Gel li Agirî ji bo Rojava meşiya

Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik di çalakiya ji bo Rojava de axivî û bal kişand ser têkoşîna li Rojava tê meşandin û got: “Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye.”

1 deqe xwendin
Gel li Agirî ji bo Rojava meşiya

Platforma Saziyên Demokratîk li Agiriyê di çarçoveya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Agiriyê meşek girseyî li dar xist. Girseya ku li Kolana Tahir Elçî kom bû, bi pankarta “Rojava xeta me ya sor e” heta Kolana Cumhuriyetê meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Sirri Sakik û Necla Demîr, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li çalakiyê bûn.

Piştî meşê, parlamenter Sirri Sakik rexne li siyaseta derve ya hikûmetê kir û got: “Hûn ê ji bo Filistînê hêsiran birijînin, lê dema ku dor tê ser kurdan, hûn ê piştgiriyê bidin cîhadistan. Ew cîhadist bûne bela serê cîhanê. Lêbelê gel û ciwanên kurd li Rojava û Kobanê ji bo mirovahiyê bedelên mezin dane. Zêdetirî 10 hezar ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dane da ku cîhan ji tundûtûjî û pevçûnan azad bibe. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye.”

‘Berxwedan dê bidome’

Parlamenter Necla Demîr jî êrişên li ser Rojava şermezar kir û got: “Rojava duh li ber xwe da, îro jî li ber xwe dide. Em êrişên qirêj ên li ser Rojava şermezar dikin. Bi peymana ku du roj berê li herêmê hat kirin re, şer rawestiya, zarok êdî namirin û gelê Rojava bêhna xwe veda. Ev berxwedan dê bi biryardarî ji bo parastina destkeftiyan berdewam bike.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Serhat Yilmaz Koroglû jî axaftinek kir û bal kişand ser pergala Rojava.

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.