Hêlîn Asmîn: Dê têkoşîna kurdan siberoja Rojava diyar bike

Rojnameger Hêlîn Asmîn li ser encama Peymana 29ê Çile rawestiya û got: “Hêzên girêdayî Şamê bi êrîşan xwestnin şerê di navbera kurd û ereban de pêş xistin. Lê HSDê bi peymanê rê li pêşiya komkujiya gelan girt. Dîsa dê têkoşîna gelê kurd siberoja Rojava diyar bike.”

1 deqe xwendin
Hêlîn Asmîn: Dê têkoşîna kurdan siberoja Rojava diyar bike

Rojnameger Hêlîn Asmîn der barê peymana 29ê Çile û rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir. 

Rojnameger Hêlîn Asmîn, di serî de bal kişand ser girîngî û wateya peymana 29ê çile û wiha got: “Beriya peymanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî dijwar hebû. Bi taybet di 6ê Çile de li Helebê şer dest pê kir û şerekî dijwar pêk hêt. Vî şerî pêl bi pêl berdewam kir û belav bû. Hat asta ku hêzên asayişa Helebê xwe ji Helebê vekişînin. Li ser vî esasî di navbera hêzên HSDê û hikûmeta Şamê de hevdîtin hatin kirin. Hevdîtin li ser esasê ku HSD xwe ji Dêr Hafirê vekişînin pêk hat. Beriya ku hêzên HSD, YPG û YPJê xwe ji Dêr Hafirê vekişin, 48 saet dem dabûn. Lê hîn saetek di ser hevdîtinê re derbas nebû, hêzen girêdayî Şamê êrîş kirin. Şer li wir dijwar bû. Bi taybet HSD ji bo şerê di navbera kurd û ereban de pêş nekeve û bi taybet li herêma Tabqa, Reqa û Dêra Zor û Dêr Hafir bi piranî ereb bûn. Piştre armanca van êrîşan derket holê ku armanca van êrîşan şerê di navbera kurd û ereban de ye. Xwestin bi van êrîşan şerê di navbera kurd û ereban kûr bikin û HSDê jî bikişînin nava vî şerî. Xwestin li ser kurd û ereban komkujiyan pêk bînin. HSDê jî li dijî vê yekê ji bo komkujî pêk neyê û ji bo di navbera kurd û reban de şer pêş nekeve hêza xwe ji herêmên ereban paşve kişand û hatin Hesekê.” 

Gel li dijî êrîşan ket nava seferberiyê 

Hêlîn Asmin, da zanîn ku di 18ê çile de di navbera HSDê û hêzên girêdayî Şamê de hevdîtinek pêk hat û wiha berdewam kir: “Wê demê Mazlum Ebdî diyar kir ku Cizîr û herêma kurdan ji bo wan xeta sor e. Destnîşan kir ku dê li herêmên kurdan li ber xwe bidin û xwe paşve nakişînin. Li ser vî esasî Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir. Li ser banga Rêveberiya Xweser hemû gelê li Bakur û Rojhiatê Sûriyê tev ketin nava tevgerê. Ji zarokan heta kal û pîran ji bo tax û gundên xwe biparêzin tev katin nava seferberiyê. Gel bi ruhê seferberiyê ketin nava tevgerê. Li aliyekî seferberî hat îlankirin, li aliyê din diyalogên siyasî jî berdewam kir. Li ser diyalogan peyman hat îmzekirin. Di 29ê çile de peyman hat îmzekirin û di 30ê çile de ev peyman hat rakirinandin. Peyman di 1ê Sibatê xistin meriyetê û di navbera hêzan de çûn û hatin çêbû. Di 2ê Sibatê de ji bo gavên pratîk ên entegrasyonê çawa bên peşandin komek hêzên Şamê derbasî Kobanê bûn. Niqaşên gavên pratîkî hatin kirin. Heta vê saetê jî niqaşên entegrasoyê didomin.”  

Entegrasyona leşkerî xaleke girîng e 

Hêlîn Asmîn da zanîn ku bi taybetî xalên peymanê yên esasî entegrasyona leşkerî bû û wiha berdewam kir: “Mijara entegrasyona leşkerî, mijara perwerdehiyê û mijara koçberan xalên esasî bû. Dîsa mijarê girtiyan û mijarên aborî bûn. Dê petrol çawa hevbeş dê bê parvekirin niqaşên mijara peymanê bû. Li gorî peymanê dê sê tabûr bên entegrekirin. Yek li Hesekê, Yek li Qamişlo û yek jî li Dêrikê bê bicihkirin.” 

Li Kobanê nêzî mehekê ye ambargo heye 

Hêlîn Asmîn li ser rewşa Kobanê jî rawestiya û got: “Bi peymanê  3 bajar derketin pêş. Bajarê Hesekê, Qamişlo û Kobanê bû. Entegrasyonên leşkerî heta niha li Hesekê û Qamişlo pêk hat. Lê heta niha entegrasyona leşkerî li Kobanê pêk nehatiye. Li Kobanê nêzî mehekê ye ambargo heye. Heta niha tenê 2 carana alîkarî derbasî Kobanê bûye. Alîkariya bakur a bi rêya Murşîtpinar re ha astengkirin, lê bi rêyên din gihişt Kobanê. Li aliyê din jî alîkariya NY ya di rêya Şamê re gihişt Kobanê.  Lê pirsgirêkên av, ceyran, derman û sotemeniyê didomin.” 

Vegera gundan hêj dest pê nekiriye

Hêlîn Asmîn li ser vegera gundên hatine valakirin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Ji ber ku heta niha gavên entegrasyonê di asta tê xwestin nehatine avêtin vegera gundan çênebûye. Penaber hîn li Komanê dijîn.” 

Yek ji xalên esasî mijara penaberên Efrînê ye 

Hêlîn Asmîn li ser rewşa Efrînê jî rawestiya û got: “Yek benda esasî ya peymanê xala penaberan e. Di vî şerê taybet yê ji sala 2018an heta niha ji Efrînê gelek koçberî çêbû. Ji bo gelê Efrînê derbasî herêma xwe bibe niqaş didome. Nûçeyek derbas bûbû. Dihat gotin ku dê 400 Efrîniyên penaber dê derbasî Efrînê bibin. 7 navçeyên Efrînê nehe. 4 navçe dikevin sînorên Tirkiyeyê. Tê gotin ku navçeyên Bilbilê, Cindirêz û Şiyê hatine valakirin û gel dikarin derbasî cih û warên xwe bibin. Lê di aliyê ewlehiyê de garantiya wê tune. Dê di demên pêş de diyar bibe.” 

Hevdîtinên li Munihê encama berxwedana kurdan e

Hêlîn Asmîn li ser şandeya Rojava ku ji Mazlum Ebdî û îlham Ahmet jî rawestiya û got: “Tevlêbûna şandeyê ya Mumihê ji bo kurdan û rojava xaleke girîng e. Ev hevdîtin encama têkoşîn û berxwedana gelê kurd e. Nêzî mehekê ye li herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şer didome. Mazlum Ebdî diyar kir ku hin kesan di civînê de ji wan re gotiye ‘Kurd ew qas li Rojava xwedî derketin ew matmayî hiştine.’ Hêzên desthilatdar ku xwestin bi vê êrîşê re Rojajava tune bikin, pergala Neteweya Demokratîk tune bikin, rastî berxwedana gelê kurd hatin. Berxwedana gelê kurd hişt ku hêzên desthilatdar gavan paşve bavêjin. Kurdan got em li vir in û emê xwe bi rêve bibin. Vê berxwedana kurdan hişt ku şande biçe beşdarî civîneke bi vî rengî bibe. Hişt ku kurd ji hemû rayedarên cîhanê re bibêjin em li vir in û em hene. Kurdan di hemû çalakiyên xwe de gotin ‘Kurdistan Rojava ye, Rojava Kurdistan e.’ û helwesta xwe nîşan dan.” 

Hewldana Ocalan û têkoşîna kurdan komploya duyemîn têk bir

Rojnameger Hêlîn Asmin, destnîşan kir ku kurdan bi berxwedana xwe ya vê mehê îspat kir ku hêza desthilatên navneteweyî têra tunekirina kurdan nake. Rêber Apo jî got ‘Ev hewldana duyemîn a 15ê Sibatê ye. Çawa ku têkoşîna gelê kurd a 1999an hewldana komployê pûç kir, niha jî têkoşîn û berxwedana gelê kurd û sekna Rêber Apo hişt ku hewldana duyemîn a komployê têk biçe û kurd hebûna xwe mîsoger bikin. Dîsa dê têkoşîna gelê kurd siberoja Rojava diyar bike. Bi taybet divê kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cihê xwe bigirin û bên qebûlkirin.”