Ehmed Huseynî û Helbesta min…

Helbesta Huseynî çîrok bû, roman bû. Teşiya dilê Ehmedî tenê helbest nedirêst,hestên kurdî dirêsiya. Huseynî xem û xeyalên welatê xwe dihûnandin.

1 deqe xwendin
Ehmed Huseynî û Helbesta min…

Leyla Saraç

Ji asîmanê helbesta kurdî stêrkek xuricî.

Loma îro hemû helbestên kurdî xemgîn in. 

Komara helbesta kurdî îro bûye ciyê şînê.

Di komara helbestê de ciyê Huseynî dê herdem teybet be.

Ji bo Huseynî gelek pênase tên kirin weke şahê helbestê û hwd.

Seydayê evînê bû, mîrê gotinê bû. Gotin di helbesta Huseynî de weke reqsvaneke zîrek bû. Di rûpelên helbestên wî de gotinan govend digerandin. Di her helbestekê de gotinek sergovend bû. Weke kewê, weke şîno, weke evînê…

Helbestên Huseynî  ji helbestê wêdetir bûn. Huseynî di helbesta xwe de romanûs bû, çîrokbêj bû. Axîna welatê xwe bû. Huseynî di helbesta xwe de semagerekî evînê, şervanekî azadiyê bû. Huseynî di helbesta xwe de dîroknas bû. Axina êşa Amûdê, Mahabadê, Geliyê Zîlan û Helebçeyê bû. Huseynî di helbesta xwe de Amed bû, Hewlêr bû Qamişlokê bû.

Helbesta Huseynî çîrok bû, roman bû. Teşiya dilê Ehmedî tenê helbest nedirêst,hestên kurdî dirêsiya. Huseynî xem û xeyalên welatê xwe dihûnandin. Di helbestên wî de dengekî aşkere û gelek dengên veşartî hene; Dengê Evdalê Zeynikê, dengê Mihemed Şêxo û gelek awazên cihêreng dibin qêrîn, dibin nalîn, dibin sirûd û stranên azadiyê...

Dengên veşartî yên di nav helbestên wî de, bi hunerweriya wî ji mirov ra dibin hest û ramanên nas ku kurd ne xerîbên wan in. Di helbestên wî de gotin bi bask dibin û ji bona min helbestên Huseynî dibistana xemilandina hestan bûn. Ez xwe di vê dibistanê de weke şagirtekî dibinîm. Di baxçeyên helbestên wî de min ji helbestê hez kir.Helbestên wî  bi destê min digirt û min ber bi cîhanek din ve dibir. Cîhana hestan, cîhana xeyalan, cîhana azadiyê  û cîhana evînê...

Di qonaxa dilê min de helbestên wî deriyekî din vedikir. Dema ku di wî deriyî de meyze dikim rengê welatê xwe û rengê gul û kulîlkan dibinîm. Ez bawerim gelek keç û xortên welatê min ji helbestên Huseynî mistek hêvî û mistek evîn vexwarine. Dê Huseynî bi helbestên xwe her û her bijî. Bi nimet û rêzdarî..