‘Ev şerê mezin li dijî paradîgmaya demokratîk e’
Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif bal kişand ser armanca êrîşên HTŞê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Armanca êrîşên HTŞê pergala demokratîk e. Dixwaze ku pergala demokratîk a gelan nekeve meriyetê. Lê em bi yekîtî û hevgirtina xwe bawer in û em ê bi ser bikevin.

HTŞ, DAIŞ û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, piştî civîna li Parîsê, di 6ê çile de li dijî taxên kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest bi êrîşan kirin. HTŞê bi 45 hezar çeteyan 6 rojan li ser hev êrîşî taxên kurdan kir û komkujî pêk anî. 300 şervanên kurd heta dawî li dijî 45 hezar çeteyan şer kir û tax parastin. Lê komên HTŞ û DAIŞê piştî êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd vê carê berê xwe dan Rojhilatê Firatê. Piştî ku HSDê hêza xwe ji Reqa û Dêrazorê kişandin, HTŞê ewil berê xwe da girtîgehan û DAIŞî serbest berdan. Niha HTŞ û DAIŞ bi hevre êrîşî Kobanê û Hesekê dike. Li gel ku HTŞê di 18ê çile de agirbest îlan kiriye jî her roj biryara agirbestê binpê dike û êrîşî sivîlan dike. Têkildarî armanca êrîşên HTŞ û DAIŞê yên li ser Rojava Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif nirxandin kir.
‘Li ser kurdan şerekî giran heye’
Perwîn Yûsif ewil bal kişand ser êrîşên li ser taxên kurdan û wiha got: “Ji 6ê çile heta niha hemû kes geşedanên li Rojava dişopînin. Ji wê rojê heta niha şerekî giran li ser gelê kurd tê meşandin. Çi li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û çi jî li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî giran heye. Ev ne şerekî tesadufî ye. Agahiya me ji vî şerî heye. Ji ber ku ji roja ku HTŞ bûye desthilat heta niha çawa hikûmeta Şamê teslîmî vê zîhnîyetê kirin, gav bi gav dest bi tunekirina pêkhateyan kirin. Gotin ‘Em pir in. Em desthilat in. Me ev welat rizgar kiriye. Ev welat ji bo me ye’ û êrîş kirin. Dest bi qirkirina elewî, durzî, suryanî û mesîyan kirin. Li aliyê din li ser gelê kurd jî gef xwarin.”
‘HTŞ li vî welatî komkujiyan pêk tîne’
Perwîn Yûsif destnîşan kir ku hatina HTŞê bi xwe re şer û pevçûn anî û got: “Bi xwe re tevliheviyeke mezin ava kir. Ji bo em negêjin roja îro xwîn rijandin. Komkujî kirin. Ji bo em rê li pêşiya êrîşan bigirin û komkujiyan rawestînin me tifaq (peymana) 10ê adarê çêkir. Me dîsa tifaqa 1ê Nîsanê çêkir. Ji bo em karibin bi hikûmetê re kar bikin û rê li pêşiya kaosê bigirin me ev peyman îmze kirin. Ji bo em bibin şirîkê vî welatî û destûreke (peymana civakî) ya nû binivîsin em ketin nava hewldanan. Lê HTŞ ji roja hatiye ser kar heta niha, bi awayekî yek alî vê hikûmetê bi rêve dibe. Vî welatî bi rêve dibe û li vî welatî komkujiyên mezin pêk tîne.”
Perwîn Yûsif da zanîn ku ji roja HTŞ hatiye desthilatê heta niha li ser esasê ku 5 salan hikûmeta veguhez bi rêve bibe, radiweste. Temenê vê hikûmetê 5 sal in. Sala ewil îtifaqên hatin îmzekirin pêk nehat. Tifaqa 10ê Adarê neket meriyetê. Bi vê yekê ferz kirin ku biryarên xwe bi êrîşan û bi çekan pêk bînin.”
‘Şerê gelan didin meşandin’
Perwîn Yûsif bal kişand ser şerê ku niha tê meşandin jî û wiha lê zêde kir: “Ev şerê mezin ku li ser axa me tê meşandin, ji bo pergalake demokratîk neyê avakirin e. Yê li Rojhilata Navîn xwediyê alternatifeke nû pergala me ya Rêveberiya Xweser e. Li ser axa Sûrî projeya pegrala demokratîk ku tê meşandin pergala Rêveberiya Xweser bû. Lê bi planeke qirêj û bêbext ev palan vala derxistin. Ji bo baweriya di nava gelan de xera bikin şerê galan didin meşandin. Bi vî şerî dixwazin kurdan li dijî ereban û ereban jî li dijî kurdan bidin şerkirin. Bi vê yekê dixwazin şerekî dirêj li herêmê pêş bixin.”
‘Xwediyê kurdan kurd bi xwe ne’
Perwîn Yûsif bal kişand ser armanca esasî ya HTŞê û wiha pêde çû: “Mesele ne ewe ku HSD biryaran pêk tîne an pêk nîne ye. Di esasê xwe de dixwazin pergala demokratîk a domdar li Sûriyeyê nekeve meriyetê. Ji bo wê dîsa dixwazin tirsa DAIŞê li herêmê belav bikin. Bi vê yekê êdî hemû cîhan bi talukeyeke mezin re rû bi rû ye. Di vê pêvajoyê de kurd li ser axa xwe bi komkujiyek mezin re rû bi rû ne. Bi biryar in ku hikûmeta kurdan qebûl nakin a netew-dewlet li vir serwer bikin. Li dijî vê yekê li tevahiya Kurdistanê piştgiriyek mezin ji bo Rojava heye. Ev nirxenekî mezin e. Ev xwedîderketin nîşan dide ku xwediyê kurdan kurd bi xwe ne. Îro bi xwedîderketina Şoreşa Rojavahê Kurdistanê yetîtiya nava kurdan bêtir xurt bû. Îro yekîtiya gelê kurd li ser vê axê raste rast pêk tê. Gelê Bakur ji bo Rojava li ser piyan e. Disa li başur hem gel û hem jî hikûmeta başûr piştgiriyê dide Rojava. Hemû li ser piyan in. Dîsa Rojhilatê Kurdistanê bi xwe di nava şoreş û qeyranê de ne. Li gel vê yekê piştgiriyek mezin dide Rojava. Hemû gelê kurd ê azadîxwaz ê dîaspora piştgriyek mezin dide. Ev cihê şanaziyê ye. Em bi vê yekîtî û hevgirtinê ji xwe bawer in ku em ê bi ser bikevin. Bi vê yekîtiyê cîhanê dîsa hêza kurdan nas kir. Hikûmeta Sûrî dîsa yekîtî û hêza kurdan nas kir. Dîtin ku kurt ne bi tenê ne. Dîtin ku yek in û hemû ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser piyan in û li hev xwedî derdikevin.”


