Gel li gelek navendan Zîlan bi bîr anî soz dan wê
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Wan û Îzmîr ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) şeva bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de soza şopandina xeta azadiya jinê dan.

TJA, DEM Partî, DBPê û nûnerên saziyên civakî li gelek navendan ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakî li dar xistin.
Mexmûr
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30ê Hezîrana 1996an de li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anîbû, bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê şevek ya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan welatiyan û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Îştar, Xurbet Îşlek axivî û tevahî şehîdên jin bibîr anî û got: “Ez di serî de di şexsê Şehîd Zîlan de hemû şehîdên jin bi rêz û minetdarî bibîr tînim. Hevala Zîlan ku bi ked û têkoşîna xwe ji bo me jinan bûye mînaka serhildan û wêrektiyê, di dîroka azadiya Kurd de gelek kedek mezin daye. Bi saya Şehîd Zîlan, niha bi hezaran jinên şoreşger çêbûne. Jina Kurd bi saya jinên mîna Zîlanan xwe rêxistin kirine û bûne xwedî îrade. Niha bi hezaran jin li ser rêya Şehîd Zîlan şer dike. Em hemû şehîdên ku ji Tabûra Nemiranin bi rêz bibîr tînin. Şahadeta Şehîd Zîlan, bû sedema ronîkirina tarîtiya li ser jinan. Ji bo wê em soz dikin ku heta dawî li pey şopa wan şehîdan bimeşin.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser têkoşîna şehîdên jin ên pêşeng hatibû amadekirin hate temaşekirin û di pey wê de skêca bi navê Pandomî ku ji aliyê Stêra Zêrîn ve hatibû amadekirin hate nîşandan.
Herî dawî koma muzîkê ya Tev Çand û Çand û Huner a Mexmûrê hatin ser dikê û stran gotin. Bîranîn bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
Wan
TJA û Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê, bi heman armancê ji bo bîranîna Sema Yuce û Zîlan bernameya bîranînê li dar xist. Bernameya bîranînê li ber avahiya DEM Partiyê ya Wanê hate lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Li qada bîranînê pankarta “Jina birêxistinkirî civaka azad e” hate daliqandin û portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan û Sema Yuce hatin danîn.
Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Marşa Çerxa Şoreşê hate xwendin. Di bîranînê de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Mevlude Aza axivî û diyar kir ku ew bi saya têkoşîna cangoriyan heta vê astê hatine.
Di berdewamiyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û da zanîn ku jinên Kurd pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dikin. Piştre nameyên ku Sema Yuce û Zîlan beriya şehadetê nivîsîbûn, hatin xwendin. Piştî xwendina nameyan bername, bi nîşandana sînevizyonê berdewam kir.
Bername bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Îzmîr
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYADER-EGE), TJA û DEM Partî, li avahiya partiyê ya bajar bernameyeke bîranînê li dar xistin. Li hêwana ku bîranîn lê hat lidarxistin bi domdarî dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Bîranîn bi nîşandana sînevizyonê û rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Aktîvîsta TJA’yê Newroz Çelîk, nameya Zîlanê xwend. Piştî xwendina nameyê, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin axivî û wiha got: “Bila êdî cenaze neyên, bila dayik êdî rondikên çavên xwe paqij nekin, em êdî aştiyeke bi rûmet dixwazin. Hevrêyên Rêbertiyê di vê rêyê de bedena xwe dan ber agir. Em bi şehadeta wan serbilind in, lêbelê em ê jî soza ku ji roja yekem de daye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe, bimeşînin. Heta ku aştiyeke bi rûmet bê vî welatî, em ê vê soza xwe li erdê nehêlin. Em ê keda ku wan daye li erdê nehêlin. Em ê li ser şopa wan vê têkoşînê berdewam bikin.”
Bernameya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.


