Gemini êdî di xizmeta Pentagonê de ye
Pentagonê bi Google re li hev kir ku hişê çêkirî yê şîrketê Gemini di operasyonên veşartî de bi kar bîne. Biryar di nava şîrketê de bû sedemê nîqaşê.

Pentagon bi armanca berfirehkirina bikaranîna hişê çêkirî, bi Google re peymanek nû çêkir. Li gorî vê, modela hişê çêkirî ya bi navê ‘Gemini’ wê di operasyonên veşartî de jî were bikaranîn.
Li gorî çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ev peyman li şûna Anthropic ku berê tenê di vê qadê de yekane şîrket bû, pêşiya Google û şîrketên din ên teknolojiyê vedike. Modela ‘Claude’ ya Anthropic heta roja îro sîstema sereke ya ji bo operasyonên veşartî bû.
Rêveberiya Serokê DYAyê Donald Trump meha sibatê hemû peymanên bi Anthropic re fesih kiribû. Piştî vê biryarê bi şîrketên mîna OpenAl û xAl re jî peyman hatin çêkirin.
Li aliyê din, ev biryar di nava Google de jî bû sedemê nîqaşê. Zêdeyî 600 xebatkarên şîrketê nameyek weşandin û bang li rêveberiyê kirin ku dest ji tevlibûna projeyên leşkerî berde.


