Galibaf: DYA bawerî nade Îranê

Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Galibaf diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di tûra destpêkê ya muzakereyan de ji bo Îranê nebû cihê baweriyê.

1 deqe xwendin
Galibaf: DYA bawerî nade Îranê

Galibaf li ser platforma Xê daxuyaniyek da û anî ziman ku di tûra destpêkê ya muzakereyan de ya ku roja şemiyê li Îslamabadê pêk hat, Washington ji bo Tehranê nebû cihê baweriyê.

Serokê meclîsê got: "Beriya danûstandinan min destnîşan kir ku em xwedî nêta baş û îradeya pêwîst in. Lê belê ji ber tecrûbeyên du şerên beriya niha em qet ji aliyê hember bawer nakin."

Galibaf got: "Hempîşeyên min ên li heyeta Îranê hewldanên xwe yên ji bo paşerojê pêşkêş kirin, lê belê aliyê hember di vê tûra danûstandinan de nekarî ji bo heyeta Îranê bibe cihê baweriyê."