Fetî Yildiz: Biryarên AÎHMê divê bên bi cihanîn
Cîgirê Serokê Gişî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku partiya wan pêvajoya derxistine zagonan wekî du beş dibîne û wiha got: “Beşek zagonan pêwist nîne li benda teyîtkirina çek danînê bê hiştin. Mijarên wekî bicihanîna biryarên AÎHMê, mijara qeyûm, azadiya îfadeyê de dikare zûtir bên derxistin. Mijarên derbarê çek danînê jî dikare wekî beşek din dikare bê nirxandin.” Di warî mafê hêviyê û tevlêbûna siyasetê ya kurdan jî Yildiz hincetên cuda rêzkirin."

Cîgirê Serokê Gişî yê MHPê Fetî Yildiz derbarê derxistina zagonên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pirsgên rojnameger Îsmaîl Saymaz bersivandin. Yıldız di daxuyaniyên xwe de got ku hin guhertinên zagonî dikarin bêşertên din zû bêne meşandin. Yildiz bi bîr xist ku hevahengkirina zagonên Tirkiyeyê bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) re, rêziknameya têkildarî tayînkirina qeyûman li şaredariyan û her wiha guhertinên li ser azadiya ragihandinê dikarin di demeke kurt de bêne kirin.
‘Biryarên AÎHMê divê bên bi cihanîn’
Li gorî Yildiz, ev gav dê standardên dewleta yasayî xurt bikin û pirsgirêkên ku ji sepandina dadgehî çêdibin bi rêya qanûnî çareser bikin. Yildiz angaşt ku MHP dixwaze pêvajoya demokratîk bi awayekî rêk û pêk û li gorî esasên zagonê bê meşandin. Yildiz got ku di warê azadiya xwe îfadekirinê û biryarên AÎHMê de dikare gavên lezgîn bêne avêtin û ev mijar ne hewceyî şertên ewlehiyê yên taybet in.
‘Ji bo zagonên înfazê çespandina saziyên dewletê lazim e’
Di aliyê din de, Yildiz got ku mijara guhertinên li ser qanûna infazê divê ji van mijaran cuda bê nirxandin. Yildiz angaşt ku ev war bi tawanên giran û ewlehiya civakê re têkildar e. Li gorî wî, her guhertineke li ser kêmkirina cezayan an şertên berdanê divê li gorî şertên erdnîgarî û nirxandinên sazîyên dewletê bê girtin. Yildiz di gotinên xwe de zêde kir ku pêşketinên têkildarî rewşa ewlehiyê dê di vê mijarê de diyarker bin. Yildiz anî ziman ku bêyî teyîd û raporên sazîyên têkildar, ne rast e ku di warê infazê de gavên lezgîn bêne avêtin.
Derbarê mafê hêviyê de gotinên bi nakok
Yildiz li ser pêkanîna mafê hêviyê û azadbûna fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyên siyasî yên kurd jî hincetên cuda danîn holê. Li gorî Yildiz ji bo derxistin zagonên derbarê înfazê de pêwistî bi teyîtkirina çek berdana PKKê heye. Her wiha li ser gotina mafê hêviyê jî Yildiz nirxandinên bi nakok kirin û azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zagonên tehliyekirina bi şert ve girêda.
Yildiz destnîşan dike ku li gorî MHPê di navbera gavên têkildarî demokratîk û guhertinên li ser sîstema infazê de cudahiyek heye, hin mijar dikarin zû bêne çareserkirin, lê hinên din hewceyî şert û nirxandinên zêdetir in.

