Tifaqî serkeftin e parcebûn têkçûn e
Siyasetmedar û endamê sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hesen Ozguneş diyar kir ku yekîtî ji bo gelê kurd wekî nan, av û hewayê pêwîst e û xwest ku herkes di vê çerxa dîrokê de berpirsyariyê werbigire.

Firat Tunç
Kurd bi salan e li ser yekîtiyê diaxivin. Civîn û konferansan li dar dixin. Rêberê Gelê Kurd jî gelek caran behsa hewldanên yekîtiya neteweyî dike û tecrubeyên di pêşerojê de pêk hatin dinirxîne. Gelê kurd di pêvajoya seferberiya ji bo Rojava de yekîtiya xwe îspat kir. Piştî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Rojava, gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê û welatên cîhanê bi yek dengî bi dirûşmên “Yek e yek e, gelê kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” banga yekîtiyê qêriyan. Di konferans peyamên derket pêş de ew bû ku divê êdî di hêla Yekîtiya Neteweyî de gavên pratîk bên avêtin û Kongreya Neteweyî bê avakirin û helwesta gel a yekîtiyê bê bicihanîn. Li ser xebatên yekîtiya neteweyî siyasetmedar û endamê sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hesen Ozguneş nirxandinên girîng kirin.
‘Çareserî Neteweya Demokratîk e’
Hesen Ozguneş da zanîn ku şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û Rojhilat Navîn ber bi guhertinê ve diçe û got: “Dewletên desthilatdar êrişî Kurdistanê dikin. Niha şerê DYAyê û Îranê li pêş çavan e. Ne diyar e ku dê di pêşerojê de rewşa Tirkiyeyê çawa be. Lê li gorî gotinên DYAyê û hevalbendên wê xwestin ku bibin serdestê cîhanê û bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin dest avêtin Rojhilata Navîn. DYA dixwaze dewletên Rojhilata Navîn ên ku li hember wan serî natewînin, lawaz bike û rêveberiyên wan dewletan li gorî berjewendiyên xwe ava bike da ku polîtakaya xwe bimeşîne. Di vî warî de statukoya dewletên serdest nikarin çareseriyê ji pirsgirêkên civakê re bibîne û nikarin bi dewletên derdor re aştiyê jî bikin. Destwerdana DYAyê û hevalbendê wê jî bi xwe re demokrasî, aştî û aramiyê nayne. Ev her du xet jî ji bo gelan aramî û aştiyê naynin. Xeta çareseriyê xeta Neteweya Demokratîk e. Piştî xeta Neteweya Demokratîk hat avakirin dê pirsgirêkên jin, ciwan, xweza û gelan çareser bibin. Azadî, hiqûq û exlaq dê bikeve meriyetê. Hewce ye ku yekîtiya demokratîk di nav gelê kurd de pêk bê. Da ku bikaribe di aloziya şerê cihanê yê sêyemîn de bi ser bikeve.”
Astengiyên li pêş yekîtiyê
Hesen Ozguneş diyar kir ku astengiyên li pêşiya gelê kurd piralî ne û got: “Destwerdanên ji derve, li pêş yekîtiya neteweyî astengiya yekemîn e. Ya duyemîn jî parçebûna gelê Kurdistanê ye. Gelê kurd bi salan e gelekî bindest e. Hem axa gelê kurd hem jî hişmendî, bîrdozî û jiyana vê hatiye perçekirin. Ji hestên azadî û xwebirêxistinkirinê hatiye dûrxistin. Lê di nav gelê kurd de her tim xeta azadiyê jî hebû. Li ser vê xetê jî bi salan e xebat tên kirin. Bi taybet pêncî sal in bakurê Kurdistanê bê navber xeteke demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz bi pêşengtiya jinan ve tê meşandin. Vê yekê jî bandoreke mezin li ser her çar aliyên Kurdistanê kiriye. Gelê kurd dema êrişên li Rojava û Newrozê nîşan da ku yekîtiya xwe di nav xwe de avakiriye. Lê mixabin hêj jî bersiva vê yekîtiyê ji hêla partiyên siyasî yên kurdî ve nehatiye dayîn. Sedema vê jî hesabên biçûk ên takekesî, parçeparêzî an jî mayîna di bin bandora dewletên serdest û hegomonîk de ne.”
‘Partiyên Başûr bersivê nadin yekîtiyê’
Hesen Ozguneş da zanîn ku dewletên serdest û hegemon bandora neyînî li yekîtiya gelê kurd dikin û got: “Partiyên siyasî ji ber hesabên bazirganiyê bi qelsî nêzî yekîtiyê dibin. Di vî alî de çavê kurdan li başûrê Kurdistanê ye. Partiyên rojhilatê Kurdistanê di nav xwe de yekîtiyek çêkiriye. Rojava jî yekîtiyek çêkir. Li bakurê Kurdistanê konferansên yekîtiyê pêk hatin. Gelê kurd xwest Kongreya Neteweyî bê lidarxistin û hemû pirsgirêkên xwe bi rêya dîplomasiyê çareser bike. Lê heta niha li ruxmê bangê jî partiyên başûrê Kurdistanê bersiveke erênî nedaye. Em dizanin sedemên vê destwerdanê jî dewletên derve yên dagirker in. Hêviya me ew e ku partiyên Bakur, Başûr ji bo Yekîtiya Neteweyî bi lezgînî gav biavêjin.”
‘Yekîtî û tifaqî serkeftin e’
Hesen Ozguneş destnîşan kir ku di nav kurdan de yekîtî nebe, dê kurd zerarê bibînin û wiha axivî: “Di şerê cîhanê yê yekemîn de derfet hebû ku kurd statuya xwe bi dest bixin. Gelek miletên di bin destê Osmaniyan de bûn, serî hildan û statuya xwe heya astekê bi dest xistin. Lê kurd aliyê siyasî û rêxistinê de ne amedebû û wenda kir. Di şerê cîhanê yê duyemîn de jî destwerdana li ser Îranê ya ji hêla îngilîzan û Yekîtiya Savyetê ve derfetek ji bo kurdên Rojhilat derket holê. Heya salekê Komara Mahabadê hat avakirin. Lê çawa ku Sovyet û îngilîz ji Îranê vekişiyan dîsa êrişî Kurdistanê kirin. Ev yek di hişmendiya gelê kurd de hêj zindî ne. Ji ber vê yekê jî kurd vê baş dizanin ku bêtifaqî wendakirin e, têkçûyîn e, hejarî û binketin e. Tifaqî serkeftin e.”
‘Roj roja yekîtiyê ye’
Hesen Ozguneş da zanîn ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Kurdistan e û wiha bi dawî kir: “Derfeteke ji bo kurdan û dostên wan derket holê. Ev ji bo bipêşxistina rêya sêyemîn xeteke demokratîk û neteweyeke demokratîk derfet e. Bi salan e kurd têdikoşin. Bi vê têkoşînê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Derfata zerîn li pêşiya me ye. Heger em Yekîtiya Neteweyî pêk bînin di vê qeyrana Rojhilata Navîn de em dikarin ji bo gelan derfetekê bi dest bixin. Heke yekîtî ava nebe ew destkeftiyên heya niha hatine bidestxistin jî dê di tehlûkeyê de bin. Dê li çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî lawaz bibin. Ji bo vê jî yekîtî ji nan, av û hewayê pêwîsttir e. Divê hemû kes di çerxa dîrokê de berpirsyariyê werbigire. Em li çar parçeyên Kurdistanê, bang li gel, sazî, ronakbîr, akademîsyen û hunermendên xwe dikin. Dest bidin hev û roj roja yekîtiyê ye.”


