Li Evropayê panela ‘Rojava û Sûriyeyê’ tê lidarxistin

Parlamentoya Ewropayê ji bo beşdariya civînek bi mijara, “Rojava û Sûriyeyê” bibin hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û fermandara Gijtî ya YPJê Rohilat Efrîn hatin vexwendin. Di heman demê de Îlham Ahmed dê bi Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar re tev li panela, “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û Demokrasî” bibin.

1 deqe xwendin
Li Evropayê panela ‘Rojava û Sûriyeyê’ tê lidarxistin

Tevlibûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di rojevê de cihek girîng girt û hat nîqaş kirin. Piştî Munîhê niha jî Parlamentoya Ewropayê ji bo beşdariya civînek bi mijara, “Rojava û Sûriyeyê” bibin hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û fermandara Gijtî ya YPJê Rojhilat Efrîn hatin vexwendin.

‘Dê bi civîna çapemeniyê dest bi bernameyê bikin’

Li gorî agahiyan Îlham Ahmed û Rohilat Efrîn gihiştin Ewropayê û dê îro bernameya wan dest pê bike. Têkildarî mijarê nûnerê Brûkselê yê DEM Partiyê Eyûp Doru ji Medya Haber TVyê re axivî û der barê bernameyê de agahî dan. Doru anî ziman ku bernameyek berfireh a hevdîtinan heye û şande dê bi civînek çapemeniyê dest bi bernameya xwe bike. Doru anî ziman ku şande dê bi rêveberiya Parlementoya Ewropayê, nûnerên komên sosyalîst û gelek sazî û dezgehên cuda re bê cem hev. Doru serdana şandeyê wekî pêşketinek girîng nirxand û derbirî ku di heman demê de bi beşdariya bi sernavê “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û Demokrasî” dê panelek pêk bê û Îlham Ahmed dê beşdarî vê panelê bibe.

Li gel konferansa, “Rojava û Sûriyeyê” li Parlementoya Ewropayê (PE) panela, “Tirkiye û Kurd li Ser Masê Ne: Aştî, Lihevhatin û Demokrasî” jî pêk tê. Gelek kesên navdar tev li panela îro li paytextê Belçîkayê Brûkselê pêk tê dibin. Panel ji hêla Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalistên Pêşverû ya PEyê ve tê organîzekirin. Herwiha Nûnerê Niyeta Erênî yê PEyê û zimanzanê amerîkî Prof. Noam Chomsky, siyasetmedara kurd Leyla Zana û Xwediya Xelata Nobelê Şirîn Ebadî jî piştgirên panelê ne.

Gelek kesên navdar tev lê dibin

Endama Lijneya Rêveberiyê ya EUTCCyê Dersîm Dagdevîren, Endama Koma Tifaqa Demokratan û Sosyalîstên Pêşverû ya PEyê Evîn Încîr û Endama PEyê Andreas Schîeder dê axaftina destpêkê ya panelê bikin. Îlham Ahmed dê bi Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar jî dê di panelê de axaftinê bikin. Hevdîtin û xebatên dîplomasiya kurd hindî diçe zêdetir eleqe dibîne û bandorek girîng dike.

Hêzên hegemonîk dîzaynê didomînin

Cîhan ji pir aliyan ve ber bi xetereyeke mezin ve diherike. Şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re, pêşketinên li Sûriyê û metirsiyên vegera DAIŞê, peyrana li Filistîn, Libnan û Yemenê, polîtîkayên mitînger ên Tirkiyeyê, şerê Rusya-Ûkranyayê, rageşiya DYA û Çînê rewşa cîhanê têra xwe datîne ber çavan. Di nava vê kaosê de herî zêde hesaba têkoşînê tê kirin. Têkoşîna civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkeri wek hêza çareseriyê xwedî rol û mîsyon e.

Têkoşîn destê dîplomasiya kurdan xurt dike

Di van şert û mercan de heq, hiquk, maf, wekhevî, azadî û hêmayên wisan jî neçarin ku çeka wan hebe. Çeka van têkoşîna civakî, çandî, aborî, dîplomatîk û leşkerî ye. Bi hêza civakê, çandê, aboriyê, dîplomasiyê û leşkeriyê rastiya heqiqetê tê parastin. Hemû pratîkên şênber diyar dikin ku ev nebin her tişt di ber lingan de diçin. Têkoşîna gele kurd ji aliyê pîvanên mirovîn û rastiya heqîqetê de xwedî sekin û helwesteke bi îstîkrar e. Li heremê pêşengiyê dike. Di roniya vê siyasetê de hevgiriya gelê kurd pêk anî, piştgiriya navneteweyî mezin kir. Li ser wekheviya gelan û demokrasiyê pergala xwe pêş xist. Bi vê têkoşînê senpatiyeke mezin ya navxweyî, heremî û navneteweyî hat organîzekirin.

Heke siyaset li ser mafên xwezahî û rastiya heqîqetê li pêş biketana divê li dijî vê siyaseta kurd komplo û êriş pêk nehatana. Berovajiyê vê komplo jî êrşên qirkirin û tunekirinê jî yek li ser yekê pêk tê û didome.
Êrişa 6ê çileya 2026an hêj zindî didome. Êriş rasterast di çarçoveya plana tunekirin û qirkirinên li dijî kurdan dest pê kir. Plan li Parîsê hat ristin. Li Şêxmexsûd û Eşerefiyê dest pêkir. Di tunekirin û qirkirina kurd û kurdistaniyan de sînor hildan. DAIŞiyên bêrû yên li Şamê ji bo qirkirin û tunekirina kurd û Kurdistanê hatin zêrandin. Konsepta navneteweyî ya êrişkaran bêdeng mijar temaşe dikir û li benda encamê bûn.

Dîplomasiyê derket astek jor

kurd ne xerîbê van koployên bêyom yên navneteweyî ne. Gelê kurd naveroka êrişê demildest fam kir û lez da têkoşînê. Kurd û dastên xwe yên enternasyonal li çar parçeyên Kurdistanê û çarmedorê cîhanê kirin qada têkoşînê. Hêz mezin bû û qad fire bû. Sempatî derket lutkeyê. Yekrêziya têkoşînê, yekrêziya yekîtiya gelê kurd, yekrêziya piştgiriya aboriyê, yekrêziya leşkerî bi yek carek rengê êrişê û helwesta êrişkaran guhert. Hêz û têkoşîna kurd hat ser maseyê û di muzekereyên çareseriyê de bûn xwediyê rol û mîsyon. Piştî vê helwestê û têkoşînê her diçe li ser maseya dîplomasiyê nûnerên kurdan hê bêtir tên pêşwazîkirin. Vexwendin û beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmet ya Konfeansa Ewlehiya Munîhê asta têkoşîna kurdî derxist radeyeke jortir.

Mazlûm Ebdî dawetî Washîngtonê kirin’

Gelek serokên, wezîr û dîplomatên dewletan û taybet jî Wezîrê Karên Derve yê Amerikayê Marco Robio li Munihê bi nûnerê kurdan Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re civînên berbiçav pêk anîn. Mazlum Abdî di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku Marco Robio ew vexwendina Amerîkayê û wan jî ev vexwendinê qebûl kirine. Dîplomasiya Kurd di pêşengiya nûnerên Kurd, parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî, Mazlum Abdî û Îlham Ehmed mohra xwe li dîplomasiya li Konferansa Ewlehiyê ya li Munihê xist.

Çekên têkoşînê zêde dibin

Hêjmareke zêde pisporên mijarê di şîroveyên xwe de qala vê pêşketinê kirin. Lê hêza dînomo ya vê pêş xistê pêk tîne, destnîşan nekirin. Gelek ji wan bi zanîn ev rastî dernexistin pêş. Lê gelê kurd baş zane ku wan bi têkoşîna xwe yekrêziya navxweyî çêkir û bi hêza xwe li ser maseyeya dîplomasiyê ji nûnerên xwe re cih vekir û destê wan jî xurt kir. Herî dawî ji bo beşdarê civîna li Parlamentoya Ewropayê bibin Îlham Ehmet û Fermandara Gijtî ya YPJê Rohilat Efrîn hatin vexwendin. Ev ne tenê diplomasiye, ev dê bi xwere sitatû û naskirina kurd û Kurdistanê pêş bixe. Riya pêşxistinê “çekên” têkoşînê yên hatin destnîşankirin in û dinamoya wan jî gelê kurd û hişmendiya xwe ya ji Rêberê xwe wergirtiye.

Çavkanî: Ajansa Welat