Gel li Dêrikê cenazeyê 5 şervanên xwe oxir kirin

Gelê Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê, li hev kom bûn û bi girseyî cenazeyên 5 şervanên xwe axir kirin.

1 deqe xwendin
Gel li Dêrikê cenazeyê 5 şervanên xwe oxir kirin

Gel bi girseyî cenazeyên şervanên HSDê Tofan Dêrik (Diyar Mûsa) Çiya Girkê Legê (Hesen Enes Îbrahîm) û endamên Hêzên Asayîşê Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî ên ku di navbera 17-18'ê Çileya 2026an de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin. Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê gel li hev kom bûn û bi girseyî cenaze oxir kirin. Girêseyeke mezin a şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê beşdar bûn.

Girse cenazeyên şervanên xwe ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrik wergirtin û bi karwaneke mezin ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve meşiyan. Dema gihişt pakrewangehê ji aliyê şêniyan û malbatên şehîdan ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.

Li pakrewangehê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nûrşan Berekat axivî. Nûrşanê bal kişand ser keda şehîdan di parastina herêmê de û got: "Dilê me ji ber şehadeta zarokên me diêşe, lê di heman demê de îsrara me ya domandina berxwedan û têkoşîna ji bo pêkanîna xeyalên wan zêdetir dibin. Em gelê Kurd aştî, edalet û azadiyê dixwazin û li hemberî pergalên desthilatdar tê dikoşin."

Nûrşan Berekat anî ziman ku wateya şehadetê ji wateyên herî mezin ên girêdayî azadiya gelê Kurd e û got. “Em bi saya şehîdan bi azadî û aramî dijîn.” 

Di merasîmê de endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk  a Dêrikê Mahsûm Dêrşoyî banga şopandina rêya şehîdan kir û got: "Dema em dibêjin şehîd namirin, ev tê wateya ku divê em wan bi bîr bînin û her timî di rêya wan de bimeşin."

Ji rêveberên Asayîşa Girkê Legê Ehmed Fedîle jî got: "Divê em ji bîr nekin ku em bi saya şehîdan hene. Jibîrkirina şehîdan sûc e. Divê em keda wan timî bi bîr bînin.''

Piştî axaftinan wesîqeyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşman hatin veşartin.

Şervanên HSDê Tofan Dêrik (Diyar Mûsa) 17'ê Çileya îsal li Dêrik,  Çiya Girkê Legê (Hesen Enes Îbrahîm) 18'ê Çileyê îsal li herêma Kisratê şehîd bûn. Her wiha endamên Hêzên Asayîşê Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî 18'ê Çileyê li ser rêya Ebyedê jiyana xwe ji dest dabûn.