Ciwanên DEMê xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê xwestin ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

1 deqe xwendin
Ciwanên DEMê xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Navenda Giştî di çarçoveya civîna mehane de kom bûn. Meclisa Ciwanan daxuyanî da çapemeniyê û xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. 

Li ser navê Meclisa Ciwanan Îbrahîm Akbay Qasidê Aştiyê Sirri Sureyya bi bîr anî û got: “Li Rojhilata Navîn her tim di navbera hezên Modernîteya Demorkatîk û modernîteya kapîtalîst de têkoşîn hebûye. Rojhilata Navîn cihe ku mifte le hatiyê windakirin e. Rojhilata Navîn şahidiya şerê jin û mer û hemû têkoşîna civakî ya mirovahiyeyê kiriye. Îro Rojhilata Navîn bû ye qada şerê cihanê yê 3emîn.” 

‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk firseteke’

Îbrahîm Akbay destnîşan kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fersendên mezin derxistine holê û got: “Ciwanên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku bi salane li dijî polîtikayên şerê taybet û pişaftinê têdikoşin ji bo rêxistinkirina civakê xebatên xwe didomînin. 

Îbrahîm Akbay diyar kir ku ew weke Meclîsa Civanan a DEM Partiyê dê ji bo xebatên xwe yê mehekê civîneke li dar bixin û wiha axivî: “Di meha 15emîn a pêvajoyê de ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigirê em ê herêm bi herêm, bajar bi moral û coşeke mezin li Kurdistan û Tirkiyeyê xebate bikin. Bê guman di navenda xebatên me de statu û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê hebe. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di serdemekê kriz û kaosê de ji bo hezên demokrasiyê derftên mezin ava kirinê êdî ne pêkan e ku ji civakê dûr bê hiştin. Rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê dewletê ve muzakerevanê sereke û ji aliyê gelan ve jî weke Rêber tê dîtin, lê dewlet polîtikayên mijulkirinê didomîne. Bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xitimînê pêvajoyê dikarin derbas bibin. Weke Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê em careke din daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ji raya giştî re parve dikin. Her gotinên li Îmraliyê werin dê heviyan şîn bikin. Ji bo pêşengiya hemû kesên dixwazin bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin em amade ne. Muhatab li Îmrali ye û çareserî jî Tirkiyeya demokratik e.”