'Êrîşên li ser herêmê statuya Kurdistanê qels dike'
Êrîş û operasyonên dewleta Tirkiyeyê ku di 23’yê nîsanê de da destpêkirin bi hevkarî û koordînekirina PDK’ê û bi tevlibûna şer ya hin komên girêdayî PDK’ê didome.

Êrîş û operasyonên dewleta Tirkiyeyê ku di 23’yê nîsanê de da destpêkirin bi hevkarî û koordînekirina PDK’ê û bi tevlibûna şer ya hin komên girêdayî PDK’ê didome. Ji 23’yê nîsanê ve şer û pevçûnên li herêmê bi awayekî dijwar berdewam dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeyê erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê gelekî hatiye texrîbkirin û ji ber êrîşên li ser qadên jîngehan şêniyên herêmê neçar mane şûn û warê xwe biterikînin.
Berdevkê hikûmeta başûrê Kurdistanê Cotyar Adil, têkildarî êrişên dewleta Tirkiyeyê ya li Herêma Federal a Kurdistanê axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê derbarê êrîşa ku li ser Başûr didomîne wan agahdar nekiriye û Bexdayê muxatab digire. Rexmî ku yekîneyên taybet ên PDK’ê tev li êrîşa Tirkiyeyê dibin jî Adil da zanîn ku wê destûr nedin şerê navxweyî û ev tişt got: “Ev êrîş statuya Kurdistanê qels dike.”
Bi sedan gund hatine valakirin
Cotyar Adil der barê valabûna gundan a ji ber êrişan de jî ev agahî dan: “Di encama êrîşên ku didomin de heta niha 600gund vala bûne. Heta ku ev şer raneweste dê li herêmê aramî pêk neyê. Em jî dixwazin ku gelê me vegere herêmên xwe û gundên ku vala bûne careke din ava bikin. Lê ji bo vê pêwîstî bi demê heye.”


