Êzidiyan li 5 navendan Çarşema Sor pîroz kirin
Êzidî her sal Çarşema piştî 13ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Îsal jî li Wêranşar, Hezex, Mîdyad û Qubînê bi şahiyên rengîn pîroz kirin.

Welatiyên Êzidî, li navçeyên Wêranşar, Hezex, Mîdyad û Qubînê Çarşema Sor bi şahiyên rengîn pîroz kirin û aştî xwestin.
Şirnex
Li gundê Kîwexê yê navçeyên Hezexê ya Şirnexê û navçeya Midyadê ya Mêrdînê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi atmosfereke mezin pîroz kirin. Bi boneya hatina cejnê bi hezaran kes ji Êlih, Mêrdîn, Amed, li bajarên cuda û heta Ewropayê beşdarî cejnê bûn. Gelek Êzidiyên ku di sala di 2014an de ji ber êrişên DAIŞê hatine li bajarên bakurê Kurdistanê bi cih bûne ew jî li wir bûn. Gelek ji wan ji Şengalê jî hatibûn. Êzidî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ên bi gelek xweş û cuda reng dan cejnê. Di cejnê de gelek nunerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl tev li şahiya cejnê bûn. Mêvanên ku diketin qada cejnê û goristanê ji aliyê gundiyên Kîwexê û komisyona Mêravê ve hatin pêşwazîkirin. Cejn bi navber bi govendê û bi eleqeyên mezin dihat pîrozkirin. Pîrozbahiyên weke govendên kevneşipiyên kurdî û bi stranên kurdî gelek kes pê coş dibûn.
Rêberê Alimê Olî yê Êzidiyan Merwan Elemdar Babirî, li qada cejnê axivî û got: “Êzidî ji bo aştî û biratiyê têdikoşin. Hemû ol û ji bo me girîng in. Rojhilata Navîn baxçeyek olan e. Bila Çarşema Serê Nîsanê li hemû gel û baweriyan pîroz be.”
Mêrdîn
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî li taxa Bacînê hate pîrozkirin. Gelek kes li wir jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê li Mêrava Şêx Adî bûn. Li wir jî nunerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî cejnê bûn. Pîrozbahiyên cejnê bi govendên gelêrî yên Kurdî û stranan cejnê bi dawî kirin.
Riha
Li gundê Kermê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê bernameyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Bernameya cejnê, bi pêşengî û hevkariya Komelaya Êzidiyên Wêranşarê û Şaredariya Wêranşarê pêk hat. Pîrozbahî, bi bicihanîna rîtuel û tewafên olî dest pê kir. Piştî merasîma olî, beşdaran bi stran û gerandina govendê cejn pîroz kirin. Li gorî kevneşopiya cejnê, li qada pîrozbahiyê mase hatin danîn û hêkên rengkirî, şêranî û şekir li mêvanan hatin belavkirin.
Bernameya pîrozbahiyê, piştî gerandina govendê û şahiyê bi dawî bû.
Amed
Li taxa Bahçeçîk a navçeya Sûrê ya Amedê pîrozbahiya Çarşema Sor hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ligel Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, ji bo pîrozkirina cejnê serdana malbateke Êzidî ya li taxê kirin. Hevşaredaran cejn li malbatê pîroz kirin û destnîşan kirin ku bawerî û çandên cuda dewlemendiyeke civakî ne.
Êlih
Cejna Çarşema Sor li gundê Korix ê bajarokê Awiské yê navçeya Qubîn a Êlihê hat pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, di pîrozbahiyê de axivî û cejna welatiyên Êzidî pîroz kir û got: "Bila ev cejn ji bo gelê Êzidî û hemû gelê Kurd pîroz be. Bila Çarşema Sor aştî û edaletê bîne Kurdistanê."
Piştî vê yekê, welatiyê Êzidî Yusuf Tagay jî xwest ku Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidî û hemû gelên cîhanê aştiyê bîne.
Piştî axaftinan, beşdaran bi duayan destbendên 'Basınbar' li lepên xwe girêdan. Piştî çalakiyê, welatiyên Êzidî yên li gundê Şasim hatin ziyaretkirin.


