Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê peyman pratîze bibe

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclisê axivî û diyar kir ku peymana li Şamê hatiye çêkirin destpêkek e û wiha got: "Divê peyman bikeve meriyetê."

1 deqe xwendin
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê peyman pratîze bibe

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarên rojevê li meclisê duxayanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît bibîrxist ku bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê bi milyonan kes daketine qadan û wiha axivî: "Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît balkişand ser zext û êrişên li hemberî çalakiyan û wiha got: "Kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Di bin çavan de lêdan û îşkence sistematîze bû. Polîsan zarokek 13 salî rakirin hewa û erdê xistin. Diyar Koç ji aliyê polisan hat derbkirin û xwîn çû ser mêjiyê wî. Ligel ku talûkeya wî ya jiyanê hebû û xwîn çûbû ser mêjî lê dîsa jî bijîşkên li Nisêbînê ew taburcu kirin. Sewqî Amedê kirin û şandin girtîgehê. Ji ber ku rewşa Diyar Koç giran bû rêveberiya girtîgehê ew qebûl nekir. Vê carê jî li Amedê hildan beşa lezgîn ya nexweşxaneyê û li wir bi rojan ma. Ji ber ku tenduristiya wî nebaş bû ew sewqî Nexweşxaneya Bajar a Etlîk ya Enqereyê kirin. Me têkildarî rewşa wî bi bijîşkan re hevdîtin pêk anî û bijîşk got hewce nake asta 3yemîn a nexweşxaneyê de bimîne û dibe ku sewqî nexweşxaneyeke asta 2yemîn bikin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku dema Koç ji Nexweşxaneya Bajêr a Etlikê veguhestine Girtîgeha Sincanê ji aliyê hemşîreyekê ve hatiye tehdîtkirin û wiha got: "Gelo vê hemşîreya nijadperest, faşîst û dijminê kurd çi got? 'Wî radestî min bikin, ez ê tiştê ku divê bê kirin bikim. Me berê kesên wiha di kîsikên zer de teslîm digirt. Ez jî li rojhilat xebitî me. Hevjinê min polîs e.' Belê, ciwanekî bêguneh ku tu sûc nekiribû, ku tiştekî xelet nekiribû, hat lêdan. Ew anîn ber mirinê. Wekî ku ev ne bes be, ew ji aliyê wê hemşîreyê ve jî hat tehdîtkirin ku diviyabû pê re bûya. Gelo li dijî wan polisên ku li Diyar Koç xistin tedbîr hatine girtin? Diyar Koç hîn jî ji bo jiyana xwe têdikoşe. Nexwe, çi bi wan polisên ku ew lê dan hat? Çi bi polisan hat? Dibe ku ew ê hemû di demek nêz de bên xelatkirin. Ji ber ku li vî welatî, ji bo sûcên ku li dijî muxalîfan, li dijî kurdan, li dijî jinan tên kirin, tu ceza tune ye. Çawa ku kesên ku Hrant Dink kuştin wek xelat betlane hatibû dayîn û wêneyên xwe pê re kişandibûn, ev rastiya vî welatî ye." 

550 kes hatin binçavkirin

Gulistan Kiliç Koçyîgît di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di vê pêvajoyê de 550 kes hatin binçavkirin. Herî kêm 80 kes hatin girtin. Gel li dijî komkujiyên daket kolanan û xwestin mafê jiyanê ya kurdan neyê binpêkirin, li dijî vê derketin. Ma ev sûc e? Ez ji Wezaretê Dadê dipirsim ev sûcek çawa ye?

Deriyê Murşîtpinar li rex Kobanê ye û ger derî were vekirin dê nîv saetê de alîkarî bigihêjin Kobanê. Dibe ku bi xêra alîkariyên tên şandin zarokên li wê derê bên parastin. Gel û şaredariyan alîkarî li ber hev kirin. Alîkarî hatine rawestandin. Ma dê çend rojên din bên rawestandin. Divê vekirina derî ewqas zehmet nebe. Li pêşiya vekirina derî tu astengî nîn e.

Di navbera HSD û rêveberiya Şamê de di 29ê çileyê de peymanek hat îmzekirin. Em vê peymanê erênî dibinin. Ev peyman bidawîbûn nîn e, ji bo avakirina Sûriyeyek demokratik gavek e. Em dibêjin ku di vê peymanê de tişta girîng pratîzekirin e. Em ê jî pratîzekirina peymanê ji nêz ve bişopînin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît piştre pirsen rojnamegeran bersivand û diyar kir ku têkildarî rapora komîsyonê randevû ji serokkomar Tayyîp Erdogan nexwestine û dibê ku di rojên pêş de hevdîtinek pêk were.