‘Em ê li derve jî rêwîtiya rêya Ocalan bidomînin’
Mehmet Mehdî Ataca yê ku 31 salan girtî ma û ji Girtîgeha Şakranê hat berdan, diyar kir ku ew ê li derve jî rêwitiya xwe ya rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike.

Mehmet Mehdî Ataca yê ku sala 1995an li Edeneyê hatibû girtin, Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê der barê wî de bi îdiaya ‘Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ cezayê muebbetê lê birîbû. Mehmet Mehdî Ataca 31 salan li girtîgehên Êlih, Amed, Yozgat, Îskenderûn, Edene, Mersîn, Sêrt û herî dawî jî li Îzmirê ma. Mehmet Mehdî Ataca yê ku li Girtîgeha Girtî ya Şakranê ya Alîagayê dihat girtin, piştî 31 salan hat berdan. Ataca yê ku berdana wî carekê hatibû taloqkirin, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat, xizm, rêveberên EGE-TUHAYDER, MEBYA-DER û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Alîagayê ve bi kelecanek mezin hat pêşwazîkirin.
Mehmet Mehdî Ataca piştî derketina xwe wiha axivî: “Niha rewşa hevalên me yên hundir baş e û silav li we dikirin. 35 sal in gelê me xwedî li me derket. Em deyndarê gelê xwe ne ku av û nan da me û dema lazim bû malên xwe ji bo me kirin stargeh. Ez bi dil û can spasiya wan dikim. Min 31 salan ji keda gelê xwe re îxanet nekir. Ez îro bi serbilindî derdikevim.”
Mehmet Mehdî Ataca di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Pêvajoyek tê meşandin; em ê li derve jî ji bo ku ev pêvajo ber bi başiyê ve biçe, li cem Birêz Ocalan cihê xwe bigirin. Ji bo ku êdî zarokên kurd û tirkan nemirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em alîgirên aştiyekî rast û heqîqî ne. Yek ji şehîdên vê pêvajoyê jî hevalê me Sirri Sureyya ye; ez wî jî bi rêzdarî bi tînim.”


