Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Hesekê serbaz Merwan El Elî ji bo vegera koçberên Efrînê, gihîştin Efrînê.

Ji fermandarên Hêzên Ewlehiyê (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hudnrîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Suraqa Emûrî gihîştin bajarê Efrînê. Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveyê vegera koçberên Efrînê de wê bi rêveberiya bajarê Efrînê re bicivin.
Serdan di çarçoveya peymana 29ê çileyê ya navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hat kirin ku yek ji bendên wê vegera ewle ya koçberan bo herêmên wan e. Di serdanê de wê vegera ewle ya koçberên Efrînê garantî bibe.
Bi sedhezaran koçberên Efrîn, Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dibistan û mizgeftên bajarê Qamişlo, Hesekê, Dirbesiyê, Amûde, Tirbespiyê, Çilaxa, Girke Legê û Dêrik dimînin.
16ê sibatê jî Kombenda Civakî ya Efrîn, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba û Nûnerên Civaka Sivîl ên Ewrûpayê li pêşiya avahiya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba ya li bajarê Qamişlo ji bo vegera koçberan, daxuyanî dabûn.
Di daxuyaniyê de agahî hat dayîn ku wê nêzî 400-500 malbatên Efrînê weke koma detspêkê vegerin Efrîn.
Her wiha çavkaniyên taybet ragihandin ku di vê hefteyê de wê roja vegera Koçberên Efrîn û Şehba were diyarkirin.


