Gel li Amed û Nisêbînê ji bo Rojava meşiyan
Bi sedan welatiyên Amed û Nisêbînê ji bo piştevaniya zarokên Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî yên Kobanê daxuyanî dan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Bi sedan welatiyên Amed û Nisêbînê ji bo piştevaniya zarokên Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî yên Kobanê daxuyanî dan û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.
Nisêbin
Komîsyona Zarokan a DEM Partî, ligel rêxistinên zarokan û parêzvanên mafên mirovan, li Nisêbînê li dijî êrişên li Rojava meşiyan û daxuyanî dan. Meş ji ber avahiya navçeya DEM Partiyê dest pê kir û ber bi Parka Aştiyê ve berdewam kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Korîdora mirovî ji bo zarok û sivîlan”, “Kes azad nîn e dema ku zarok di bin dorpêçê de ne”, “Tiştek di bin dorpêçê de ne mirovahî ye” û pankartên bi nivîsên “Zarok ne alîgirê şer in” hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Zarokên Rojava ne bi tenê ne” hatin berzkirin.
Hevberdevka Komîsyona Mafên Zarokan DEM Partiyê parlamenter Bêritan Guneş Altin axivî û pêşî ciwanê ji Kobanê yê li Tarsusê hat kuştin bi bîr anî. Berîtan Guneş diyar kir ku çîroka “Kobanê ket, an jî li ber ketinê ye” dubare dibe û got: “Ji zarokan re dibêjin ku mafê wan ê jiyanê tune. Kobanê neketiye û nakeve. Zarokên li Rojava, mîna hemû zarokên cîhanê, dê mafên xwe bi dest bixin. Em ê ji bo her zarokekî li vir bin. Heta ku dorpêça Kobanê neyê rakirin, heta ku korîdorek mirovî ji bo Kobanê neyê vekirin, em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Wekî parêzvanên mafên zarokan, zarokekî ji Rojava ji tu zarokekî din ê cîhanê ne cuda ye. Jiyana hemû zarokan bi qîmet e. Eger tarîtiya DAIŞê ji nû ve were afirandin, peyama me zelal e; têkoşîna me dê berdewam bike. Eger pênc zarokên Kobanî ji cemidandinê dimirin, ger zarok li wir ewle nebin, wê demê zarok li tu deverek cîhanê ewle nîn in. Em soza têkoşîna xwe didin. Zarok ne tenê pêşeroja civakekê ne, lê di heman demê de damezrînerên wê yên sibê ne.”
Amed
Platforma Saziyên Demokratîk ya Amedê têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li qada Şêx Seîd hate dayîn. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevserokên DBPˊyê yên Amedê, hevserokên Şaredariyên navçeyên Amedê, OHD, Dayikên aştiyê, TJA û gelek nunerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Destpêkê polÎsan bi hinceta qedexeyê destûr neda girseyê lê belê piştî israra dayîna daxuyaniyê dorpêça polîsan hat şikandin.
Ruçem Vefa Elyakut di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê êriş tên kirin û got: “Ev bi rojan e li ser gelê me yê Rojava êriş û komkujiyên hovane û xwînxar didomin. Çeteyên DAIŞê li ser navê artêşa Suriyê êrişên xwe li ser hebûna gelê Kurd dikin. Ev êriş bi piştgirî û plansaziyê dewletên hegemonîk û dewletên herêmê tên kirin. Bi van êrişan dixwazin hemû deskeftiyên gelên Rojava û yekitiya gelan têk bibin û dijminatî di nav gelên li heremê de çêbikin. Em van êrişên hov şermezar dikin. Piştî êriş û dagirkeriya Helebê, Reqayê û Derazorê, îro jî êrişên xwe li ser Kobanê dikin û dixwazin tola serkeftin û lehengiya Kobanê hilînin. Berxwedana Kobanê bûye diriya rêş û di gewriya wan de maye. Lê belê çawa ku DAIŞ deh sal berê li ber deriyên Kobanê têk çû, wê îro jî ev êriş û komploya navdewletî û xeyalên çeteyan carek din têk biçe. Ev jî bi yekitî û piştgiriya gelê Kurd gengaz e.”


