HDK: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin.

1 deqe xwendin
HDK: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li gelek bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîste (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

HDKê têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Daxuyaniya bi sernavê “Kes nikare muxalefeta civakî bêdeng bike û ji rêya wan vegerîne” wiha ye: “Îro di saetên serê sibehê de hevberdevka me ya dema berê Esengul Demîr û endam û rêveberên pêkhateyên me, saziyên dost, rewşenbîr û rêveber jî di nav de gelek hevalên me hatin binçavkirin. Dixwazin muxalefeta ku ji bo pêşerojeke hevpar a gelên me yên bindest-kedkar têkoşîneke demokratîk û rewa dimeşîne, mîna Lihevkirina Bajar û derbeya qeyûm a li Wanê bi destê darazê were tesfiyekirin. Em careke din bang li vîaqilê kompasê û komploger ku bi hiqûqê dilîze dikin; muxalefeta civakî ji dîrokê heta niha tu caran li dijî tu derbeyan bêdeng nebû û dev ji têkoşîna xwe ya wekhevî, edalet û azadiyê berneda. Em ê bêdeng nebin û dev jê bernedin.”