di sala 2008an de, li bajarokê Elîgorê wek mihrîcanê hat pîrozkirin. Wê demê Elîgor bajarok bû, li wir bi beşdariya gelek hunermendan û ji çar aliyan tevlêbûnek mezin çêbû û mihrîcan hat lidarxistin. Sala 2008an ji bo pîrozkirina rojbûna Serok saleke mînak bû. Yekemîn car mihrîcan hat lidarxistin. Gel piştî mihrîcanê dîsa xwest ji Elîgorê bimeşe gundê Amarayê ku 60-70 kîlometre dûr e. Lê dîsa rastî astengiyan hat. Sala 2009an dîsa meşek bi heman rengî çêbû. Lê salek biêş bû. Di meşa 3yê nîsana 2009an de meşvan rastî êrişê hatin. 20 kîlometre nêzî Amarayê, polîsan bi awayekî hovane êrişî gelê kurd kir û di êrişê de 2 ciwanên kurd hatin kuştin. Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag di êrişa polîsan de bi fîşekên gazê birîndar bûn û li wir jiyana xwe ji dest dan. Mahsûn xwendekarê zanîngeha Dîcleyê, Mûstafa jî karker bû. Xwestin biçin Amarayê, lê rastî êrişa polîsan hatin û hatin şehîdkirin. Gelek însan birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Wê salê bedêlek giran hat dayîn. Rojbûna Serok bi kedeke mezin û bedêlên mezin hat qebûlkirin. Li gel ku di sala 2009an de 2 şehîdên 4ê Nîsanê çêbûn, di meşa sala 2010an de tevlêbûna meşa Amarayê hîn zêdetir bû. Gelê kurd bi vê meşa girseyî bersiv da û li berdêla 2009an xwedî derket. Bi girseyek mezintir gel berê xwe da Amarayê û rojbûna Serok Apo pîroz kir. Di salên 2001-2012an de her çiqas li dora Rihayê rewşên awarte hatin îlankirin jî, mirovên me û hezkiriyên Serok Apo xwe gihandin gund û rojbûna Serok Apo pîroz kirin. Gelê kurd li Amarayê hebûn û nasnameya xwe dibîne.
Di navbera meşên hatin qexedekirin û serbest de çi ferq hebû?
Gelê kurd her tim li fikir û ramanên Reber Apo û piratîka wî dinihêre û gavan diavêje. Dibîne ku pratîk û fikrên Rêber Apo hev temam dikin. Ji ber vê yekê her ku dem derbas dibe xwedîderketina li Rêber Apo her ku diçe zêdetir dibe. Piştî 2012an pêvajoyeke çareseriyê hat destpêkirin. Di sala 2013an de wek mihrîcanekê rojbûna Serok Apo hat pîrozkirin. Gelek hunermend hatin Xelfetiyê û konser dan. Em dibînin ku dema dewlet astengiyan dernexe ti kes zerarê nabîne. Gelên me ji bo mafên xwe yên demokratîk û rewa bi kar bînin dimeşiyan Amarayê. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de Meşa Amarazyê di reweşeke aram de derbas dibû. Di dema serbest de gel bi mihrîcanên mezin, konser û şahî li dar dixistin û ev roj pîroz dikirin. Gel li parka 4ê Nîsanê kom dibû û şeva xwe li wir bi şahiyê derbas dikir. Mihrîcan li wê parkê bi coşeke mezin li dar dixist. Roja din 4ê Nîsanê jî gel ji Xelfetiyê berê xwe dida Amarayê. Gel dixwest bi piyan nêzî 9-10 kîlometre heta Amarayê bimeşe. Ji 2013an heta 2015an bi heman coş û girseyê berdewam kir û 4ê Nîsanê bi mihrîcanê hat pîrozkirin. Di 2015an de gelek hunermendên navdar hatin li Xelfetiyê konser dan. Di sala 2016an de rewşa awarte (OHAL) hat îlankirin. Di heman salê de meşa Amarayê hat qedexekirin û gelek êriş pêk hatin. Lê li dijî van êrişan gel li her derê li Serok Apo xwedî derket û rojbûna wî pîroz kirin.
Di pêvajoya OHALê de rewşeke çawa hebû?
Ji 2016an heta 2025an li tevahîya Rihayê rewşa Awarte hat îlankirin. Her sal astengî derxistin û Meşa Amarayê qedexe kirin. Leşkeran li derdora Rihayê barageh ava kirin. Kon danîn. 2 roj berê li dora Xelfetiyê leşker û polîs bi cih dikirin da ku kes nekeve Amarayê. Lê tevî hemû qedexe û astengiyan jî her sal bi sedan û hezaran kesan berê xwe dan Xelfetiyê. Tevî hemû astengiyan bi sedan kes dihatin Xelfetiyê û rojbûna Serok Apo pîroz dikirin.
Di sala 2025an bi awayekî sembolîk hejmarek ket gund û bi awayekî fermî rojbûna Serok Apo pîroz kir. Ji bo 4ê Nîsana îsal (2026) hindik maye. Dê îsal bi girseyî rojbûna Serok Apo bê pîrozkirin.
Îsal plansaziyeke çawa heye û wekî malbat amadekariya we ji bo pêşwazîkirinê çi ye?
Plansaziya ji bo meşa 4ê Nîsanê ya îsal, plansaziyek amade hatiye kirin. Meş dê ji 1ê nîsanê heta 4ê Nîsanê bidome. Di 1 û 2yê nîsanê dê li Riha û navçeyên wê ji bo rojbûna Serok Apo hin bername bên pêkanîn. Plansaziyên partiyê hene. Dê di 3yê nîsanê de gel li Xelfetiyê kom bibe û şeva xwe bi girseyî li Xelfetiyê derbas bikin. Bi stran, govend, panel, şahî, konser û bernameyên cuda dê şeva xwe li vir derbas bikin. Wekî her carê dê di 4ê Nîsanê de jî bimeşin Amarayê.
Di vê pêvajoyê de bendewariya we çi ye?
Cudahiya wateya 4ê Nîsanê ya îsal, di pêvajoya çareseriya demokratîk de pêk tê. Îsal herkes bi hêvî ye. Herkes dixwaze dewlet û rayedarên hikûmetê gavan biavêje. Dixwazin heqîqeta kurdan nas bike û astengiya li ser kurdan bi temamî bi dawî bike. Divê kurd êdî serbest xwe bi rêxistin bikin û zextên li ser Serok Apo û kurdan bi dawî bibin. Divê pêvajoya çareseriyê û rojbûna Serok Apo hev temam bike. Temenê Rêber Apo 77 e. Hemû temenê xwe bi têkoşîn û ji bo şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kir. Ji bo jiyanek demokratîk û civakek azad fikrek bi pêş xist. Niha jî di şertên Îmraliyê de Serok Apo ji bo aştî, aramî demokrasiya gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn dixebite û têdikoşe. Di pêvajoya ku Rojhilata Navîn di nav şer de ye û xwîn tê rijandin, Serok Apo û hevalên xwe li Îmraliyê ji bo çarenûsa gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn têdikoşin. Di pêvajoyeke wisa de em ber bi 4ê Nîsanê ve diçin. Li aliyekî şer, qirkirin, înkar didome, li aliyê din têkoşîna azadî, aştî û aramiyê didome. Ji bo aştî û qebûlkirina nasnameya hemû mirovan û hebûna kurdan têkoşînek tê dayîn. Ji ber vê yekê divê îsal xwedîderketina 4ê Nîsanê ji her salê bêhtir xurttir be.
Ji bo meşa Amarayê bi girseyî pêk bê, banga we çi ye?
Em bang li gelê kurd tev dikin. Divê gel tev berê xwe bide Amarayê. Em 3-4ê Nîsanê wekî mihrîcanekê derbas bikin. Pîrozkirina 4ê Nîsanê rojbûna Serok Apo, pîrozkirina azadiya gelê kurd e. Parastina yekîtiya gelê kurd e. Divê li gorî vê yekê xwedîderketin hebe. Kurd her tim li vîna xwe xwedî derketine. Lê divê di vê pêvajoyê de bêhtir li vîn û nasnameya xwe xwedî derkevin. Li aliyekî pêşwazîkirina biharê ye, li aliyekî pêşwazîkirina çareseriya demokratîk e; li aliyekî rojbûna Serok Apo ji bo me gelek bi wate ye. Wekî malbat em dixwazin hemû mêvanên Rêber Apo bi aramî pêşwazî bikin. Em dixwazin êdî di salên pêş de Serok Apo li Amarayê hemû mêvan û hezkiriyên xwe pêşwazî bike. Ev êdî ji bo me ne xeyal e. Yên kurd înkar dikirin niha nasnameya kurdan qebûl dikin.
Her sal di 4ê Nîsanê de daran diçînin. Wateya çandina daran çi ye?
Nêzîkatiya dar, ax û kevirên Amarayên manewiyeteke gelek mezin e. Lê Rêber Apo dibêje fikrên min mezin bikin. Dema di pratîkê de fikir bên mezinkirin, jiyan watedartir dibe. Serok hemû eşîr, bawerî û rengên kurdan di bin sîwana neteweya demokratîk de anîn cem hev. Îro kurd di bin rêbertiya Serok de hev hembêz dikin. Em ê 4ê Nîsanê mêvanên Serok Apo hembêz bikin. Lê me dixwazin êdî Serok Apo mêvanên xwe hembêz bike


