Hêlîn Umît: Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlin Umît der barê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê biryara binpêkirina ''mafê hêviyê'' ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên...

1 deqe xwendin
Hêlîn Umît: Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlin Umît der barê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê biryara binpêkirina ''mafê hêviyê'' ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên têlildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber TVyê re nirxand kir.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de hezkirin û hesreta xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û li ser mafê hêviyê ev tişt got: “Yek ji pêşketinên herî girîng e. Ji ​​ber ku ew rewşa Rêber Apo jî eleqedar dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser Mafê Hêviyê biryareke nû girt. Wekî Tevger, em li bendê bûn û me dişopand. Em li bendê bûn bê li ser vê mijarê çi bibêjin, çi tedbîran bigirin û çi gavan bavêjin. Ez ne şaş bim, xwe dispêre ser biryara ku 11 sal berê hatiye girtin û ev 11 sal in gelê kurd bi nîqaşa mafê hêviyê re mijûl dikin. Yanî Konseya Ewropayê bi xwe pêşengiya vê yekê dike. Divê wisa were zanîn ku qanûna mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo ye. Ew mafek e ku mirovahiyê diçarçoveya rêgezên gerdûnî û mafên mirovan de bi dest xistiye. Bi taybetî ji bo girtiyên siyasî hatiye bidestxistin. Çi me aciz dike, an çi ji me re ecêb tê? Pirsgirêk ew e ku kesên ku xwediyê vî mafî ne nikarin wê bi kar bînin, an jî bi zihniyetek bazirganî di rojevê de tê hiştin. Di rojên ku ev biryar dihat nîqaşkirin de, li Ewropayê çalakiyên mezin pêk hatin. Bi mîlyonan kes li Tirkiye, Kurdistan, Amed, Wan û Mersînê daketin kolanan. Bi mîlyonan kes rabûn ser piyan da ku qanûna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û serokatiya wan were bicihanîn. Yanî bi milyonan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi qanûnî misogerkirin rabûn ser piyan. Li Rojava jî rabûn ser piyan.”

Hêlîn Umît anî ziman ku mafê xwezayî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine mijara bazarê û ev wan dixe nava fikaran. Hêlîn Umît wiha domand: “Ji bo ku Rêber Apo ji vî mafî sûdê wernegire bi sed hezaran girtî ji vî mafî sûdê wernagirin. Gelek hevalên me li girtîgehan girtiyên siyasî ne, rehîn in. Tevî ku cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo hiqûqa demokratîk û weke lingeke nû ya Tirkiyeyê, avakirina hiqûqa demokratîk pir girîng e. Em di aliyê mafê hêviyê de bi rastiyeke wiha re rû bi rû ne.”

‘Rêber Apo nêrînek cîhanî temsîl dike’

Hêlîn Umît destnîşan kir ku pêkanîna mafê hêviyê ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û di rastiyê li ser gelê kurd bêhêviyê ferz dike û li ser jinan, gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê tê ferzkirin. Hêlîn Umît got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cîhaneke nû û azad û têkiliyên azad temsîl dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ne tenê ferdek e; ew civak û pergalek e. Rêber Apo nêrînek cîhanê temsîl dike. Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêk naynin. Ji ber vê yekê, em bi vî rengî nîqaş dikin: ne mafê hêviyê, lê Rêgeza Hêviyê... Ez bawer dikim ku Rêber Apo dixwest ku bi vî rengî were nîqaş kirin. Ew rêgezek e. Weke ku min got, jixwe ev maf heye, lê rêgeza hêviyê jî heye. Yanî rêgez hêviyê ji bo her kesî derbasdar e. Divê her kes jê sûdê werbigire. Ji ber ku hewl didin jin, gel, gelên Tirkiyeyê, gelên Kurdistanê neçarî dewletperest desthilatdariya mêrû rejîma şaristanîperest. bikin Sedema bingehîn a helwesta li dijî Rêber Apo ev xala dijberiyê ye. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê teqez were bicîhanîn. Heta niha pêk neanîna vî mafî rasterast bi polîtîkayên li dijî gelê Kurd ve girêdayî ye. Rastiyek wiha heye: Hêzên ku Komploya Navneteweyî pêk anîn ku lingê wê yê herî girîng dewletên Ewropayê bûn, avaniya netewe dewletê ya Eweopayê bû. Bi awayekî sûcên xwe bi vî rengî didomînin. Yanî ev 10 sal in pêkneanîna vî mafî, timî dihate mijûlkirin, ji demê re dihate hiştin û herî dawî het Hezîrana 2026an hat dirêjkirin, tê vê wateyê. Di rastiyê de careke din pêşiya polîtîkayên astengkirinê yên ku ji hêla Dewleta Tirk ve têne kirin, vedikin û bingehê amade dikin. Derî tê vekirin. Xetereyeke bi vî rengî heye. Ji ber ku em di nav pêvajoyek pir girîng de ne. Em di nav pêvajoya aştî û civaka