YRA: Hewldanên bêdengkirinê kuştina rastiyan e
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê diyar kir ku her hewldanek bêdengkirina rastiyê, windahiya civakê bi giştî ye.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da. YRAyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ragihandina serbixwe himê civaka demokrtîk û bingeha misogeriya zelalî, lêpirsîn, dadmendî û rêzgirtina li mafên mirovan e.”
YRAyê da zanîn ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan, bi girtinên keyfî, darizandin û terorkirinê didome û wiha got: “Li herêma me, bi taybetî li Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiyeyê rojnamevan di rewşekê de ne ku rê li ber ragihandina pîşeyî ya azad û ewle tê girtin. Ew bi binpêkirinên cidî yên weke girtin, revandin û gefxwarinê re rû bi rû ne.
Ev kiryar ne tenê li dijî rojnamevanan in, di heman demê de li dijî mafê civakê ya gihîştina zanyariyê ne. Her wiha dan û standina giştî lawaz dikin û şiyana çareserkirina pirsgirêkên hevpar sînordar dikin. Ragihandina azad ne lûks e, lê belê pêdiviyeke geşpêdana domdar û avakirina aşîtiyê ye.
Li ser vê bingehê em banga parastina rojnamevanan dikin, her wiha daxwaza gerantîkirina azadiya çapemeniyê û parastina mafên xwegihandina agahiyan jî dike. Di heman demê de, ew banga darizandina binpêkeran û aşkerekirina çarenûsa hevakrên bi zorê hatine windakirin dike.
Di vê rojê de, hemû hevkarên xwe yên rojnamevan li Sûriye û cîhanê silav dikin û teqez dikin ku her hewldanek bêdengkirina rastiyê, windahiya civakê bi giştî ye. Parastina azadiya çapemeniyê parastina mirov û heqîqetê ye."


