Hasan Ogut piştî 34 salan hat berdan
Hasan Ogut ê ku tehliyeya wî ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ve 4 caran hat astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê hat tehliyekirin.

Hasan Ogut, di sala 1994an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin. Hasan Ogût li girtîgehên Meletî, Amasya, Sîncan, Sîlîfke, Nevşehîr û Karabukê 34 salan hat ragirtin. Tehliyeya Hasan Ogut 4 caran ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ve hat astengkirin.
Hasan Ogut ê ku tehliyeya wî ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ve 4 caran hat astengkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê hat tehliyekirin.
Hasan Ogut li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û ber bi Mersînê bi rê ket.

