Festîvala Amedê bi coşek mezin bi dawî bû

Pişti 8 salan li Kolana Hunerê ya semtê Ofîsa navçeya Yenîşehîra Amedê cara yekem festîvala Çand û Hunerê pêk hat.

1 deqe xwendin
Festîvala Amedê bi coşek mezin bi dawî bû

Pişti 8 salan li Kolana Hunerê ya semtê Ofîsa navçeya Yenîşehîra Amedê cara yekem festîvala Çand û Hunerê pêk hat. Di roja dawî ya festivalê de hunermend Hamît Karadenîz derket ser dikê û stranên xwe got.

Di roja yekem a festîvalê de dirûşmên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hatibûn berzkirin, xwestek û peyama hevpar a ji bo aştiyê hatibû dayîn.

Di roja duyem de hunermendên Komaleya Dîcle û Firatê derketibûn ser dikê û li ber strana govendan hatibû gerandin.

Roja sêyem a dawî yê jî hunermend Hamît Karadenîz derket ser dikê. Gel jî bi hunermend Hamît Karadenîz re stran gotin û festîval bi coşeke mezin bi dawî bû.