‘Gelo Enqere ji bo aştiyê amade ye?’

Tulay Hatîmogûllari, di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê de  diyar kir ku gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet amade ye û got: “Ey Enqere, gelo tu ji bo aştiyeke birûmet amadeyî?”

1 deqe xwendin
‘Gelo Enqere ji bo aştiyê amade ye?’

Li navenda Şirnexê pîrozbahiya Cejna Newrozê hate lidarxistin û bi deh hezaran kes tevlî bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de axivî. Tulay Hatîmogûllariyê, beşdarên Newrozê silav kir û got ku gelê Şirnexê ev 50 sal in ji bo azadiya xwe têdikoşe û ew ê bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Tulay Hatîmogûllariyê, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê û kesên di dema şerê xwerêveberiyan de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku dê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 

‘Me li dijî zilmê serî netewand’

Tulay Hatîmogûllariyê di berdewama axavtina xwe de Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û got: “Bedelên giran hene. Xizmên we, hevrê, xwişk, birayên we yên girtî hene. Lê me tu caran li ber vê zilmê serî netewand û me dev ji têkoşînê berneda. Di demên herî giran de jî em bihêz daketin qadan û me têkoşîna xwe domand. Kurd tune hesibandin, kurdî nas nekirin lê niha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd ala têkoşîn û berxwedanê li ba kiriye. Êdî veguherîne hêzeke mezin ku li herêmê kesek nikare wan tune bihesibîne. Em vê têkoşîna kurdan silav dikin.” 

‘Niha dema avakirina aştiyê ye’ 

Tulay Hatîmogûllariyê da zanîn ku niha dema avakirina aştiyê ye û wiha domand: “Rojekê li Rojava şer çêdibe Enqere disekine, li Îranê şer dibe Enqere disekine. Niha ne dema sekinê ye. Berovajî vê, dema avakirina aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de divê îktîdar û dewlet erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Gel, li qadên Newrozê daxwazên xwe got. Bila biryarên DMMEyê bên bicihanîn, girtiyên siyasî bên berdan û em daxwaza rêveberiyên xwecihî yên hatine bihêzkirin dixwazin.” 

‘Daxwazên me zelal in’ 

Tulay Hatîmogûllariyê axaftina xwe wiha qedand: “Daxwazên DEM Partiyê yên ji vê pêvajoyê pir zelal in. Em dixwazin hemû mafên gelê kurd bên naskirin. Em dixwazin gelê kurd bi zimanê xwe perwerde bibe, kurdî di qada cemaweriyê de serbest be, em mafê hemwelatiya wekhev dixwazin, rêveberiyên herêmî yê xurtkirî dixwazin. Gelê kurd ji bo aştiyeke birûmet amade ye; ey Enqere, gelo tu jî ji bo aştiyeke birûmet amadeyî?” 

Agirê Newrozê hate hilkirin 

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate hilkirin. Piştre jî hunermend Serdar Canan derket ser dikê û bi deh hezaran kesan li ber stranên wî govend gerand.