Encama Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê ragihandin
Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê ku di 10ê Gulanê de li Cîzrê bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, Statu Kurdî" hat lidarxistin, ragihandin.

Di encamnameyê de bang kirin ku Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî yê duyemîn bi destûrî were mîsogerkirin.
Daxuyaniya dawî ya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ên Şirnexê, Komeleya Ziman û Çanda Birca Belek û Komeleya Ziman û Çanda Cûdî ve li navçeya Cîzrê ya Şirnexê di 10'ê Gulanê de hat lidarxistin, hat ragihandin. Di encamnnameya komxebatê de ku ji çar rûniştinên bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, Statuya Kurdî" pêk hat, wiha hat gotin: "Lêkolînek berfireh li ser rewş û pêşeroja zimanê Kurdî hat kirin."
Encamnnameyaa kom xebatê bi vî rengî ye:
"Di dîroka 10ê Gulana 2026an de li Eywana Konferansa Şaredariya Cizîrê, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û kedkarên zimên, xebateke berfireh li ser rewş û paşeroja zimanê kurdî hat lidarxistin. Di encama nîqaşên li ser;
a- Di Dîrokê de Tekoşîna Zîmanê Kurdî û Rist û Mîsyona Jinan
b- Di Hiqûqê de Ziman û Tekoşîna Zimanê Kurdî ya Hiqûqî
c- Di Rêveberiyên Xwecihî de Stratejiya Tekoşîna Zimanê Kurdî
d- Di Têkoşîna Siyaseta Demokratîk de Zimanê Kurdî (Ziman û Siyaset)
Di 4 sernavên sereke de, ev biryar û tespîtên li jêr bi raya giştî re em parve dikin:
Li ser vê bingehê Komxebat ji bo ronesanseke zimanî van xalên stratejîk pêşniyaz dike:
Divê; Kurdî di bazar, kolan, huner û her hûrgiliya jiyana civakî de bibe zimanê serdest.
Dîvê; Arşîvên devkî yên ku di bin pêşengiya jinan de hatine parastin, werin dîjîtalîzekirin.
Divê; Rola jinê di wêjeya Kurdî ya klasîk û nûjen de di nava kurtefilman de were nîşandan.
Divê; Atolyeyên "Ziman û Jin" li her taxê wekî dibistanên jiyanê werin vekirin.
Divê;Sapanên lîstokên zarokan bên amade kirin.
Divê; binesaziya Kurdî ji bo Hişê Çêkirî (AI) were amadekirin û teknolojî bibe qada parastina ziman.
Dîvê; Akademiyên Ziman bên avakirin ji bo standardîzekirina zaravayan û zimanê zanistî.
Divê; Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê di makezagonê de were mîsogerkirin.
Divê; Li girtîgeh, dadgeh û nexweşxaneyan mafê wergêrê kurdî bi awayekî bêpere were peydekirin.
Divê; Li dijî her cure êrîşên li ser ziman, komîsyonên parastina hiqûqî ya ziman werin avakirin.
Divê; Peymanên navneteweyî (wekî Peymana Mafên Zarokan) di derbarê ziman de werin aktîfkirin.
Divê; daxwaza statûyê Kurdî di asta makezagonî de wekî "zimanê fermî yê duyemîn û perwerdehiyê" cih bigire.
Divê; Dîplomasiya Ziman li qada navneteweyî (UNESCO, NY) zext li ser dewletê were kirin da ku "Peymana Zimanên Herêmî ya Ewropayê" îmze bike.
Dîvê; Ji hevşaredaran heta nûnerên kurd ên parlementoyê, zanîna zimanê Kurdî ango bi asteke perwerdehiya ziman re derbas kirin,bibe şertê sereke yê temsîliyeta gel.
Dîvê; Nivîsên fermî û tabelayên giştî li gorî pîvana pirzimanîbûnê werin amadekirin
Divê; Hemû xizmetên şaredariyê bi awayekî duzimanî werin pêşkêşkirin.
Divê; Kreşên bi zimanê Kurdî li her taxê wekî mînakeke model werin zêdekirin.
Divê; Di peydakirina karker û karmendan de zanîna Kurdî wekî pîvaneke pêşîn were qebûlkirin.
Divê;Di heremê de Nexeşeya navên cih û warên kurdî bên amede kirin.
Divê; Navên tax, kolan û parkan bi navên kurdî yên resen werin guhartin.
Divê; Malper û serîlêdanên dîjîtal ên şaredariyan bi kurdî bin
Divê; Kursên ziman ên ji bo gel werin organîzekirin û sertîfîkayên fermî werin dayîn
Divê; Di budçeya şaredariyan de pişkeke taybet ji bo pêşxistina zimanê kurdî were veqetandin.
Divê; Zimanê Kurdî di hemû civîn û meclîsên siyasî de bibe zimanê sereke yê axaftinê.
Divê; di hemû weşanên siyasî, pankart û belavokan de Kurdî wekî pîvana rûmetê were dîtin.
Divê Ziman ne tenê wekî amûrekî, wekî nasnameyeke siyasî were parastin.
Divê; Siyaseta demokratîk kurdiyê li gorî hemû zaravayên wê Kurmancî, Kirmanckî biparêze.
Divê; hemû partî, sazî, dezgeh û derdorên li ser navê kurdan tevdigerin xwedî stratejî, polîtîka, plansazî, bername, budçe, kadro û xebatkarên ji bo zimanê kurdî bin.
Divê; têkoşîna ji bo zimanê Kurdî di nava hemû cih û warên civakî de bên belavkirin. Kar û xebatên zimanê Kurdî li her derê bên birêxistinkirin, li her derê mal, kom û saziyên kurdî bên avakirin. Ji bo pêkanîna vê divê em hemû kurd xwe erkdar û berpirsyar bibînin.
Encam:
Bêyî edaleta di ziman de, edaleta civakî û azadiya siyasî ne pêkan e. Israra me ya di ziman de, israra me ya di hebûna me ya neteweyî de ye.
Banga me: "Kurdî biaxive, Kurdî bixwîne, Kurdî binivîse û bi Kurdî bijî."


