Gelê Rojava şevê bi nobetê derbas dikin
Gelê Rojavayê Kurdistanê ewlehiya bajar û taxên xwe li hemberî astengiyên heyî bi awayekî rêxistinî diparêze.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê xwe di nava tabûr û koman de bi rêxistin dikin, ewlehiya tax û herêmên xwe li hember xeteriyên hebûnê diparêzin.
Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cenga parastina rûmetê" bibin.
Ji 6ê çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê ranewstandine, li hemberî wê şênî rûmet û xaka xwe diparêzin.


